Hala Abid El-Qadir: Em ji bo hemû kesê jiyana adil dixwazin

Hala Abid El-Qadir diyar kir ku ji bo li dijî tundiyê guherînên zagonê werin kirin, ew dixebitin û got ku ji bo hemû kesê ew jiyana bi ewle, adil û aram dixwazin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Li Misrê rêxistinên femînîst  dixwazin di hin zagonên ku di salên borî de hatin derxistin û ne gorî şert û mercan in guherîn were kirin. Rêxistinên femînîst li ser zagonên nû yên ku ji pêwîstiyên jinan re bibin bersiv dixebitin û ji bo jin hemû mafên xwe bi dest bixin ji zextên civakê rizgar bibin xebatan didin meşandin. Jinan weke encama xebatên xwe, bi taybetî di nava malbatê de der barê wekheviya jin û mêr de  pêşnûme zagonan pêşkêşî meclisê kirin. Li Misrê rêxistinên jinan bi xebatên xwe li welat hişmendiyek girîng didin avakirin, ji bo pêşî li qetilkirina jinan were girtin daxwaz kirin ku zagonên cezayên giran werin derxistin. 

‘Zagonên ku hatine qebûlkirin hene lê nehatine nîqaşkirin’

Seroka weqfa şandeya Mutewelî ya pêşxistina malbatan a Misrê Hala Abd El-Qadir der barê xebatên xwe de agahî dan ajansa me û destnîşan kir ku li meclisê hinek zagon hene û got: “Hinek zagonên ku ketine meclisê û hatine pejirandin hene lê belê heta niha li ser nîqaş nehatine kirin, neketine dadgehan. Ev jî der barê dosyayê de tişta ku hemû kes li bendê bû, bi taybetî ji sala 2010’an ve heta niha. Hemû ew astengiyên ku li pêşiya ji bo guherîna statuya jinan û bidestxistina mafên xwe were rakirin matîvasyon û hewldanek heye. Mînak yên ku bi dozên jinan re eleqedar dibin ji bo yên ku li mafên xwe digerin eleqeyek heye xebatên zagona rewşa şexsî hene. Nêzî 100 salan di zagonan de guherîn hatin kirin, ev biçûk bûn û nehatin bicihanîn.”

‘Zagona tundiyê pêşkêşî meclisê hat kirin’

 Hala Abd El-Qadir, da zanîn ku guherînên nu yên zagonê xwedî girîngiyên jiyanî ne û wiha domand: “Di van demên dawî de rêjeya tundîtûjiya li hemberî jinan zêde bûye, heta di rêjeyek wisa de ye ku gelê herêmê ne li bendê ye em dibînin. Ev cureyên pêkanînan û hemû binpêkirinên ku jin rastî wan tên, dengê ku divê zagonek bi bandor were bi pêşxistin derket. Ji bo parastina jinan û ji bo qadek bi ewle were pêşkeş kirin li dijî tundîtûjiyê zagonek hevpar hat amadekirin. Di derbarê mijarên weke tecawîz, şantajên elektronîk mijarên ku jêre zagon pêwîst e. Bûyerên tundîtûjiyê yên ku civak ne li bendê, di zagona tundîtûjiya hevper de xwedî cihek berfirehe. Diyaloga civakê, gelek civakên sivîl û saziyên jinan li ser vê xebitîn û ket meclisê û hemû kes li benda nîqaşkirina wê ye.”

‘Em hemû cureyên cihêkariyê red dikin’

Hala Abd El-Qadir diyar kir ku zagon tenê ne li ser kaxezê ye, ya giring divê di saheyê de were pêkanîn û wiha got: “Hêza zagonan û bandora wê ya li ser hemwelatiyan nayê nîqaşkirin, di bingehê zagonan de erkê hişmendiyê zêdekirine, gotin û beyanên  bê hîm were rizandin xebat were kirin, destpêkê netewperestî, hemû cûrên cihêkariyê divê werin redkirin û li dijî cihêkariyê cihek ku qada diyalogê were vekirin ava bikin. Ji bo hemû kesê em jiyanek bi ewle, edlane dixwazin. Ji bo vê jî em hişmendiyê ava dikin, ji bo em armancên xwe pêkbînin em têkoşîna xwe berdewam dikin.”