‘Enfal mijareke neteweyî ye divê tu carî neyê jibîrkirin’

Enfal ji bo gelê Kurd êşek neyê jibîrkirin e, jinên enfalê vê êşê du qat dijîn. Parlamentera serbixwe ya parlamentoya herêma Kurdistanê Şadî Newzad dibêje ku hikumet projeyên zagonî bi cih nakin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Sûcê enfalê ji aliyê gelê Kurd ve sûcekî ku neyê jibîrkirin e bi taybetî ji bo kesûkarên enfalê ku wê rojê bandorek neyênî li ser jiyana wan kiriye. Li ser hemû êşên ku li ser gelê Kurd hatine, heta niha enfal weke jenosîd nehatiye naskirin. Ev jî ji bo gelê Kurd cihê xemgîniyê ye. Hikumet jî li gorî pêwîst hevkariya rizgariyên ji enfalê û kesên enfalê nakin, li hemberî vê jî îsal kesûkarên enfalê rê nedan berpirs beşdarî merasîma enfalê bibin.

‘Daxwazên kesûkarên enfalê tenê wê bi nerazîbûnê nemînin’

Parlamentera serbixwe li parlamentoya herêma Kurdistanê Şadî Newzad diyar kir ku êşa kesûkarên enfalê berdewam dike. Pêwîstiya kesûkarên enfalê bi taybetî ji aliyê hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê ve bi alîkariya madî û manevî heye. Lê belê aliyên pêwendîdar guh nadin daxwazên kes û karên enfalê. Wê kesûkarên enfalê ji bo bidestxistina mafê xwe û ew mafê wan ên ji aliyê hikumetê ve hat xwarin pêngavên cidîtir biavêjin.”

‘Helwesta xelkê Germiyanê li hemberî desthilatdaran aştiyane bû’

Şadî Newzed helwesta gelê Germiyanê ji bo rêgirîkirina beşdariya berpirsan a merasîma enfalê weke helwestek medenî pênase kir û got: “Mafê wan e ji ber ev jî şêwazeke diyarkirina nerazîbûnê ye, helwesta wan aştiyane bû. Tenê rê nedan desthilatdar beşdarî merasîmê bibin. Ji ber hikumet daxwazên kesûkarên enfalê bi cih nayne. Ew biyarên ku ji bo enfalê hene mixabin weke beşek ji zagon û biryarên din bi cih naynin. Ev jî cihê pirsê ye ku hikumet nikare girîngiyek zêde bide kesên enfalê. Di demek de rêjeyek kêm kesên enfalê hene û êşa wan jî du qat e, ji ber ku kesek wan nemaye.”

‘Rewşa derûnî û civakî ya jinên enfalê giran e’

Şadî Newzad da zanîn ku giraniya jiyanê û êşa kesên enfalê zêdetir e, di nav de jî bi giştî jin, jiyana wan gelek zehmet e, ji ber şêwazê jiyanê, bi wî şêwazê dijî, çand û şêwazê nêzîkatiyan wiha dixwaze. Ger jinek bi tenê be û li bajarek mezin bijî, jiyana wê baştir e ji jiyana ku kesê enfalê dijî. Ji ber rewşa derûnî û civakî bandorek mezin li ser jiyana kesên enfalê kiriye divê bi dehan projeyên hikumetê ji bo xizmeta jinên enfalê hebûya û divê girîngî bidanê û wiha got: “Desthilatdarên herêmê ji ber berdewamiya desthilatdariya xwe nikaribûn bandora xirab a piştî enfalê li ser kesûkarên enfalê û yên rizgarbûyî kêm bikin. Ji bo qebûlkirinê di aliyê madî û manewî de bi dehan proje hene. Ya girîng ew e ku xizmetguzariyê bê cudakarî bikin û ew navçeyên ku kesûkarên wan enfal kirin lêne, bi yeksaniya kar ji bo kesên efalê bikin, vegerandina jiyana asayî û peydakirina derfetên kar ji bo wan werin pêşxistin.”

‘Bandorê li ser hemû pêkhateyan kir’

Şadî Newzad destnîşan kir ku çend sedem hene ji bo bi cihnekirina zagon, proje û daxwazên kes û karên enfalê ew jî jêrê yek li pey yekê ye, nakokiyên siyasî, fikrên cuda li ser girîngîdayîna kesûkarên enfalê û wiha got: “Ev hemû bandorek neyênî li ser doza giştî ya enfalê, kesûkarên enfalê û bi taybetî  kesên enfalê kiriye. Ji bo wê divê em hemû bi hev re bibin xwedî helwestek mezin û cidî. Di vê demê de gelê me rû bi rûyî qirkirinê tê û bandor li ser hemû pêkhateyan kiriye.”

‘Divê dewlet enfalê weke jenosîd nas bikin’

Şadî Newzad di dawiya axaftina xwe de got: “Divê enfal weke mijarek niştimanî were dîtin û mijarên siyasî bidin aliyekê, ji bo bidestxistina netewa Kurd ku çawa baş dibe kar bikin. Divê were zanîn ka qurbanî çend in, çend kes ji enfalê rizgar bûne ji bo ev jî diyar bibe pêwîstî bi hinek pişkinînan heye û ev jî demek dirêj dixwaze. Mixabin di demên xwe de em nikaribûn karekê ji bo nasandina enfalê weke jenosîde bikin. Çawa ku komkujiya Êzidiyan weke jenosîd hat naskirin, ji bo nasandina enfalê weke jenosîd pêwîstî bi berfirehkirina pêwendiyan li gel dewletên din û kesên ku ji bo mafên mirovan kar dikin heye.”