Bijîşka Êzîdî Nexem Nawzat bertek nîşanî erêkirina zagona efûya giştî da
Çalakvan û bijîşka Êzîdî Nexem Nawzat a heta niha çîrokên hezar û 200 jinên Êzidî yên bûne qurbaniyên çeteyên DAIŞ’ê belge kiriye, li hember guhertina zagona rewşa kesane û efûya giştî ya li Iraqê hat erêkirin, nerazîbûn nîşan da.

EFRAH ŞEWQÎ
Parîs – Di ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 3'ê Tebaxa 2014'an de destpê kirin re, 10 sal derbas bû. Lê belê êşa civaka Êzîdî ya li Şengalê, hê jî didome. Li gor bîlançoyan zêdetirî 6 hezar jinên Êzîdî hatine revandin û firotin, her wiha beşek ji wan di zîndanan de hatine dîlkirin û êşkence û destrêjî li wan hatiye kirin. Heya niha jî aqûbeta zêdeyî hezar û 600 jinan nayê zanîn. Di heman demê de zêdeyî 6 hezar mêr, ji ber ku guhertina ola xwe red kirin hatin darvekirin.
Nexem Nawzat bijîjk û çalakvana Êzîdî ye. Nexem, pispora pirsgirêkên jinên Êzîdî ye û ‘Xelata Wêrekiya Navdewletî’ ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê girtiye. Herî dawî ji bo ku balê bikşîne ser gelek mijarên girîng ên derbarê Êzîdiyan de, serdana Fransayê kir û gelek serdanên fermî pêk anî.
Nexem Nawzat li gundê Başîqa ya Mûsilê ji dayîk bûye. Wê bi xewna dermankirina jinên ku nikarin zarokan bînin, dest bi karê xwe yê bijîşkî kir. Lê piştî sala 2014’an, dest bi hewldana kêmkirina karesatên ku hatine serê jinên Êzidî, kir.
'Ji bo aqûbeta jinên Êzîdî pêwendiya bi cîhên eleqedar re didomin'
Nexem Nawzat derbar rastiya jinên Êzîdî û aqûbeta kesên hatine revandin de wiha got: “Heya niha aqûbeta zêdetirî hezar û 700 kesan ne diyar e. Tevî hebûna zagona rizgarbûna Êzdiyan a Hejmar 8 a sala 2021'an jî ne diyar e. Me bi balyozê Mafên Mirovan ê Wezareta Karên Derve ya Fransayê re li ser mijara jinên hatine revandin, pêwîstiya hevkariya navnetewî û herêmî ya ji bo lêgerîna wan, hevdîtin pêk anî. Wan jî piştgiriya xwe ji bo mafên kêmnetewan a li Rojhilata Navîn anîn ziman. Her wiha me bi balyozê Îraqî yê li Fransayê re jî hevdîtin çêkir. Me ji bo daxwazkirina civaka navnetewî, bi hevkariya Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo ku komîteyên lêkolînê li ser vê mijarê ava bikin, nîqaş kirin. Ev komîte bi taybetî ji bo pêşketinên dawî ku li Sûriyê rû dane, gelek girîng e. Ji ber ku em dizanin beşek ji jinên Êzîdî yên hatine revandin, li kampa Holê dimînin.”
'Pêkanîna zagona efûyê wendabûna edaletê ye'
Nexem Nawzat metirsiyên xwe yên derbarê pêkanîna zagona efûya giştî de anî ziman û wiha got: “Ev zagon kesên ku nehatiye îsbatkirin ku tecawazkar in, efû dike. Ev yek jî tê wateya windabûna edaleta ji bo jinên Êzîdî. Em bi salan e daxwaza pêkanîna edaletê dikin ji bo ku birînên Êzîdiyan derman bikin. Azadkirina tecawizkar jî tê wateya vegerandina êş û qeyranan ji bo malbatên ku ji sûcên DAIŞ’ê zirar dîtine. Niha zêdetirî 200 hezar koçberên Êzîdî li wargehên herêma Kurdistanê bi cîh bûne û rewşa wan a jiyanî di nava xeteriyan de ye.”
'Çîrokên hezar û 200 jinan hatine belgekirin'
Nexem Nawzat çîrokên hezar û 200 malbatên di nav de jin û zarok jî hene û rastî destdirêjiyên komî û firotinê hatine, belge kiriye. Nexema ku bi sedan jinan re rûniştiye û çîrokên wan ên bi êş guhdar kiriye, wiha dibêje: “Min li çîrokên wan ên bi êş guhdarî kir. Rastî kiryar û êşkenceyên hovane hatine. Di encamê de gelek jinan xwe kuştine, hin jî bi travmayên derûnî re heya vê kêliyê dijîn. Zarokên ku emrê wan ji 12 salî mezintir nîne, li sûkan dihatin firotin û çeteyên DAIŞ'ê heya niha jî destdirêjiya li hember wan didomînin. Ez nikarim qêrînên jin û zarokên Şengalê ji bîr bikim.”
'Em bi çalakvanan re piştgiriya kesên rizgarbûyî dikin'
Nexem Nawzat hewl dide bi hin çalakvanan re alîkariyê bide jin û zarokên ku ji kiryarên DAIŞ'ê rizgar bûne û êşên wan siviktir bike. Ew jî bi rêya pêşkêşkirina bernameyên weke piştgiriya tibî, ew jî bi avakirina navendek piştevaniya kesên rizgarbûyî dike û piştevaniya derûnî û civakî ji wan re pêşkêş bike. Di heman demê de bi rêya bernameya Hikûmeta Eyaleta Baden-Württemberg ya Almanyayê, ji bo veguhestina qurbaniyan, ji bo dermankirin û rehabîlîtasyona psîkolojîk, zêdetirî hezar qurbanî û malbatên wan, anîn Almaniyayê.
'Pêşketina jinê pêşketina civakê ye'
Derbarê pêşxistina rastiya jinan a di civakê de Nexem Nawzat wiha got: “Pêşketina jinan bingeha pêşketina civakê ye. Ev yek jî bi rêya pêkanîna wekheviyê di nava herdu zayendan de, pêkan e. Divê piştevaniya jinan bê kirin ku beşdarî qadên jiyanî bibin. Ji bo ku bikaribe hebûna xwe nîşan bide û parastina xwe bike. Divê li dijî adetên civakê yên paşverû, jin bixebitin û sinetkirina jinan, zewaca bi zorê, zewaca di emrê zaroktiyê de, anîna pir zarokan û nexwendina di civakên Asya û Afrîkayî de bidawî bikin. Tevî ku jinên Êzîdî bi tengasiyan re rûbirû mane jî, bi hêz in. Ez hêza xwe ji cesareta wan digrim. Ji bo eşkerekirina kiryarên çeteyan ên derheqê ne tenê yên Êzîdî, yên hemû jinan de, xebatên xwe xurt dikim.”
'Bila hikûmet bi erka parastina gelê xwe rabe'
Nexem Nawzat diyar kir ku divê hikûmeta Îraqê bi erkên xwe yên zagonî rabe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê hikûmeta Îraqê li hember gelê xwe xwedî li erkên xwe derkeve. Her wiha girîng e ku hikûmeta Îraqî mûçeyek mehane bide kesên rizgarbûyî da ku debara xwe û malbatên xwe bikin. Divê bendên qanûnê yên têkildarî mafên civakî, tenduristî û perwerdeyê bên bicîhkirin û hemû dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê ji bo ku ew xal bên bicîhkirin, kar bikin.”