‘Li Kurdistanê polîtîkaya rantê û bê mirov hiştinê tê pêkanîn’

Endamên Komeleya Ekolojiyê li dijî projeya li Zozanê Hesandinê yê Pasûra Amedê bang kirin ku her kes bi hev re dengê xwe bilind bike û di têkoşîna gel de cihê xwe bigre û diyar kirin ku divê hemû ekolojîst berê xwe bidin Pasûrê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Berxwedana gel a li dijî projeya madenê ku tê xwestin li Zozanê Hesandinê yê Pasûra Amedê were çêkirin didome. Ekolojîstan jî li dijî vê yekê bang kirin ku her kes dengê xwe derbixe û bang li parêzvanên xwezayê kirin ku bi gel re di nava piştgiriyê de bin.

Jinên endamên Komeleya Ekolojiyê diyar kirin ku li dijî polîtîkayên topyekun ên talanê, ew ê bi gel re têbikoşin û gotin: “Em li dijî polîtîkayên rantê û valakirina herêmê ji mirovan li vê derê ne.”

‘Dê moz û ajalên me tune bibin’

Yek ji bêrîvanên ku derketiye zozanan Tenzîle Aslan,  diyar kir ku ew bi mozên hingiv û xwedîkirina ajalan li zozanan debara xwe dikin. Tenzîle Aslan da zanîn ku ew bi salan e bi vî rengî dixebitin û zozan ji bo wan cihekî ku dest jê nayê berdan e û wiha got: “Em jin her havîn li vê derê ne. Moz û ajalên me li vê derê ne, em ji vê derê biçin em ê çi bikin? Em ê çi bixwin û vexin. Şîrketa ku were vê derê dê serweta xwe zêde bike lê em ê ji tiştên di destên xwe de bêpar bimînin û ji niha xizantir bibin. Ew çi jî bikin em ji vê derê naçin û ji wan re nahêlin. Ev der her tiştê me ye; mala me, karê me û zarokatiya me ye. Ji bo em vê derê ji zarokên xwe re bihêlin em ê destûr nedin talanê.”

‘Li vê derê armanc tenê rant û sermaye nîn e’

Endama Komeleya Ekolojiyê Gulistan Baran jî bi gotinên: “Hewl didin erdnîgariya Kurdistanê bi awayê topyekun bi qirkirina ekolojîk tune bikin” bal kişand ser talana ekolojîk û wiha domand: “Îro tenê ne li Hesandinê li her derê projeyên qirkirina ekolojîk tên meşandin. Em baş dizanin ku armanc tenê rant û sermaye nîn e. Dixwazin gundiyan ji warên wan derxin, bi derxistina mirovan van deran bê mirov bihêlin. Armanc ew e ku vê navçeya polîtîk vala bikin, berê şêniyên wê bidin bajaran û wan alîmîle bikin. Ji ber vê yekê berxwedana gelê Pasûrê pir watedar û hêja ye. Em ê li dijî van qirkirinan li ba gel bin.”

Divê her kes dengê xwe derbixe û piştgiriyê bide çalakgeran’

Aktivîsta ekolojiyê Çîlem Aydin jî ragihand ku ew ê li dijî polîtîkaya rant û talanê li ba gelê Pasûrê cihê xwe bigrin, banga piştgiriyê li hemû başan kir û wiha domand: “Em ji bo ji piştgiriyê bidin gel hatin vî zozanê û em ê di vê pêvajoyê de bi gel re bin. Kana madenê ya li vê derê were vekirin, ne tenê zozan dê bandorê li ser her dera vê axê bike. Ev der cihê çavkaniya ava gelek gundan e, bi çêkirina kana madenê dê av qirêj bibe. Li vê derê hezar cure giyayên endemîk hene. Bi vê yekê dê warê bi sedan ajalên kovî were tunekirin û xweza qirêj bibe. Talana li Kurdistanê nû ne, bi salan e ji bo valakirinê herêmê ji mirovan polîtîka tên meşandin. Gund hatin valakirin, mirov ji malên xwe dûr man, di bin navê ewlehiyê de bendav hatin çêkirin. Niha jî bi kanên madenê hewl didin zêdetir zirarê bidin vê derê. Hewl didin xwezayê bi temamî texrîb bikin. Em weke ekolojîst, li vê derê ne û em ê tu carî destûr nedin xweza were qirkirin. Çi hewce bike em ê bikin. Em ê bi gel re têkoşîna xwe berdewam bikin.”