Evîn Cuma: Krîza li Sûriyeyê destpêka şerê navxweyî ye
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumaa binpêkirinên ku li deverên Sûriyeyê rûdane şermezar kir û got: "Bang li xelkê Sûriyeyê dikin ku beşdarî diyaloga siyasî bibin. Tiştê ku li Sûriyeyê rû dane destpêka şerê navxweyî nîşan dide."

ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Mirovahiyê li peravên Sûriyeyê, li dijî civaka Durzî li Suweydayê û li gelek deverên din ên Sûriyeyê binpêkirinên tirsnak dîtiye. Berpirsiyarê rasterast ê van şeran jî Colanî (Ehmed El-Şeraa) û Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst e.
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumaa ji ajansa me re destnîşan kir ku kiryaran bi zanebûn pêk tînin û got ku dê Sûriyeyê û gelê wê ber bi hilweşînê ve bibin.
‘Di qonaxa nû de binpêkirin berdewam dikin’
Evîn Cuma diyar kir ku dema cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam desthilatdariya Sûriyeyê bi dest xistine, hêviyên gelê Sûriyeyê têk çûne û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Piştî hilweşîna rejîmê, hêviya me ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ji nû ve peyda bû, lê berovajî vê yekê qewimî. Çek zêde bûn û diyalog ne cidî bû. Tiştê ku li peravê qewimiye, bi hinceta bermahiyên rêjîma berê bûn. Komkujî û kiryar astên mirovahî derbas kirin û sivîlan dikirin hedef. Heta niha jî sûcdarên van kiryaran nehatine darizandin û lêkolînek rastîn li ser mijarê nehatiye kirin."
‘Şerê navxweyî û mezhebî gefê li herêmê dixwe’
Evîn Cuma destnîşan kir ku binpêkirin bi tenê li peravê sînordar nebûne û got ku li bajarên Hums, Hema, Ceramana, Sahnaya û bombebarana dêrê li Şamê dubare bûne. Evîn anî ziman ku tiştê li Suweydayê qewimîn û komkujiyên li dijî sivîlan hatin kirin, rastiya rêveberiya demkî ya nû nîşan dide. Evîn wiha got: “Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime dikare wek şerekî navxweyî were binavkirin û ev ji bo herêmê xetereyek mezin çêdike. Derbarê çarenûsa jin û mêrên winda û bi dehan cenazeyên nepenî yên ku nasnameya wan nayê zanîn de ti rapor an zelalkirin nehatiye dayîn. Nekarîna lihevkirinek di navbera rêveberiya demkî û gel de, kiryar û binpêkirin bipêş dikevin. Her pêkhateyek tevneke pêkhateya gelê Sûriyeyê pêk tîne û rol, dîrok, çand û mafê xwe heye ya jiyanê heye. Ji ber ku Sûriye bi pirrengiya xwe bi gelek mezheb û olên xwe tê nasîn."
'Hewcedarî bi diyaloga siyasî heye'
Evîn Cuma derbarê pêwîstiya vegera ber bi siyaset û diyalogê ve ya ji bo çareserkirina nakokiyên navxweyî de jî balkişand ser hinek xalan û wiha axivî: “Mixabin, mijara şerê navxweyî senaryoyek e ku bi zorê li ser erdê tê ferzkirin. Israra li ser navendîbûnê di rêveberiyê de û netevlîkirina hemû pêkhateyan, dê bibe sedema xirabtirbûna têkiliyên di navbera aliyên Sûriyeyê de. Em hêvî dikin ku em vegerin diyaloga cidî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de. Em ji bo çareserkirina krîzan bi rêbazên siyasî yên aştiyane bixebitin û Sûriyeyê ji şerekî navxweyî dûr bixin."
‘Divê her kes bê darizandin’
Evîn Cumaa bal kişand ser zagonên herêmî û navneteweyî da ku sûcdarên binpêkirinan hesab bidin. Evîn wiha pêl da gotinên xwe: "Zagona mirovî ya navneteweyî ku rewşên şer organîze dike û sivîlan diparêze, tiştê herî girîng e ku di qonaxa niha ya Sûriyeyê de were şopandin da ku sûcdarên sûcên şer hesab bidin û dawî li binpêkirinan û zêdebûna wan bînin. Li Sûriyeyê, divê destûrek rastîn bi rêya danûstandinên di navbera hemû pêkhateyan de were nivîsandin û divê ji bo temamkirina wê bernameyek bê destnîşankirin. Ev di serdema heyî de gavek pir girîng e. Divê li ser şêweyê destûr, hikûmet, hilbijartin û parlementoyê lihevkirinek hebe. Ger destûr ne berfireh be û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê neparêze, ew ê beşdarî çareserkirina krîza Sûriyeyê nebe."
Astengiyên li pêşiya şopandina belgekirina binpêkirinan
Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rêxistina Mafên Mirovan a di belgekirina van komkujî û binpêkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê hatine kirin. Evîn ragihand ku piraniya dozên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine dîtin şopandine û ev agahî dan: “Li çend deverên di hundirê Sûriyeyê de, me bi gelek çalakvanên mafên mirovan re hin xalên têkiliyê hebûn ku beşdarî belgekirina gelek binpêkirinên ku qewimîn bûn. Me wek rêxistineke mafên mirovan li Sûriyeyê hin şahidî bihîstin, lê ji ber ku em ne li wir in, belgekirin dijwar dibe. Ev jî mekanîzmayên pispor hewce dike. Lê hemû belgeyên ku gihîştine me tirsnak in.”