Li Çiyayê Gabarê talankirina daran hat belgekirin

Dîmenên nû yên cerdevanên ku li herêma Çiyayê Gabarê daristanan talandikin derketin holê.

Navenda Nûçeyan – Li herêmên Gabar, Besta Cûdî, Cilenimeja û Komatê yên Şirnexê komkujiya daran a ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin, didome.

Dîmenên nû yên birîna daran li qadeke berfireh a Gabarê derketin holê. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dîmenên wek belge de tê dîtin ku gelek dar hatine birîn, li kêleka rê li hev hatine danîn û li kamyonan hatine barkirin.