Doza keçika Êzidî ya revandî pêk hat
Di doza revandina keçika Êzidî ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin de, heyeta dadgehê nehişt ku parêzer bikevin salonê û li wan gilî kir. Parlementera DEM Partiyê Sevîlay Kaya, got “Emê nehêlin ku ev sûc bê veşartin.”

Amed- Keçika Êzidî ku di sala 2017’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin û li ser tora tarî ji bo firotanê hatibû danîn, di Sibata 2021’an de di operasyoneke li dijî cihê ewle yê rêxistinê ya li Enqereyê de hatibû rizgarkirin. 10’emîn rûniştina dozê, li Dadgeha Cezaya Giran a 15’emîn a Enqereyê pêk hat.
Beriya danişînê, heyeta dadgehê nehişt ku parêzerên destûrdar bikevin hundirê salonê. Piştre heyetê biryar da ku li parêzerên ku dixwestin bikevin salona dadgehê, gilî bê kirin. Heyeta dadgehê parêzer bi "hewldana astengkirina darizandineke adil" tawanbar kirin.
Rûniştina ku tê payîn biryar were dayîn, taloqî 30’ê Hezîranê hat kirin.
Piştî danişînê li ber deriyê dadgehê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Saylan, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku heyeta dadgehê "sûcê li dijî mirovahiyê" paşguh kiriye û got ku "Ji destpêkê ve rê li ber rêxistinên civaka sivîl hatiye girtin ku dozê bişopînin. Em ê dozê bişopînin da ku polîtîkayeke bêcezatiyê dernekeve holê."
‘Em ê nehêlin ku ev sûc bê veşartin
Parlamentera Partiya DEM’ê ya Amedê Sevîlay Çeleng jî got ku "Ev doz dozek e ku aliyê tarî yê şer di şexsê keçek biçûk de tê dîtin. Bi vî rengî, ew bi rastî dozek sembolîk a siyasî ye. Gelê Êzidî yek ji gelên kevnar ên vê erdnîgariyê ne û di tevahiya dîroka xwe de niheqî û zilm û zordariyên bêdawî kişandine. Lê tevî vê yekê jî, wan hewl dane ku bi aştiyane bijîn. Di dawiyê de, ew bi zilma DAÎŞ’ê re bi tenê man û rastî jenosîdeke tirsnak hatin. Ev sûcek bû ku Komîsyona Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî jî wekî jenosîd qebûl kir. Û bi hezaran jin û zarok hîn jî di çarçoveya vê sûcê de êş dikişînin. Em ji destpêkê ve bi hevalên xwe yên rojnamevan, partiya xwe, parêzer û muxalefetên din ên civakî re vê dozê dişopînin. Em ê nehêlin ku ev sûc were veşartin."