Çalakvana Mexrîbî: Kampanyaya piştgiriya YPJ’ê nîşana guherînên di hevgirtina jinan de ye

Kampanyaya ku daxwaza naskirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dike, guhertinên di hevgirtina jinan a navnetewî de nîşan dide. Ew êdî tenê li ser pêşkêşkirina jinan wekî mexdûrên pevçûnê nasekine.

HANAN HART

Mexrîb Di nav zêdebûna kampanyayên hevgirtina jinan a navnetewî de, di çarçoveya nîqaşa li dora rola jinan a li deverên pevçûnê ya di mijarên parastin û ewlehiya civakê de, di demên dawî de banga ji bo naskirina fermî ya Yekîneyên Parastina Jinan a li Rojavayê Kurdistanê, derket holê.

Jin ji herêmî ber bi qada netewî ve diçin

Ev kampanya bi peyamên piştgirî û helwestên çalakvan, lêkolîner û parêzvanên mafên jinan ji welatên cûrbecûr ên Rojhilata Navîn û Afrîkayê re hatine pêşkêşkirin. Vê yekê nîqaşa li ser formên hevgirtina jinan a navnetewî û asta hevgirtina wê ya bi mijarên siyasî û mafên mirova ên têkildarî pevçûnan, vegerandiye asta pêşîn. Ev têkilî di demeke wisa de tê ku platformên dîjîtal di şekildana nîqaşên jinan ên navneteweyî de zêde dibin. Bi vî awayî, pirsgirêkên jinan bi rêya kampanyayên dîjîtal, daxuyanî û şahidiyên vîdyoyî bi lez ji qadên herêmî ber bi qada cîhanî ve diçin.

Bi rêya kampanyayan dengê xwe radighînin

Çalakvana mafên mirovan a Mexrîbî Suad Taoussî bawer dike ku têgeha hevgirtina jinan a navnetewî di salên dawî de ji hevgirtina sembolîk ber bi formeke hevgirtinê ya tevlihevtir û li ser bingeha mafan bi pêş ketiye. Ew niha çarçoveyên cihêreng dinirxîne û jinan hêzdar dike ku deng û ezmûnên xwe îfade bikin, li şûna ku yên din li ser navê wan biaxivin. Wê her wiha destnîşan kir ku platformên dîjîtal di vê veguherînê de roleke girîng lîstine, ji ber ku wan beşdarî veguheztina bilez a pirsgirêkên jinan ji qada herêmî ber bi qada navneteweyî ve kirine. Suad da zanîn ku jinên li deverên pevçûnê êdî ji raya giştî ya cîhanî ne dûr in, ji ber ku şahidî û kampanyayên wan dikarin bi rêya daxuyanî, daxwazname, vîdyo û şahidiyên dîjîtal bibin pirsgirêkên cîhanî.

‘Jin tevî cudahiyan jî di daxwaza azadiyê de li hev dicivin’

Suad Taoussî behsa ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) kir û diyar kir ku fikra damezrandina yekîneyên parastina jinan ezmûnek bêhempa di nav veguherînên ku di pirsgirêkên jinan de di çarçoveyên şer de çêdibin de temsîl dike. Wê ezmûnên wiha, mîna tevgerek jinan a berhevkirî ku ji nêzîkatiyên kevneşopî û parçebûna pirsgirêkên jinan derbas dibe, nirxand. Suad da zanîn ku ezmûna jinên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê, tevî çarçoveya taybet a ku ew lê derketiye holê û şert û mercên tevlihev ên pê re têkildar, di heman demê de pirsgirêkên xwezaya gerdûnî nîşan dide. Suad got ku jin tevî cûdahiyên di çarçoveyên siyasî û civakî de, di gelek daxwazên têkildarî maf, rûmet û azadiyê de li hev dicivin.

‘Divê jin di ezmûnên wiha de wekî aktorên kolektîf bên dîtin’

Suad Taoussî tekez kir ku nêzîkatiya zayendî dibe alîkar ku jin wekî kirdeyên ku dikarin biguherin û beşdarî ji nû ve şekildana rastiya wan bibin, werin çareserkirin. Wê destnîşan kir ku divê jin di ezmûnên wiha de wekî aktorên kolektîf werin dîtin ku divê şiyanên wan werin naskirin û wiha got: “Digel rola ku hevgirtina jinên navnetewî dikare di piştgiriya dozên wan de bilîze. Nêzîkatiya zayendî jinên li deverên şer tenê wekî qurbaniyên şer an sembolên berxwedanê nabîne, her wiha wekî aktorên civakî û siyasî yên ku di nav avahiyên tevlihev ên hêz û tundiyê de dijîn dibîne.”

‘Divê çarçoveyên siyasî, erdnîgarî û çandî yên cûda nebin sedema nêzîkatiyên teng’

Suad diyar kir ku ezmûna rêxistinên jinan li Rojava pirsên têkildarî ka jin çawa ji pozîsyona parastinê an qurbaniyê vediguherin pozîsyona ajansê ku dikare bandorê li rastiyê bike û têgehên ewlehiyê ji perspektîfek jinan ji nû ve pênase bike, derdixe holê. Ew bawer dike ku çarçoveyên siyasî, erdnîgarî û çandî yên cûda divê nebin sedema nêzîkatiyên teng ji bo pirsgirêkên jinan û wiha domand: “Her wiha bibin sedema têgihîştinek berfirehtir a ezmûnên wan ên cihêreng. Ji ber ku jin, tevî rewşên xwe yên cûda, gelek formên tundî û marjînalîzekirinê parve dikin. Kampanyayên ku ji bo naskirina van rêxistinên jinan parêzvaniyê dikin dikarin wekî beşek ji veguherînên ku di hevgirtina jinan a navneteweyî de çêdibin werin fêmkirin. Ji ber ku êdî ne tenê bi parastina jinan wekî qurbanî ve sînordar e, her wiha niha naskirina wan wekî aktorên di warên ewlehî, siyaset, berxwedan û îfadekirina pirsgirêkên wan de vedihewîne.”

Girîngiya avakirina têgihîştinek rexneyî ya berpirsyar ku pirrengiya ezmûnên jinan

 Wê got ku hêza nêzîkatiya zayendî di şiyana wê de ye ku bi xwendina ezmûnên jinan di nav şert û mercên wan ên dîrokî, siyasî, civakî û çandî de, ji hevrêziyên siyasî yên rasterast û wêneyên medyayê yên amade derbas bibe. Suad, tekez kir ku hevgirtina jinên li ser sînoran nayê wateya pejirandina helwestên îdeolojîk ên amade û wiha bidawî kir: “Di heman demê de, avakirina têgihîştinek rexneyî ya berpirsyar ku pirrengiya ezmûnên jinan û mafê wan ê hilberîna gotara xwe li ser mijarên ewlehî, azadî, rûmet û edaletê, wekî kirdeyên tam li gorî tiştên ku di belge û peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin, nas dike.”