Doza Narîn Gûran hat taloqkirin
Danişîna 15 kesên ku di doza Narîn Güran de bi sûcê "alîkariya sûcdar kirine" tên darizandin ji bo 2’ê Gulanê hat taloqkirin.

Amed – Rûniştina duyemîn a doza derbarê kuştina Narîn Gûran a 8 salî de, ku cenazeye wê 19 roj piştî windabûna wê di 21’ê Tebaxa 2024’an de li taxa gundewarî ya Çulî ya navçeya Rezan a Amed’ê hatibu dîtin, li 17’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Amed’ê hat dîtin.
Di dema dotmama Narîn Gûran, apê wê Fuat, hevjîna apê wê Gûran Maşallah, hevjînê metika wê Mehmet Şevket, pismamê wê Muhemmed Kaya û xebatkarê Salîm Gûran Mehmet Selim Atasoy bi girtî dihatin darizandin, keçapa Narîn Şeyma Kaya, hevjîna apê wê Hediye, apên wê Îbrahîm XelÎl, Bariş, Kurtuluş û Omer faruk Gûran û zarokên bersûc R.A (26) û Î.K (17) jî bê girtin tên darizandin. Di danişîna 15 kesên ku ji ber sûcê "alîkariya sûcdar" dihatin darizandin de 7 kesên ku 5 jê cendirme û 2 jê personelên şîrketa elektrîkê wek şahid îfade dan.
Heyeta dadgehê ku biryara xwe ya demkî eşkere kir, biryara berdewamkirina girtina bersûcên girtî da. Rûniştina din taloqî 2'ê Gulanê hat kirin.