hiqûq
-

Di navbera qada dîjîtal û sîstema dadweriyê de…jinên Yemenî dijberê şantajê ne
Qanûnên ku jinan li dijî tundiya dîjîtal bi parêzin nîne. Lewra hin mînakên jinan ên ku dîwarê tirsê şikandine derketine holê. Van jinan bi rêbazên qanûnî li dijî kampanyayên reşkirinê derketine .
-

Li Tunisê karkerên çandiniyê yên jin heta çi astê azad in?
Li Tunisê rêxistinkirina karkerên jin a di qada çandiniyê de, ji ber ku ew karîne maf û erkên xwe fêm bikin, bûye sedema guhertineke kalîteyî ya di rewşa wan de.
-

Pirsgirêkên medya û jinan: Di nava gotinên rakêşî û şikandina qalibên darazê de
Li gel zêdebûna rola medyayê di şekildayîna civakê de, bingehê gotinên medyayê û di mijara bandorên ser pirsgirêkên jinan, nîqaş zêde kir. Gotinên tundiyê rewa dike, li aliyê din nêzîkatiyek ku hewl dide mafê jinan û zoriyên ku rastî tê bi teyîsîne.
-

Hiqûqnasa Mexribî: Reformên qanûnî bandorek tam li ser jiyana jinan nakin
Hiqûqnasa Mexribî Ibtîsam Tabat da zanîn ku tevî reformên girîng ên qanûnî yên ku Mexribê di 10 salên dawî de şahidî kiriye, hê jî di navbera metnên yasadanînê û pêkanîna wan a rastîn de valahiyek heye.
-

Sema Bekdaş: Em ê li dijî metirsiyan destkeftiyên xwe biparêzin
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş, diyar kir ku destkeftiyên şoreşa jinan bi hevgirtinê misoger dibin û got ku doza jinan yek e divê deng û daxwazên wan jî yek bin.
-

Lewahz El-Semeilî: Kuştina Yenar Mihemmed sûcek e
Çalakvana Tunisî, Lewahz El-Semeilî diyar kir ku kuştina çalakvana Îraqî Yenar Mihemmed sûcek e, armanca wê bêdengkirina dengên parêzvanên mafên jinan e û xetereyên ku çalakvan pê re rûbirû dimînin, zêdetir dibin.
-

Jinên Tûnisê: Berxwedanê bidomînin û ala aştiyê bi parêzin
Aktivîstên jin ên Tûnisê bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyamek destek û piştevaniyê ji jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa re şand û banga domandina têkoşîna li dijî pevçûn, şer û koçên bi zorê kir.
-

Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê banga parastina parêzvanên jin kir
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku peymanên navneteweyî bi cih bîne mafên mirovî yên jin biparêze.
-

Almaz Romî: Rêveberiya Xweser bi destkeftiyên xwe komployê pûç kir
Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, Almaz Romî, diyar kir ku Şoreşa Rojava pergaleke civakî ava kiriye û da zanîn ku siyaset li ser bingeha demokrasiya bingehîn, pirrengî û edaleta civakî ji nû ve hatiye pênasekirin.
-

Daxwaza jinên Iraqî maf û edalet e
Jinên Iraqî bi şahidiyên xwe balê dikşînin ser cudakariya di navbera mafên di qanûnan de tekez dikin ku pêdivî bi qanûnên dadwer, xurtkirina jinan heye. Her wiha xwestin statu û rûmeta wan di nava civakê de were parastin.
-

Jin li Mexribê bi riya avakirina wekheviyê civakê diguherînin
Jinên wek Suad Şabana û Şaîmaa Wahab, bi riya perwerdekirina zarokan û alîkariya ji bo dayîkan, hewl didin ku wekheviyê ava bikin û civakê biguherînin.
-

Kuştinên jinan zêde dibin: Dadwerî rola xwe nalîze
Parêzer Mariye Bîldîrîcî: Dadwerî di pêşîgirtina li kuştinên jinan de rola xwe nalîze Parêzer Mariye Bîldîrîcî Borazan bal kişand ser rola dadweriyê ya di nekarîna pêşîgirtina li kuştinên jinan de û got, "Fermanên parastinê demek dirêj e li vî welatî bêb
-

Li Tûnisê pêşnûmeya teqawidbûna zû rastî bertekan hat
Komeleya jinên Demokratîk a Tûnisê, diyar kir ku pêşnûmeya zagonî ya derbarê teqawidbûna zû ya jinên di qada taybet de dixebitin, veşartina cudakariya ku jinan dike hedef e û bang kir ku divê pîşeyên jinan nebin amûra hesabên siyasî û aborî.
-

Jinên Rojava ji bo destkeftiyên xwe bi fikar in
Piştî berxwedana 15 salan û fedakariyan, mafên jinan bi zoriyên nû re rûbirû ne. Jin bi fikar in ku destkeftiyên civakî û azadiya hiqûqî ku di nava civakê de bi dest xistine, ji destên wan were girtin.
-

Hevgirtina jinên Mexribê sînoran derbas dike
Di salên dawî de li Mexribê hevgirtina jinan tenê bi mijarên li nava welat re bi sînor nemaye; desteka ji bo cihên ku bi hezaran km. dûr in di nava şer, pevçûn û krîzan de ne zêde dibe.
-

‘Valahiya navneteweyî li Sûriyeyê dibe sedema sûcên komî yên li hember sivîlan’
Parêzer Nada Malikî balkişand ser berpirsyariya hêzên navnetewî ya li hember binpêkirinên mafên sivîlan ên li Sûriyeyê, got ku “Li welêt valahiyek heye, vê valahiyê rê daye hêzên cîhadîstan û komkujiyan pêktînin."
-

Ji ber dirêjkirina dozan û lêçûnan jin dest ji dozên nefeqeyê berdidin
Li cîhana ku jin li gelek deran rastî astengiyan tên, bi taybetî di warê gihîştina edaletê de zoriyên gelek zêde dikşînin. Li Mexribê jin li korîdorên dadgehan û ji ber lêçûna zêde hem ji mafê xwe yê nefeqeyê bêpar dimînin hem jî mafên zarokan nadin.
-

‘Daxwazên gelê Suweydayê parastina bajar û bihêzkirina ewlehiyê ye’
Aktivîst Necva et-Tavîl diyar kir ku cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam bi komkujiyên li dijî gelê Suweydayê pêk anîne bûne sedema şikestinê da zanîn ku îro daxwazên bingehîn ên gel, parastina bajar û bihêzkirina ewlehiya hundirîn e.
-

Parêzer Samîra Elî: Desthilata siyasî li Başûrê Kurdistanê hiqûqê nas nake
Parêzer Samîra Elî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê, desthilata siyasî di şûna ku kesên gendeliyan dikin û petrolê desteser dikin bidarizîne de, rojnamevanên ku van gendeliyan aşkera dikin didarizîne.
-

‘Cezakirina jina DAIŞ’î bi 10 salên girtîgehê, êşên jinên Êzidî kêm nake’
DAIŞ’iya Holandî ya bi navê ‘Hesna’ ji ber sûcên ku li hember jinên Êzidî kiriye, ji aliyê welatê xwe ve mehkûmî 10 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Êzidî li hember vê yekê bi hêrs in û ji bo DAIŞ’iyan daxwaza cezayê heta hetayî dikin.