‘Rola parêzeran di guhertina zagonan de girîng e’

Parêzera Mexribî Zahiye Emûmû tekez kir ku rola parêzeran di amadekirina zagonan de gelek girîng e bi taybetî di guhertina Zagona Malbatê de.

HENAN HARÎT

Mexrib – Di nava guherînên zagonî û civakî yên li Mexribê de parêzerên jin ên xwe weke hêza zagonî ya aktîf ji bo parastina mafê jinan nîşan dibînin. Çi bi riya serlêdana li dadgehan an jî bi beşdarbûna di pêşnûmeya zagonan û bandorkirina zagonan de be. Her ku tevgerên femînîst li Afrîkaya bakur û Rojhilata Navîn geş dibin, rola parêzerên jin di pêkanîna reformên hiqûqî yên wekhev de girîngtir dibe.

'Rola parêzeran di amadekirina zagonan de gelek girîng e'

Parêzer û endama Komeleya Kêşe, Wekhevî û Hemwelatîbûnê Zahiye Emûmû diyar kir ku aktîfkirina rola parêzerên jin, ne tenê ji bo serlêdana li pêşberî dadgehan girîng e, di heman demê de di amadekirina zagonan e û beşdarkirina di pergala zagonî de ji bo misogerkirina wekhevî û dadmendiyê jî girîng e. Zahiye Emûmû der barê nîqaşên li ser guherîna zagonên malbatî de wiha got: "Rola parêzerên jin û mêr tenê bi daxwaza li ber dadgehan sînordar namîne lê ew ji bo pêşketina sîstema zagonî rolên girîng dilîzin. Divê her reformeke zagonî rast be û bi hêsanî were bicihkirin. Ji bo ku rê li ber şîroveyên bi nakok venebe. Serkeftina van guhertinan ne tenê bi amadekirina metnên qanûnî yên nû ve girêdayî ye, di heman demê de bi amadebûna aktorên pergala dadweriyê ve girêdayî ye."

'Divê nirxandin ji hemû waran ve bên kirin'

Der barê rola komeleyên hiqûqî di nav de Komeleya Kêşe, Wekehvî û Hemwelatîbûnê ji bo guherînên rast ên zagonan Zahiye Emûmû wiha axivî: "Komeleyê muzekereyek pêşkêş kir ku tê de pêşniyarên ji bo guhertina Zagona Malbatê hene. Ev jî weke bersivek li ser nîqaşên neteweyî û têbînên ku hatine kirin e. Nirxandina pêşnûmeya guhertinên Zagona Malbatê ne tenê ji aliyê hiqûqî ve, di heman demê de ji aliyê sepandina pratîkî ya di nava dadgehan de jî tê kirin. Divê di vê dosyayê de parêzvanî ji hemû waran ve bê kirin."

'Zagon bi ketina meriyetê dikarin bên nirxandin'

Zahiye Emûmû destnîşan kir ku nirxandina Zagona Malbatê ya nû piştî pêkanîna wê gengaz e û got: “Ji ber ku ezmûna pratîkî ew e ku dê bandora reforman û pêkanîna wan eşkere bike. Hiqûqnas dê di refên pêşîn ên vê nîqaşê de bimînin. Ew jî bi riya parêzvaniya hiqûqî li pêşberî dadgehan, şîretkirina hiqûqî ji jinan re. Her wiha nirxandina pêkanîna metnên nû, misogerkirina pêkanîna edalet û wekheviyê. Dema ku zagona nû bikeve meriyetê wê demê em dikarin tecrubeya wê binirxînin û serkeftina wê dê di misogerkirina wekhevî û edaletê de eşkere bibe."