Li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de azadiya jinan tune ye

Parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê belgeyek fermî ya ku zilm û zora tiliyên hejmarek olperestên zilm tê de hebû û zordarî li jinan dikin parve kirin. Belgaya ku hat parvekirin îsbat dike ku milîsên Hûsî ceza li malbatên Yemenê yên ku li dijî qanûnên nû derdikevin ferz dike.

NÛR SIRÎB
Yemen- Parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê belgeyek fermî ya ku şopa tiliyên hejmarek oldarên li devera Bani Haşiş ku li gundewarê Sanayê ye, belav kirin û ew belge îsbat dike ku Hûsî ceza li malbatên Yemenê yên ku li dijî qanûnên nû derdikevin ferz dike. 
Biryar û cezayên giran
Li gorî biryarên nû yên ji aliyê koma Ensar Allah El-Hûsî ve di nîvê meha Îlonê de li herêmên ku di bin konrtola wan de ne hatin derxistin, jiyan li jinan teng kirine. Ji bo jin û keçan bikararîna telefonan hat qedexekirin û her wiha di şahiyan de bikaranîna mekyajê jî qedexe ye. 
Binpêkirinên mafên jinan her diçe zêde dibin, keç ji siwarbûna wesayîdên ku ji xwe re kirîne hatin mehrûmkirin her wiha karê jinan bi rêxistinên alîkariyê re sûc hat hesibandin. Kesên ku li dijî wan qanûnan tên cezayê sirgûna ji eşîretê û cezayê 200,000 dînarên Yemenê digrin.
Olê wekî amûrek tepisandin û sînordarkirina azadiyê bi kar tînin 
Parêzer, aktîvîsta mafên mirovan û seroka Weqfa Parastinê ya Maf û Azadiyan Huda Al-Sararî, ev biryar şermezar kir û ji ajansa me re wiha axivî: "Milîsên Hûsî di binpêkirinên herî hovane yên li dijî sivîlan de israr dikin lê ya herî cidî van binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan, li herêmên di bin kontrola wan de, di civînên jinan de dest bi xeniqandina wan kir û çavdêriyek hişk dest pê kir. Her wiha wan li cihên giştî yên li Sanayê û bajarên din, bi hinceta ku rê nadin tevliheviya di navbera jin û mêran de tirs li zanîngehan belav kirin. Ol wekî amûrek tepisandin û sînordarkirina azadiyê bi kar tînin."
Huda Al-Sarari di berdawamiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî ku azadiya jinan li bajaran hat binpêkirin, wan hişyarî li êşîrên li gundên ku xwedan hişmendiya çandî û şaristaniya jinan e kirin û ji bo ku keçên xwe biparêzin û nehêlin beşdarî bûyeran bibin mecbûr kirin ku belgeyan îmze bikin û di heman demê de telefonan ji dest wan bigrin."
Hûsî bi hemû hêza xwe dixwazin vê wêne û statuyê xera bikin
Huda Al-Sarari got: "Ji ber ku çand, mîras, adet û kevneşopiyên Yemenê pozîsyoneke bilind didin jinên Yemenê, Hûsî bi hemû hêza xwe dixwazin vê wêne û statuyê xera bikin û sûcên herî hovane kirin. Bi vî awayî Hûsî dikaribûn dîrokek dirêj a destkeftiyan tune bikin.”
Kesên ku li dijî qanûnan derdikevin cezayên giran digrin
Helbestvan û aktîvîsta mafên mirovan Bardis Al-Siyaghi der barê êşên ku jin dikşînin de wiha got: "Me berê jî diyar kir ku Hûsî mafên jinên Yemenê bi qedexekirina lixwekirina cil û bergên rengîn binpê dikin û em niha jî di nûçeyên qedexekirina bikaranîna telefonan û qedexekirina bikaranîna mekyaj û bêhnên xweş de matmayî dimînin û kesên ku wan qanûnan binpê bikin ew ê 3 mehan di girtîgehê de bimînin, 200,000 cezayê pereyê Yemenê û cezayên din bigrin."
“Hûsî hewl didin jinan ji cîhanê dûr bixin”
Al-Siyaghi bal kişand ser jêderan û piştrast kir ku Hûsî bi xwestek in ku jinan ji cîhana derve dûr bixin û bernameyek ji jinan re saz dikin ku siyaset jî di nav de di warên cuda de, leşkeriya keçan û bikaranîna wan di warê şerê nerm de cih bigrin. Di navbera xwarinpêjî, sîxurî, destgîrkirin û destdirêjiya fizîkî ya li ser jinan de gelek berpirsyarî dikeve ser milên jinan.
Koma Hûsî li Sana û deverên din hedefgirtin û tepisandina azadiya jinan di bin nav û hincetên cuda de zêde kiriye, ji ber ku ew dixwaze nasnameyek mezhebî li ser civakê ferz bike di bin navê nasnameya bawerî de bi taybetî mezhebperestiya olî bi pêş dixe."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku berê di zanîngehan de biryarên li ser pêşîlêgirtina tevlihevkirinê disekinin dihatin girtin ku têkildarî lidarxistina merasîmên şahiyên derçûnê, lixwekirin û heta rûniştina li cihên giştî ji biryar dihatin girtin.