Sendîkvanên jin li Tûnisê ji bo wekhevî û parastina mafan têdikoşin

Jinên sendîkavan li Tûnisê bi dijwariyên mezin re rûbirû ne lê ew têkoşîna xwe ji bo hebûna xwe, bidestxistina wekheviyê di sendîka û civakê de didomînin.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Di cîhaneke ku kêşeyên civakî û siyasî didomin de, jinên kedkar di sendîkayên Tûnisê de di nava şerekî mezin de ne, hewl didin hebûna xwe îsbat bikin û parastina mafên xwe bikin.

Tevî zihniyeta mêr a serdest û adetên civakê ku riyên wan asteng dikin, jin dikaribûn di nava sendîkeyan de cih bigrin. Her wiha jinan dengê xwe ji bo edaleta civakî û wekheviyê bilind kirin.

Ezmûnên wê îlham da jinan

Mamoste Hediya Bin Fircanî da zanîn ku ezmûnên wê di sendîkayê de modelek îlhamê da jinên Tûnisê û got: "Karê min ê sendîkayê di zanîngehê de dest pê kir ku tevlî Yekîtiya Giştî ya xwendekarên Tûnisê bûm. Piştre tevlî Yekîtiya Mezûnên Bêkar û dû re jî Yekîtiya Giştî ya Karkerên Tûnisê bûm. Min berpirsiyariya sendîkayê ya parastina xwe û guhertina rastiya xwe girtiye ser xwe. Hêmana jinan di nava sendîkayê de bi gelek zehmetî û pirsgirêkan re rûbirû ye, ji ber ku civak hê jî beşdariya jinan di warên sendîkayî û siyasî de red dike. Civak bi çandeke baviksalar û serdest a mêran û meylek reaksiyoner jinan kêm dibîne û mîrata çandî û olî wekî çavkaniyek meşrûiyetê îstîsmar dike."

Bi dijwariyan re rûbirû ma

Hediya Bin Fircanî diyar kir ku yekem zehmetiyên pê re rûbirû maye, pabendbûnên wê yên malbatî bûn û wiha gotinên xwe domand: "Bi taybetî piştî ku li derveyî eyaleta xwe hatim hilbijartin. Her wiha ez bi hewldanên tehrîfkirin û dûrxistinê, gumanbarkirina li ser şiyana min a serkeftinê û heta destwerdana li jiyana min a taybet ji bo îsbatkirina têkçûn û ne guncawbûna min ji bo berpirsiyariyê re rûbirû mam.”

Hediya Bin Fircanî tekez kir ku civak ji ber hejmara wan a li gorî mêran kêmtir e, zextek mezintir li ser jinên ku di sendîkayê de dixebitin dike. Hediya wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ev yek wan dixe bin mîkroskopê û şaşiyên wan dike mijara zêdekirin û rexneyan, da ku pêşveçûna wan û xwesteka wan a guhertina rastiyê sînordar bike. Ev yek hêz, berxwedan û baweriya bi xwe hewce dike da ku bi pirsgirêkên berdewam ên bi salan re rû bi rû bimînin. Di sala 2019'an de, bi rêbazên xapînok û hewldanên tehrîfkirinê, ji berendamtiya sendîkaya perwerdeya navîn a seretayî hatim dûrxistin. Bi biryardariyeke mezintir li hemberî van dijwariyan derketim, heta ku dikaribûm endametiyê bi dest bixim û nirxa xwe îsbat bikim."

Hebûna jinan di pozîsyonên pêşengiyê de

Hediye Bin Fircanî tekez kir ku rêjeya jinan di pozîsyonên serokatiyê de hê jî "kêm" e, tevî pejirandina prensîba wekheviyê û pejirandina gelek peymanan. Hediya Bin Fircanî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Hebûna tenê du jinan ji 15 endamên Ofîsa Rêveberiyê rêjeyek pir kêm temsîl dike ku asta qurbaniyên jinan di salan de kirine nîşan nade. Sîstema kotayê hebûneke hejmarî dide jinan lê ew rola wan kêm dike û nahêle bigihîjin biryardayînê. Sendîkayiyên jin ji bo bidestxistina hêzek û beşdariyeke rastîn, hewceyê piştgiriya hevbeş di navbera xwe û ji sendîkayan bi xwe ne."

Divê sendîka piştevaniya jinan bike''

Hediya Bin Fircanî da zanîn ku Sendîkaya Giştî ya Karkeran a Tûnisê, ligel rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan, bi riya lêkolînên zanistî û lêkolînên meydanî yên ku mijarên tacîz, demjimêrên kar, dayiktî, mûçe û daxwazên din ên ku di rojeva sendîkayê de cih girtine, di parastina pirsgirêkên jinan de roleke pêşeng lîstiye. Bi van gotinan Hediya dewamî da gotinên xwe: "Yek ji destkeftên herî berbiçav damezrandina sendîkayan di qada çandiniyê de ye da ku jin bikaribin mafên xwe bi kar bînin. Zagona hejmar 58 a 2017'an a li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û zagona hejmar 37 a 2021'an a li ser karkerên malê, wan di parastina mafên jinan û rêdana wan ji bo damezrandina sendîkayên xwe de guhertinek kalîteyî temsîl kirin. Divê sendîka bi riya seferberî, hişiyarkirin û parêzvaniyê piştevaniya jinên li ber destpêkirina xebatên sendîkayê ne, bike. Da ku ew bikaribin di pozîsyonên serokatiyê de bi mêran re pêşbaziyê bikin. Bang li jinan dikin ku di gelek cihên sendîkayan de bi taybetî cihên serokatiyê bibin namzed."

Ezmûnên jinên pêşeng

Hediya Bin Fircanî destnîşan kir ku balkişandina ser ezmûnên jinên pêşeng dibe alîkar ku modelên rol ji bo pêşerojê ava bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di nav wan de Şerîfa Messadî ya wefat kir ku yekem jin bû tenê sê sal piştî damezrandina Sendîkaya Giştî ya Karkerên Tûnisê gihîşt cihê rêveberiyê. Her wiha Naima Hammamî ku piştî gelek hewldanan di sala 2017'an de di endamtiya komîteya rêveber de bi ser ket. Konferansa dawî ya di sala 2021'an de jî bi saya sîstema kotayê rê da Hoda El-Arabî û Siham Bûsta ku bibin komîteya Rêveber. Ez ji her sendîkavanek re dibêjim ku ger tu bihêz bî, ew ji bedena te natirsin lê ew ji hişê te yê fikirîn û ji şiyana te ya xeyalkirinê ditirsin. Ji ber vê dev ji xeyalên xwe bernedin."