Li saziyên perwerdê yên Mexrîbê tundî: Mamosteyek hat qetilkirin
Jinên Mexrîbî bertek nîşanî qetilkirina mamosteya Fransî Hacer El-Ayader dan û bang li aktorên perwerde û siyasetê kirin ku ji bo ji holê rakirina sedema tundiyê gavan biavêjin.

HENAN HERÊT
Mexrib – Mamosteya zimanê Fransî Hacer El-Ayader ji aliyê yek ji xwendekarên xwe ve li kolanekê bi amûrek tûj û bi awayekî hovane di 27'ê Adarê de rast destdirêjiyê hat. Di encamê de Hacer El-Ayader rakirin nexweşxaneyê û di 13'ê Nîsanê de ji ber birîna wê giran bû jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer pirsgirêka tundiyê li ser perwerdekaran bi taybetî jinan di nava sîstemeke perwerdeyê de anî rojevê. Saziyên perwerdeyê li Mexribê êdî ne cihên bi ewle ne, bi taybetî ji bo mamosteyên jin.
Belavbûna dîmenê ku êrîşê belg dike û nîşan dide mexdûr Hacer El-Ayader bi rengekî hovane tê qetilkirin, hêrs û hevgirtineke mezin derxist holê. Lê ev karesat ne yekalî ye, dikeve nava gelek destdirêjiyên bedenî û derûnî ku mamoste li gelek bajarên Mexribê bi van êrîşan re rûbirû dimînin. Ev êrîş jî ji ber tunebûna mekanîzmayên parastinê didomin.
'Ev bûyer nîşaneya zêdebûna tundiyê ye'
Seroka Federasyona Hevbenda Mafên Jinan Semîra Mohiya bal kişand ser zêdebûna bûyerên tundiyê li dijî jinan di nava saziyên perwerdeyê de û wiha got: "Qetilkirina mamosteyek jin ne bûyerek ji rêzê ye, ew nîşaneya zêdebûna rêjeyên tundiya li dijî jinan e. Mamosteyên jin li Mexribê bi kiryarên hov û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Divê li dijî van bûyeran jin xwedî bertekên hişk bin. Li saziyên perwerdekariyê ji ber nebûna mekanîzmayên parastinê, jin rastî şîdet û destdirêjiyê tên. Li dijî qetilkirina mamosteyên jin û hedefgirtina wan hewcedarî bi lêpirsînan heye ku sazî û civak hesab ji kesên kujer bixwazin. Divê parastina jinan di nava saziyan de bi taybetî di nava saziyên perwerdekariyê de bên xurtkirin."
'Reforma perwerdeyê reforma mufredatan e'
Endama Komeleya Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê Îbtîsam Tebat şîdeta li dijî mamosteyên jin bi kokên kûr ên girêdayî bi xwezaya polîtîkayên perwerdeyê yên li Mexribê ve girêda. Îbtîsam Tabat wiha axivî: "Di nav reforman de hewldana çandina projeyên pergalên perwerdeyê yên ku bi piranî ji modelên Ewropî, di serî de Fransî hatine girtin dabe. Van projeyan li welatên ku hewl didin ava bikin bi ser neketin û dema ku li Mexribê xwestin ava bikin bêhtir têk çûn. Reforma perwerdeyê reforma mufredatan e û divê şaş neyê bikaranîn."
‘Jin bi tundî û destdirêjiyê re rû bi rû tên'
Îbtîsam Tabat destnîşan kir ku li ber çavên cîhanê bi taybet mamosteyên jin li Mexribê bi tundiyê re rûbirû dimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tundiya ku mamoste bi salan li ber çavên cîhanê di dema xwepêşandanên li kolanan de rast hatin, tenê tiştên ku em dibînin e. Zarokek yan jî ciwanê ku şahidiya tacîz û heqaretê li mamosteyê xwe dike û vê yekê li ser medyaya dîjîtal parve dike, çawa dikare hurmeta ji bo mamoste biparêze?”
Li dijî qetilkririna jinan berteka civakê
Piştî bûyerê bi hezaran saziyên perwerdeyê ketin grevê li Mexribê. Ev grev nerazîbûneke sembolîk e li dijî rewşa perwerdeyê û jinan, daxwaza vegerandina rûmet û dadmendiya windakirî bû ku divê neyê paşxistin.