Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo edalet û wekheviyê têdikoşe

Di demeke ku HTŞ’ya cîhadîst dixwaze Zenûbiya ku sembola hêza jinê ye ji navereka perwerdê derxe de, Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û parastina mafên wan têdikoşe.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên malbat û civakê, bi taybetî jî pirsgirêkên girêdayî jinan ên wek zewaca di temenê biçûk de, hevberdan û wergirtina zarokan, Kombûna Jinan a Zenûbiya dixebite. Zenûbiya, hevkariya komîteyên lihevkirinê yên ku li gund û bajarên Dêrazorê yên mîna Hecîn, El-Basîra, Ebo Xeşeb, Cezra û El-Sur belav bûne, dike. Zenûbiya, ji bo pêkanîna edaletê di nava tekoşîn û berxwedanê de ye, hewl dide mafên jinan di nava civakê de biparêze û nehêle mafên wan werin binpêkirin. Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên jinan, ji ajansa me re axivîn.

'Kombûna Zenûbiya pirsgirêkên jinan çareser dike'

Endama Komîteya Lihevkirinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Hacînê Heyat Ismaîl tekez kir ku tevî pirsgirêk û gefên ku mafên jinan binpê dikin, tekoşîna wan a parastinê didome û wiha got: “Tevî hemû astengî û pirsgirêkan, têkoşîna me ji bo parastina mafên jinan didome. Yek ji destkeftiyên ku Kombûna Zenûbiya bi dest xistiye jî, çareserkirina pirsgirêka jinek ciwan ji bajarê Laziqiyê ya Sûriyê ye. Ji bo zanakirin û hişyarkirina jinan em di nava xebatê de ne. Zextên civakî dihêle jin ji nasnameya xwe dûr bikevin. Ev jî pirsgirêkên jinan zêdetir kir. Jin ji qada siyasî û civakî hatin dûrxistin.”

‘Ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê têdikoşin’

Rêvebera Mala Jin li herêma El-Kesra Seher Hesen Mustafa jî bal kişand ser têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan a di nava civakê de û got: “Pêwendiyên me bi komîteyên lihevkirinê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan berdewam in. Herî zêde em bi pirsgirêkên di navbera jin û mêr de, hevberdan û mafê wergirtina zarokan re rûbirû dimînin. Ev pirsgirêk jî li dadgehan bi rêya zagoanan tên çareserkirin û mafên jinan tên parastin. Bi rêya nîqaşan, me karîbû rêjeyên zewaca biçûk di van demên dawî de kêm bikin. Ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em di nava tekoşînê de ne. Her wiha em hewl didin rola jinan di avakirina civakê de carek din aktîf bikin.”