Qanûn ne têrker in: Jin li Tûnisê bi tundiyê re rû bi rû ne
Li gundewarên herêmên Tûnisê rêjeya tundiya li dijî jinan zêde ye. Jinên ji herêmên cûda yên Tûnisê destnîşan dikin ku zagonên heyî nayên pêkanîn û bi taybetî jinên ku li gundewarên Tûnisê dijî bi tundiyê re rû bi rû tên hiştin.
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Tevî ku Tûnis yek ji welatên pêşeng dihat dîtin di warê derxistina qanûnên parastina jinan û daxwaza misogerkirina mafên wan de, piraniya jinên Tûnisê bi taybetî yên ku li başûr û bajarên navîn ên Tûnisê dijîn, bi tundiyê re rû bi rû tên. Jinên ji herêmên cûda yên Tûnisê destnîşan dikin ku zagonên heyî nayên pêkanîn û bi taybetî jinên ku li gundewarên Tûnisê dijî bi tundiyê re rû bi rû tên hiştin.
‘Li dijî tundiyê jin bi îsrar in parastina xwe bikin’
Bedîa Qadirî li ser têkoşîna bi tundiya li ser jinan re nêrîna xwe anî ziman û got: “Hişmendiya jinan li başûrê Tûnisê ji bo parastina mafên xwe kêm e. Êdî jin tundî û kiryarên li ser xwe red dikin û hewl didin rûmeta xwe biparêzin. Ruxmî zêdebûna bûyerên tundiyê, bi taybetî şîdeta zewacê, bûyerên destavêtin, t
‘Tevî hebûna qanûnan tundî tê meşandin’
Efîfa Henî ya ji bajarê Sidî Bo zîd e dibêje: “Fikra parastina mafên jinan li hinek deverên herêmê belav bûye. Jin li hemû bajarên navîn û başûr hewl didin mafên xwe biparêzin û bi tundiyê re têdikoşin, da ku di malên xwe de serbixwe bin. Her wiha tevgerên civaka sivîl a ji bo hişiyarkirinê ji bo jinan girîng e da ku jin bikaribin parastina mafên xwe bikin. Ji ber ku li Tûnisê tevî hebûna qanûnên parastina mafên jinan jî dîsa ew bi tundiyê re rûbirû dimînin.”
‘Bêdengî dibe sedema binpêkirina mafan’
Enas Omrî ku ji Sîdî Bo Zîdê ye bal kişand ser cureyên tundiya li ser jinan her wiha dayîna piştevaniyê ji wan jinan re û got: “Pîrozkirina Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan di rastiyê de piştevaniyeke baş e ji pirsgirêkên jinan re. Ji ber ku jin rastî tundî, îstîsmar û destdirêjiyê tên. Her wiha rola aktîf a çalakvanên civaka sivîl di bidestxistina mafên jinan û parastina wan de girîng e. Belavbûna bûyerên tundiyê û cureyên wê li dijî jinan, ji ber nezaniya wan a di warê parastina mafên xwe de ye. Gelek caran jin li hemberî tundiyê bêdeng tên hiştin ji bo tenê parastina malbet û zarokên xwe bikin û hay ji mafên xwe nîn in. Ev fikra neyînî ji bûyera tundiyê xetertir in. Divê li hemberî vê yekê têkoşîn bê meşandin û jin li ser xetera tundiyê werin hişyarkirin. Di heman demê de bizanibin ku bêdengiya li hemberî tundiyê binpêkirina mafên wan zêdetir dike.”