Danişîna rojnamevanên ku di dema şopandina nûçeyan de hatibûnn binçavkirin hat dîtin
Danişîna ewil a doza 3 jê rojnamevan bi giştî 28 kesan li Silopiyayê hat dîtin. Danişîn ji bo derbaskirina kêmasiyan hat taloqkirin.
Navenda Nûçeyan – Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, di sala 2024’an de li dijî êrîşên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê, xwestibûn ji bo 3 rojan li bajaroke Tilqebînê yê navçeya Silopiya Şirnexê çalakiya nobetê li dar bixin lê rastî êrîşa leşker û polîsan hatibûn. Di êrîşê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş jî di nav de 28 kes hatin binçavkirin.
Li rojnamegeran doz hat vekirin
Der heqê kesên hatin binçavkirin de piştî 2 salan bi îdiayên ‘Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane’ û ‘bêçek beşdarî civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî bûne, tevî hişyariyê jî belav nebûne’ doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Silopiyayê hat dîtin.
Ji kesên tên darizandin 6 kes li eywana dadgehê amade bûn û gelek jî bi riya SEGBÎS’ê tevlî bûn. Rojnamevan Mahmût Altintaş ji ber guherandina navnîşanê û rojnamevan Derya Ren jî ji ber li eywana Edliyeya Rihayê SEGBÎS tunebû tevlî nebû. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û nûnerên partiyên siyasî doz şopandin.
Danişînê bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir. Kesên di danişînê de axivîn gotin ku ji bo aştiyê li Tilqebînê bûne û gotin ku daxwaza aştiyê sûc nîn e.
‘Ez rojnameger im ji bo şopandina nûçeyê li wir bûm’
Nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut di danişînê de got ku ew ji bo çêkirina nûçe li Tilqebînê bûne û got: “Ez rojnameger im. Tevî du rojnamegerên din, bi îdiaya ‘peywir nedan kirin’ doz li me hat vekirin. Yên ku ‘kar nedin kirin’ em nîn in, polîs in. Em vê sûcdariyê qebûl nakin. Erka rojnamegeran ew e ku raya giştî agahdar bikin. Binpêkirineke maf hebû me jî dîmenên binpêkirinê dikişand. Ez ji kesên cîhazên me yên teknîkî şikandin û me bi erdê ve kaş kirin bi gilî me. Daxwaza beraeta xwe dikim.”
Parêzeran jî anîn ziman ku muwekîlên wan ji bo bikaranîna mafên demokratîk li wir bûne, xwestina aştiyê sûc nîn e, mimkûn nîne ku muwekîlên wan bi sedan leşkerên tevî wesayîdên zirxî li wir bûn derb kiribin û daxwaza beraetê kirin. Her wiha parêzeran daxwaza dîmenên wesayîdên zirxî kirin.
Şandeya dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişînê taloq kir.