'Jin dikarin di cihên biryardayînê de rola xwe bilîzin'

Namzetên jin ên ku di hilbijartinên şaredariyê de li bajaroka Zrarieh a başûrê Lubnanê biser ketine dibêjin: "Jin bingeha civak û malbatê ne û dikarin di cihên biryardayînê de rola xwe bilîzin û rêveberiya civaka xwe bikin."

FADIYA CUMAA

Beyrût – Serkeftina sê jinan di hilbijartinên şaredariyê de li bajaroka Zrariehê ya başûrê Lubnanê û serkeftina jinek çaremîn di kursiya şaredariyê de, di dîmena siyasî ya herêmî de dîmenek berbiçav bû. Di navbera destekdayîn û dengdanê de, namzetên jin hebûna xwe di civakekê de ku dengên mêran demek dirêj di cihên biryardanê de serdest bûn de, diyar kirine. Ev serkeftin nekarî ji tevgera jinan a li seranserê Lubnanê were veqetandin. Jin bi îradeyek zelal ji bo şikandina klîşeyan û pêkanîna guhertinê dikevin qada hilbijartinê.

Ajansa me bi her sê jinên ku di hilbiajrtinê de biser ketinê re hevdîtin pêk anî.

‘Jin bi saya piştgirî û hezkirina gel biser dikevin

Profesora Zimanê Erebî Betûl Mihî El-Dîn diyar kir ku di warê serkeftina akademîk de nesekiniye, du bawernameyên Master 1 û Master 2 bidest xistişd. Betûl wiha got: “Sernavê derçûna min ‘Wêneyê Jinan di Helbesta Said Akl de’ ye. Ji ber ku jin ji bo min gelek girîng in û ez her gav li kêleka wan im. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi her tiştê ku di civakê de pê re rûbirû dimînin re rû bi rû bimînin. Her wiha bang dikim ku li hember zehmetiyan bihêz bisekinin û xwe bi zanîn, çand û çalakiya xwe nîşan bidin. Bi saya piştgirî û hezkirina gel, min ‘Lîsteya Pêşketin û Dilsoziyê’ qezenc kir. Ger ez di civaka xwe de serkeftî nebim dê mêr serkeftî bin û ji hêla welatiyan ve bên hilbijartin."

'Jin ne tenê nîvê civakê ne’

Zeynet El-Esed ku xwediya du bawernameyên masterê ye û 10 salan li El-Zerariyeyê di navendeke civakî û çandî de xebitiye jî balkişand ser girîngiya kotayê û wiha got: "Gelek çalakiyên çandî û civakî, di nav de hêzdarkirina jinan lidar xistin. Jin ne tenê nîvê civakê ne, ew hebûnên ku civak li ser wan hatiye avakirin in û divê neyên pişguhkirin. Ji bo min, ez ji kotaya ji sedî 30 hez nakim. Divê 'kota' nîn be. Hêvî dikim ku mirov, bi taybetî jin, wêrek bin ku xwe bidin pêş û bi bandortir beşdarî civakê bibin. Jin bingeha malbatê ne, ji ber vê ji bo wan ne dijwar e ku xwe bidin nasîn û li kêleka mêran di avakirina civaka xwe de beşdar bibin. Peyama min ji jinan re ew e ku ji xwe bawer bin."

'Pîvana me ya mirovî Xeza ye'

Endezyara çandiniyê ya pispora di warê genetîkê de Meriyem Merwa jî li ser xebatên şaredariyan rawestiya û wiha got: "Ez di demekê de ketim nav parastina nebatan ku genetîk tune bû. Ji bilî Sûriyeyê ku li ser baştirkirina çandiniya ceh û pemboyê dirêj-bingeh disekinî. Min çalakiya xwe di ‘Klûba Ciwanan a Al-Zararia’ de kir. Me di wê heyamê de rolek temamker a şaredariyê lîst. Mijarên girîng yên girêdayî xebatên şaredariyan, di çarçoveya bernameyeke taybet de dê werin pêşkêşkirin û pêkanîn.”

‘Divê roleke jinan hebe’

Meriyem Merwa bal kişand ser rola jinan a di avakirina civakê de û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jin stûneke bingehîn a civakê ne. Divê ew derkevin meydanê, ji bo hilbijartinê bibin namzed û li ser kar û fikarên bajêr biaxivin, Ji ber nêzîkbûna me ya bi dagirkeriyê re, bi taybetî li herêmên me yên başûr, em li ber volkanekê ne. Divê roleke jinan hebe, bixebitin, fêr bibin û derkevin meydanê. Pîvana me ya mirovî Xeza ye. Zarokên Xezeyê li ber çavên me dişewitin û tên bombebarankirin, lê em tiştekî nakin. Ev pir dijwar e. Tiştê ku piştî şerê li Xezeyê û êrîşên wêranker ên li dijî me hatine destpêkirin aşkera bûye ku dewletên Rojava tenê dirûşmeyan derdixe û têkiliyên wan bi azadiyê re nîne."