Endezyara çandiniyê: Xweza li gorî berjewendiyên siyasî tê dîzaynkirin
Endezyara çandiniyê Bêrîvan Omer da zanîn ku ji ber xweza li gorî berjewendiyên siyasî tê bikaranîn û ewlehiya av û xwarinê li cîhanê namîne, pêwîstî bi parastina Şoreşa Jinan a ku yek ji bingehên wê ekolojîk e heye.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo - Li gorî hinek agahiyan, di 50 salên dawiyê de hejmara mirovan du qat zêde bûye, heta Tîrmeha 2022’an hejmara mirovan gihîştiye 7 milyar û 800 kesan ji lewre tê pêşbînîkirin ku heta sala 2050’yan dê ev hejmar bigihîje 11 milyarî. Rêhendeke din a krîza ekolojîk jî ava vexwarinê ye. Li aliyekî din jî bandorên endustriyalîzmê li ser xwezayê bûye sedema tunebûna gelek nebatan.
Nêrîna UNESCO û UN-Water li ser pirsgirêka avê
Rapora nû ya ku ji hêla UNESCO’yê ve di 22’ê Adara 2024’an de, li ser navê UN-Water hat weşandin, diyar dike ku heya îro, 2,2 milyar kes ji ava vexwarinê ya birêkûpêk a bi ewle û 3,5 milyar kes jî ji rêgezên paqij ên bi ewle bêpar in. Ango, armanca Neteweyên Yekbûyî ya misogerkirina gihîştina gerdûnî ya van karûbaran heta sala 2030’an dûrî serkeftinê ye û sedem heye ku mirov nîgeran bike newekhevî berfirehtir bibe.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî parçeyekî vê cîhanê ye û heman kareset û pirsgirêk tên jiyîn. Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî ya Şaredariyên Kantona Cizîrê û endezyara çandiniyê Bêrîvan Omer derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Sedemên pirsgirêkên hawirdorê
Bêrîvan Omer got ku di 10 salên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî êrîşan pirsgirêkên hawirdorê jî xwe dane der ku beşek jê li her derê hene û wiha berdewam kir: "Bilindbûna germahiya erdê û zuhabûn yek ji wan pirsgirêkên ku di cîhanê de bi pêş ketine ye. Gelek çem miçiqîn û rêjeya avê kêm bû, heta kêmbarîna baranê, ev jî rê li ber zêdebûna pirsgirêkên tendursitî û aborî yên mirovan vedike.
Yek ji pirsgirêkên herî zêde li herêma me derket, qirêjiya avhewayê bû, sedemên wê vedigere şerê ku çend sal in diqewime û xirakirina bajaran. Ji ber piranî avahî bi çîmentoyê tên avakirin û di dema hilweşandina wan de xaza ku ji wan derdikeve gelek bandorê li avhewayê dike, ev yek her biçe dê xirabtir bibe. Pirsgirêka herî mezin şer e, piştre hawirdor e. Ji ber ku ji şînatî, ajal bi çekên herî xeternak tên kuştin dawî li wan tê. Bikaranîna çekên kîmyewî xeterê li ser hebûna mirovan û tevahî rewşa hawirdorê çêdike. Ji ber ku axa çek lê dikeve ji nû ve şînbûna wê zor dibe, ji bo jiyana mirov, ajal û şînatiyan nabe. Ji lewre di roja îroyîn de hewcedariya cîhanê bi parastina xwezayê heye. Daristan hevsengiya xweza û mirovan li ser rûyê erdê çêdikin lê îro di cîhanê de ji sedî 20 daristanên cîhanê hatine şewitandin. Ger ew bi temamî werin şewitandin êdî mirov nikare li ser rûyê erdê bijî."
'Kêşeya hawirdorê sînorên erdnîgarî û siyasî nas nake'
Bêrîvan Omer da zanîn ku kêşeya hawirdorê sînorên erdnîgarî û siyasî nas nake û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema ku ew roj hat û zirar li xwezayê bû êdî dê bandorê li hemû cîhanê bike ji lewre Tîrmeha 2024’an weke Tîrmeha herî germ a beriya 200 salan hatiye binavkirin û ev tê wateya ku cîhan giştî bi pileya germahiyê re rûbirû dimîne û bû sedema mirina mirovan. Ligel zuhabûna av û axê, bandorê li ewlehiya xwarinê ya cîhanî dike û dibe sedema tunebûna wê. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê genimê herî zêde li wê derê çêdibe, ji ber guhertina avhewayê êdî weke berê berhem nade û ev yek bandorê li peydakirina nan dike lewre ev pirsgirêk cîhanê hemû digre nava xwe. Li gorî peymanên navneteweyî yên der barê parastina avê de divê ku ava çeman were parastin û ava bin erdê kêm were bikaranîn lê ji ber qutkirina ava çeman û miçiqîna wê mirov berê xwe didin bikaranîna ava bin erdê. Ew jî çavkaniyeke ne domdar e û divê ku ew jî were parastin, ji ber çavkaniyên ava zelal ya vexwarinê di cîhanê de pir kêm in, ji lewra kolandina bîran wê ava binerd jî biqedîne."
Peymana 1987’an ji 500 metrekup ber bi 200 metrekup di saniyeyê de!
Bêrîvan Omer bal kişand ser peymanên avê yên der barê çemê Firatê de di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de û wiha behsa xalên ku li ser li hev kirine û piştre hatine guhertin kir: "Di sala 1987’an de, Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re peymana parvekirina ava Firatê îmze kir û li gorî wê peymanê Enqerayê soz da ku salane 500 metrekup di çirkeyê de bide Sûriyeyê lê ev miqdar di salên borî de ji nîvî zêdetir kêm bûye û di hinek deman de gihîştiye 200 metrekup di saniyeyê de. Çavkaniya Sûriyeyê ya enerjiyê ji çemê Firatê ye, dema ku av kêm dibe neçar dimîne jeneretoran ji bo peydakirina avê bi kar bîne û ev dîsa dibe sedema qirêjiya avhewayê. Ji lewre heta niha di aliyê navneteweyî de tu hesab ji dewleta Tirk nehatiye pirsîn, ji ber ev pirsgirêk tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî nîe, pirsgirêkeke cîhanî ye. Ji derveyî wê jî mirovên ku malên wan li derdora çeman in neçar dimînin cihê xwe biguherînin û pê re koçberî çêbibe. Ev pirsgirêkên mirovahiyê ne ku di pîvanên navneteweyî de her çiqas kêşeyên siyasî hebin jî nabe dewletek avê weke çek li dijî dewleta din bi kar bîne."
‘Çemê Firatê çemekî ku her dem bi armancên siyasî hatiye bikaranîn e’
Bêrîvan Omer tirsa şimitîna erdekî kana zêr û herikandina madeyên jehrîn ber bi çemê Firatê li Tirkiyeyê bi bîr xist û got: "Çemê Firatê çemekî ku her dem bi armancên siyasî hatiye bikaranîn e. Her wiha projeyên dewleta Tirk a avakirina bendavan li ser çem her dem li dar in, xwestin gelek gundên gelê Kurd ên dîrokî binav bikin û pê re dîrokê winda bikin. Her çiqasî bi raberkirina bertekên hawirdorparêzan jî demkî ev plan hatibe rawestandin lê belê ev xeter hê jî heye. Heskêfa Bakurê Kurdistanê mînak e. Ji lewre ava ku li ser Sûriyeyê bi çêkirina bendavan ji hêla Tirkiyeyê ve, tê kêmkirin heta digihîje Iraqê kêmtir dibe û li gorî şopandina me gelek koçberî li Îraqê ji dora çem çêbûye. Têkildarî vê mijarê her çiqas bangewazî û raporên ku me şandine saziyên pêwendîdar ên avê hebin jî raporên me bê bersiv mane. Lê belê em raberkirina bertekan, şandina rapor û bangewaziyan xwe didomînin."
Kareseteke mirovî li deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixe
Bêrîvan Omer da xuyakirin ku ji bilî êrîşan kareseteke mirovî li ber deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha pêde çû: "Mirov bi karesetan re rûbirû ne îro, li gorî pisporan daketina rêjeya avê koçberî û kişandina zehmetiyên peydakirina enerjiyê çêdibe û ev bandorê li birêvebirina nexweşxaneyan û firinên nan jî dike. Enerjiya jeneretoran jî dibe sedema qirêjiya avhewayê. Ev hemû jî li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetiyên mezin in. Ger dewleta Tirk siyaseta xwe ya bi avê nede guhertin. Ji lewre îro hewldanên me yê zêdekirina rûberên kesk hene. Weke tê zanîn di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de li ser xwezayê û birîna bi hezaran daran, zirarek mezin gihîştiye xwezaya herema me di ser de jî em bi qutkirina avê re rûbirû ne. Ji bo wê zehmetiyên parastina xwezayê jî zêde dibin. Xweza li ku hebe dive were parastina, ev maf û berpirsiyartiya navneteweyî ye."
'Pratîka hawirdorparêz ekolojîk aktîvîst û jîngehparêzan pratîkeke şermok e'
Bêrîvan Omer koçberkirina xelkê Serêkaniyê yê resen û qutkirina avê li ser wan dixe rêza qirkirina ekolojîk û xwezayê û wiha sûcên tên kirin anî ziman: "Qirkirina ekolojîk û xwezayê di polîtîkayên li dijî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de xwe dide der. Ji bilî qirkirineke mirovî dewleta Tirk a dagirker qirkirina xwezayê jî pêk tîne. Birîna daran û veguhestina wan ji bo dewletên din, ev bi serê xwe qirkirineke ku di pîvanên navneteweyî de sûc e. Lê dema ku mijar dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dualîtiya dewletan xwe dide pêş. Li gorî îstatîskan heta niha nîv milyon dar li Efrînê hatine birîn û veguhestine bajarên Tirkiyeyê, ev jî dibin sûc li dijî dewleta Tirk. Ruxmö ku gelek kes xwe hawirdorparêz, ekolojîk û jîngehperest dibînin lê dema ku mirov li pratîkê dinêre, dibîne ku kêm e û pratîkeke şermok e."
'Xweza li gorî berjewendiyên siyasî tê dîzayinkirin'
Bêrîvan Omer dewletên ku xwezayê li gorî berjewendiyên xwe yê siyasî dîzayin dikin rexne kir û wiha domand: "Dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe yê siyasî xwezayê dîzayin dike û ev sûcekî mezin e li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Îro dagirker ava çeman bi bendava zuha dikin. Ji ber ku çem jî xwedî jiyanê ne û pê re hawirdor jî bi mirov, ajalan re dibe beşek ji parastina xwezayê. Mînaka wê jî çemê Ceqceq û Xabûr e ku êdî bû sedema çavkaniya gelek nexweşiyên tenduristî û derûnî. Ji lewre dema ku dewlet xwezayê li gorî xwe dîzayn dikin, bêguman wê bertekên xwezayî jî li hemberî mirovan derkevin. Zuhabûn, lehî û erdhejên di demên dawî de hemû encama hêrsa xwezayê ya li dijî kirinên mirovan in."
'Di nava Şoreşa Jinan de şoreşek ekolojîk jî heye'
Bêrîvan Omer bilêv kir ku Şoreşa Jin bi xwe şoreşeke ekolojîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şoreşek e ekolojîk di nava Şoreşa Jinan de çêbû ku em bikaribin pîvanên ekolojîk bikin bingeha rêveberiyê, bi vî awayî nebûya wê her dem destên hegemonîstan di nava xwezayê de be. Cudabûna şoreşa me ew e ku em li dijî navendîbûnê ne ji lewre dema ku gel bi xwe biryar bide wê pirsgirêkên xwezayê dernekevin. Ji ber miletên xwezayî di parastina sîstema xwezayê de rolekî aktîf dilîzin û dibin beşek ji wê xwezayê û her kes wê têkiliyê jî fêm nake. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em her dem diyar dikin ku xweza û zindiyên xwe ji mirovan ne cuda ne, mirov beşek jê ye û ne navenda xwezayê ye. Ji lewre bi pêşketina ku mirov navenda hemû xwezayê ye, hişt ku mirov her tiştî ji xwe re bi kar bîne. Em li vê derê ji bo têkoşîna vê yekê dikin ku bidin naskirin ku mirov beşek ji xwezayê ye û hev bi zindiyên din re temam dike. Pêwîstiya şoreşê ew e ku pîvanên rêvebirina civakê werin guhertin lewre girîngiyeke ku Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were parastin heye, ji ber mînakeke cuda ye ku çawa mirov bikaribin bi xwe biryarên xwe bidin, bi xwe bijîn û bi xwe çarenûs û pêşeroja xwe diyar bikin."