Gulistan Ataş: Divê li dijî îşkenceyê bikevin nav tevgerê

Gulîstan Ataş, anî ziman ku li Tirkiyeyê tevî peymanên navneteweyî jî îşkence berdewam dike û bal kişand ser vê yekê ku di rojên dawî de ev îşkence herî zêde li rojnamegeran tê kirin. Gulîstan Ataş bang kir ku li dijî îşkenceyê bikevin nav tevgerê.

MEDINE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiyeyê zextên li ser beşên demokrasî û azadiyê yên zêde dibin, dîmenên nû yên îşkenceyê zêde dibin.  Li ser polîtîkayên pêkutî, îşkence, muameleya xirab, teşhîrkirinê binçavkirin û girtin tê zêdekirin; di van binçavkirinan de muameleyên xirab tê kirin. Herî dawî di binçavkirina rojnamegeran de dîmenên ku li ser ragihandinê belav bûn jî hat dîtin ku rojnameger bi lêdan û îşkenceyê tên girtin. Nûnera Komaleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Gulistan Ataş a destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên necezatiyê di hemu qadên jiyanê de ev mînakên îşkenceyê tê dîtin, da zanîn ku li hemberî van mînakan divê hişê civakê zindî bê girtin û li hemberî tiştên tê jiyîn bertek bê nîşandan.

'Tevî peymanên navneteweyî îşkence berdewam dike'

Gulîstan Ataş, anî ziman ku îşkence herî zêde di dema binçavkirin û ketina girtîgehan de tê jiyîn û serlêdanên bi vî rengî li wan tên kirin û bal kişand ku li gel peymanên navneteweyî jî îşkence û muameleya xerab dewam dike. Gulîstan Ataş bi danasîna êşkenceyê wiha got; "Berî her tiştî pêwîst e îşkence û muameleya xerab were pênasekirin. Îşkence û muameleya xerab di peymanên navneteweyî, peymana mafên mirovan a Ewropayê û dîsa di TCK 94'an de hatiye diyarkirin. bi zimanekî zelaltir pênase bikin, ew ji aliyê karbidestên dewletê ve ne, kî ye, bi giştî ji aliyê polîs, cerdevanan ve weke tevgerên ku hem ji aliyê bedenî û hem jî ji aliyê derûnî ve dibe sedema êş û azarên kesane tê pênasekirin.”

'Bi taybetî li ser gelê Kurd û muxalîfan îşkence tê kirin'

Gulîstan Ataş, diyar kir ku gelek kiryarên ku ji aliyê hiqûqê ve weke maf û erk tên dîtin di nava sûcên îşkenceyê de ne û ev îşkence di hefteya dawî de herî zêde li rojnamegeran hatiye kirin. Gulîstan Ataş, diyar kir ku îşkenceyên ku bi armanca tepisandin û tirsandina civakê tên kirin û wiha got: “Heqaret, tacîz, por kişandin, lêgerîna tazî, ji pişt ve kelepçekirin, îzolasyona di hucreyan de û demeke dirêj di heman pozîsyonê de hiştin, cûreyên îşkence û muameleya xirab in. Dewlet vê hêzê ji bo gelê Kurd û muxalefetê bi rêya rayedarên dewletê bi kar tîne. Herî dawî wêneyekî îşkenceya li dijî rojnamevanên Kurd derket holê. Bi awayekî sîstematîk îşkence li wan hat kirin."

'Derya Ren ji ber ku li dijî lêgerîna tazî li ber xwe da hat derbkirin'

Gulîstan Ataş, anî ziman ku nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren a ku piştî binçavkirinê hat girtin û wê birin girtîgehê jî rastî îşkenceya lêgerîna tazî hat û got; "Hêj herî dawî ez çûm cem yek ji rojnamegerên girtî Derya Ren. Lêgerîna tazî li ser hatibû ferzkirin û ji aliyê pênc gardiyanan ve hatibû îşkencekirin. Ji ber ku li dijî lêgerîna tazî li ber xwe da, bi porê wî hat girtin û li wê dan. Di van îşkenceyan de mirov ne tenê ji aliyê bedenî, ji aliyê derûnî û ruhî ve jî rastî îşkenceyê tê. Li ser vê yekê jî em ê serlêdana sûc bikin."

'Divê civak bertek nîşan bide'

Gulîstan Ataş, anî ziman ku divê civak li hemberî îşkenceyan bertek nîşan bide, bal kişand têkoşîna di qadên hiqûqî û siyasî de. Di dawiyê de Gulîstan Ataş bang li welatiyên ku rastî îşkenceyê hatine, kir ku serî li sazî, komele û baroyan bidin û got; “Pêwîste civak li hemberî van pêkanînan hafiza xwe zindî bihêle. Ji ber ku ev polîtîkayên ne tenê li Tirkiyeya îro, ji berê de jî tên meşandin. Divê rayedarên dadweriyê li hemberî kesên rastî îşkence û muameleya xerab tên. Lê mixabin der barê kesên rastî vê îşkenceyê tên doz tên vekirin. Doz bi gelemperî li dijî mexdûran têne vekirin, bi sûcên ku zirar dane mal û li hember polîsan. Di vê qonaxê de ger mirov bifikire ku mekanîzmaya edaletê nexebite jî divê serlêdanên hiqûqî bike.”