‘Divê jin ji bo pejirandina mafên xwe bixebitin’

Nebûna zagonan û nehişyariya civakê, wisan kiriya ku roj bi roj tundî zêde bibe. Endama RJAK’ê Banû Helepçeyî dibêje ku divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe di zagonan de bixebitin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Zordestiya desthilatdariya mêr, dozên jinan û zewicandina zarokên keç, li Başûrê Kurdistanê wisa kiriye ku roj bi roj tundiya li hemberî jinan zêde bibe. Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de got: “Nabe jin li hemberî binpêkirina mafên xwe bêdeng bin.”

‘Ji ber zordestiya pergala heyî mafên jinan tên binpêkirin’

Banû Helepçeyî diyar kir ku rewşa jinan gelek xirab e û wiha got: “Ji ber sîstema mêrsalarî beriya rejîma Baasê û piştî wê heta niha jî tê hikumkirin. Jin tên bêdengkirin û rê nadin jin beşdarî qadên leşkeri û qadên din ên civakê bibin. Di çarçoveya malê de hatine hiştin. Dema ku jin daxwaza azadiyê dikin, civak bi awayekî din li wan dinêre. Civaka Başûrê Kurdistanê mafên jinan binpê dike û rojek nîn e ku jinek neyê kuştin, bi taybetî di wan rojên ku jin çalakiyan li dar dixin. Tenê hinek ji wan kesan têgihîştine dibêjin divê jin di malê de bimînin û mêr ji derve kar bikin. Lê belê îro jin vê qebûl nakin ku di nava çar dîwaran de bimînin. Ji ber beşek zêde ya jinan hişyar bûne, ji ber wê jî jin niha zêdetir tên kuştin.”

‘Lihevhatina eşîrtî sedemek din a zêdebûna kuştina jinan e’

Banû Helepçeyî destnîşan kir ku ji ber lihevhatina eşîrtî tundîtûjiya li dijî jinan zêde bûye û wiha domand: “Dema ku jinek tê kuştin, bi lihevhatina eşîrtî pirsgirêkê çareser dikin, ev jî ji bo kuştina jinan rê vedike. Silha eşirtî pirsgirêkan çareser nake, kurtir dike. Li aliyê din malbat bi xwe dema ku jinek ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundîtûjiyê tê, naparêze. Ji ber vê jî jin dibin qurbanên yekem, ji bo jiholêrakirina van diyardeyan divê mamosteyên din û em hemû bi hev re parastina mafên jinan bikin. Di civaka me de hê dema ku jinek tê kuştin ji bo çareseriya pirsgirêkê jinek din dikin qurban ji ber vê jî dema ku mafên jinan werin binpêkirin, civak bi pêş nakeve. Ji ber ku jin jiyanê ava dikin, em jin daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber mafên me ji destên me hatine girtin, li Başûrê Kurdistanê zagona li hemberî vê binpêkirina mafan serwer e.”

‘Divê rêxistinên jinan civakê hişyar bikin’

Banû Helepçeyî da zanîn ku divê rêxistinên jinan xwedî rol bin hişyariyê li herêmên dûr ku hê jî zarokên keç di temenê biçûk de tên zewicandin belav bikin û wiha got: “Divê li cihên giştî semîner ji bo jinan werin dayîn, ji ber ku ger jin hişyar bin, malbat û kesên di civakê de jî hişyar dibin. Ji sala 1857’an heta niha jin bênavber dixebitin. Jin ji bo bidestxistina mafên xwe û azadiyê, 50 sal in dest bi xwepêşandan û nerazîbûnan kirine û ew mîrasa ku ji bo me jinan maye 8’ê Adarê bû sembola hemû cîhan û em jî bi vê yekê serbilind û kêfxweş in. Ez di wê baweriyê de me ku em jin û hemû rêxistin  peyamên me yek bin û bi nasnameya jinan civakê hişyar bikin. Ji bo em bikaribin di zagonan de mafên xwe bidin pejirandin. Ger di zagonan de mafên me werin pejirandin û kuştina jinan were qedexekirin. Kes nikare destdirêjiyê li mafên me bike û wê bi awayekî kuştina jinan kêm dibe.”