Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim

Dadgehê ji siyasetmedar Aysel Tugluk bi SEGBÎS’î beşdarî danişîna Doza Kobanê bû û got; “Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim. Nayê bîra min” xwest ji zorê parastina xwe bike.

Navenda Nûçeyan- 15’ danişîna Doza Kobanê ku bi hincet nîşanda ji ber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê hatin lidarxistin, di nav wan de hevserokên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, di roja pêncemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. 

Danişîna dozê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin, gelek parêzer, siyasetmedar û  nûnerê rêxistina girseyî dişopinê. Dema siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Aysel Tugluk bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bû

Siyasetmedar Aysel Tugluk ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gulten Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û parêzer Ezgî Gungordu refeqetiya Aysel Tugluk kirin.

Di danaşînê de parêzer Serdar Çelebî mafê axaftinê girt, daxwaza ji bo neguhdarkirina Tugluk dubare kir û raporên ATK’ê bi bîr xist. Dozgeriyê jî xwest ku Tugluk parastina xwe bi rêya parêzer bike. Şandeya dadgehê jî gotina “Heta astekî dikare parastinê bike” ya di rapora ATK’ê weke hincet nîşan da û daxwaza parêzer Çelebî red kir. Piştre jî derbasî îfadeya Tugluk bûn.

“Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim”

 Li gel ku Tugluk dema diaxiviya zehmetî dikişand jî, îfade dayîne domand. Aysel Tugluk, ji şandeyê re got: “Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim.” Şandeyê piştre hinek pirs ji Aysel Tugluk kirin, lê bersiv negirt. Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku pirsên ji Aysel Tugluk re hatine kirin dikeve darizandina mukerer û îtiraz kir. Ev îtîraz jî hat redkirin.

Daxwaz yek bi yek hatin red kirin

Piştre jî parêzer Kemal Akalin axivî û ev tişt anî ziman: “Hûn derheqê demansê de çi dizanin? Hûn li vê derê îşkenceyê li jineke kurd dikin. Hûn baweriya xwe bi çi tiştê ATK’ê tînin ku ji van raporan bibawerin? Destê xwe deynin ser wijdana xwe. Hûn henekên xwe dikin, hinek rêzgir bin.” Piştre jî parêzer Ezgî Gungordu mafê axaftinê girt û wiha got: “Îfadeyê Aysel Tugluk bi darê zorê tê girtin. Li gel ku Aysel xanim dibêje nikare îfade bide jî hûn pirsan jê dikin. Li gel ku dibêje nikare parastina xwe bike jî hûn bi darê zorê pirsan jê dikin. Ev îşkence ye..” Şandeyê îtîrazên Ezgî Gungordu red kir û dîsa ji Tugluk pirs kirin.

 “Parêzerê xwe jî nas nake”

Siyasetmedar Tugluk bi israr got ku pirsa fêm nake lê şandeyê jê re got; “hûn dixwazin ez hinek hêdîtir bipirsim?” û pirsên xwe domandin. Tugluk, got; “Çi tişt û kengî qewimiye ez tiştekî nizanim. Ez nizanim bê ka çawa têm darizandin.” Gultan Kişanak jî bertek nîşanî israra dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Ya ku tê kirin îşkence ye. Aysel Tugluk, parêzerê xwe jî nas nake lê hûn hêjta pirsan jê dikin. Em vê qebûl nakin, ya ku tê kirin îşkence ye û wijdana me ranegire.”

“Dosya ji hev cuda bikin

Piştre parêzer  Serdar Çelebî mafê axaftinê girt û wiha got: “Jêpirsîneke wiha nabe lê dîsa jî hûn didomînin. Niyeteke me ya ku parastinê nekin nîne lê heke jêpirsîneke were kirin divê pirsên we fêm bike û bersiv bide lê ew nikare vê bike. Ev yek dê weke şerma hiqûqê li dîrokê cih bigire. Ev li dijî hiqûqê ye. Yek du gotinên miwekîla min nabe parastin. Hûn bi awayekî keyfî tevdigerin, li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin.”

Parêzer Kenan Maçoglû ya mafê axaftinê girt, ev tişt anî ziman: “Rewşa tenduristiyê ya Tugluk li holê ye. Ji hev cuda bikin, di vê mijarê de biryara we çibe bila wisa be.”

Daxwaz nehatin berçav girtin

Parêzeran yek yek mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku lêpirsîna Aysel Tûglûk tê wateya îşkenceyê. Şandeya dadgehê daxwaza betalkirina jêpirsîna Tugluk û ji hev cudakirina dosyayê red kir û darizandin domand. Şandeyê piştre jî saetek navber da danişînê.