Li parlementoya Iraqê namzeta Afro-Iraqî: Dengekî li dijî cihêkariyê
Zeyneb Kermelî ji bo mafên Afro-Iraqiyan, jiholêrakirina cudekariya nijadî, bidestxistina edalet û wekheviyê û piştevaniya beşdariya wan a neteweyî, di Meclîsa Nûnerên Iraqê de bû namzet.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Afro-Iraqiyan (Iraqiyên Afrîkî) ne nûnertiyeke adil girtine û ne jî derfetên wekhev di perwerde, kar û beşdariya siyasî de girtine. Piraniya wan bi neheqiyê re dimînin ku rê li ber beşdariya wan a civakê digrin. Ji ber nebûna zagonên ku wan ji nijadperestiyê diparêzin, pêdîvî bûye ku ji bo naskirina mafên wan wek welatiyên wekhev di rûmet û mafan de, li gorî destûra bingehîn a Iraqê û prensîbên edaletê, têkoşîn were kirin.
Ji bo pêkanîna edaleta civakî û çewisandina li ser Afro-Iraqiyan, çalakvana mafên mirovan Zeyneb Kermelî, nûnera civaka ku çermê wan reş in a Iraqê û şêwirmenda Hevpeymaniya Kêmneteweyan, ji bo hilbijartinên parlemanî yên ku ji bo dawiya vê salê hatine plankirin, bûye namzet.
Ji bo danasîna mafên xwe xwest bibe namzed
Zeyneb Kermelî da zanîn ku namzediya wê ji bo Meclîsa Nûneran a Iraqê ji baweriya wê ya kûr tê ku divê mirovên çermê wan reş in li Iraqê wek kêmnetewe û komên etnîkî yên din bê cudakarî û bêparkirin ji mafên xwe sûd bigrin û got: "Ev bawerî ne ji valahiyekê hatiye, lê ji ezmûneke kesane ya tal a ku min jiyaye hatiye. Ji ber rengê çermê xwe cudakariya nijadî di nav qada jiyanî û kar de mam e. Ev ezmûn ne tenê kêliyek derbasbûyî bû, lê birîneke kûr bû ku hişt fêm bikim ka endamên civaka min çiqas êşê dikişînin ku rojane bê edalet û bêdeng dimînin. Ji ber vê xwest bibim nûnera Afro-Iraqiyan û parastina mafên wan di nav parlamentoyê de bikim."
Li dijî cudakariyê hewcedarî bi zagon û stratejiyên berfireh heye
Zeyneb Kermelî da diyar kirin ku têkoşîna li dijî cudakariyê bi derxistina zagonan û pêşxistina stratejiyên berfireh dest pê dike û wiha dewamî da gotinên xwe: "Divê ev zagon nijedperestî û cudakarî di hemû awayên wê de sûcdar bikin. Ji bo ku Afro-Iraqî bikaribin bi awayek wekhev bighîjin derfetên perwerde, kar û tendrustiyê. Her wiha rola xwe di jiyana siyasî û civakî de zêde bikin û binpêkirinên li dijî wan bişopînin. Di heman demê de hewl didim ji bo bernameyên piştgiriya perwerdehiyê ji bo mirovên reşik zextê bikim, polîtîkayên kar ji bo misogerkirina dadmendiyê reform bikim û însiyatîfên perwerdehiya pîşeyî bidim destpêkirin da ku jêhatîbûnan baştir bikim."
Kêşeyên ku Afro-Iraqî pê re rû bi rû dimînin
Zeyneb Kermelî bal kişand ser zehmetî û kêşeyên ku pê re rûbirû dimînin û wiha anî ziman: "Mezintirîn kêşe ew in ku sînordarkirinên civakî û cudakarî ye. Lê guhartin bi berxwedan û hevpeymanên bi kêmnetewe û civakên din ên Iraqê re ku ji bo mafên xwe şer dikin, gengaz e. Hebûna nûnertiyeke fermî ji bo Afro-Iraqiyan li Meclîsa Nûneran gelek girîng e. Ev yek dê demokrasiyê xurt bike. Her wiha divê kursiyên kota di parlamentoyê de bên dabeşkirin û temsîliyeta Afro-Iraqiyan di qadên dîplomatîk, ewlehî û hikumetê de werin grantîkirin."
Divê bibin xwedî dengekî gerdûnî
Zeyneb Kermelî tekez kir ku vîzyona wê ji sînorên herêmî derbas dibe û dixwaze ji bo Afro-Iraqiyan dengekî gerdûnî hebe ku êşên wan nîşan bide û di konferans û forumên navneteweyî yên bi mafên mirovan û mafên kêmneteweyan ve girêdayî de mafên xwe bixwaze. Zeyneb Kermelî wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em ê veberhênanê li însiyatîfên çandî û hunerî bikin ku balê bikşînin ser beşdariyên mirovên çerm reş di dîroka Iraqê de û kampanyayên hişyariyê yên hevbeş di navbera ciwanan de ji hemû civakên Iraqî, da ku ruhê welatîbûn û yekîtiya neteweyî, li ser bingeha edalet û wekheviyê, pêşve bibin."
Tevî hebûna rola wan di civakê de bi paşguhkirinê re dimînin
Hêjayî gotinê ye ku xelkê Reş li Iraqê beşek civakî ya resen pêk tînin ku xwedî rehên sedsalan e. ew bi rêya xebat, çand, huner û berxwedanê beşdarî avakirina civaka Iraqê bûne. Tevî vê hebûna demdirêj, ew hê jî ji paşguhkirina civakî, aborî û siyasî zehmetiyan dikişînin û hem di jiyana rojane de û hem jî di nav saziyên hikûmetê de cudakariya nijadî re dimînin.