Ji bo parastina keviyên deryayê rêwîtiyek bi hezkirin

Ji xebatên şaredariyê heta hewldanên gel, ji kampanyayên şiyariyê heta avakirina rezervan, Samah Zeîla bi azwerî û biryardarî têkoşîna xwe didomîne. Ew balê dikşîne ku jin ne tenê xebatên hawirdorê dimeşînin, bi dilê xwe tevlî dibin.

FADIYA CUMA

Beyrûd – Aktivîsa hawirdorê Samah Zeila, bi xebatên ji bo hawirdorê ji jinan re riyeke xweser xêz kir. Bi bêminetiya ji nêrînên qalibgirtî re, bawer kir ku bi destpêkirina hewldaneke takekesî dê çalakiyeke kolektîf çêbibe.

Xebatên hawirdorê ne tenê aydê saziyên fermî yan jî pisporan e; qadek e, ji bo hemû kesên ku di ferqê de ne û azweriya wan heye. Ji bo kesên ku bawer dikin guherîn ji kes dest pê dike û bi hevkariyê mezin dibe… Dixwazî bi kampanyayê şiyarî û hayjêbûnê, bi hewldanên dilxwaz an jî polîtîkayên hawirdorê be, ev xebat kevirê bingehîn ê civakên ku bi xwezayê re lihevhatî ne, adil û bi tendirust in.

Rêwîtiya kedê ya ku bi dehan salan e didome

Di vê mijarê de mînakên kesên ku têkoşîna ji bo hawirdorê kirine doza xwe, ji bo parastina wê didomînin, li dijî zoriyan bê minet in, bawer dikin ku bandora her deng û gavek heye û îlhamê didin hene. Yek ji wan kesan jî aktivista jîngehê Samah Zeila ye.

Samah Zeila, dibeje ku xebatên wê yên di warê hawirdorê de ne biryareke ji nişkave ne jî rêwîtiyeke nû ye, di sala 1982’yan de dema ku hê 12 salî bûye dest pê kiriye. Wê salê bavê wê li bakurê Lubnanê komeleya yekem a hawirdorê ava kiribû û bi navê “bavê hawirdorê” dihat nasîn.

Vê komeleyê dûre li Lubnanê veguherî komeleyeke pêşeng. Di avakirina “Rezerva Xwezayê ya Giravên Palmê de ku yekem rezerva deryayê ya Lubnanê bû de cih girt. Di 9’ê Adara 1996’an de ji bo derxistina zagona bi hejmara 121 a ku Rezerva Giravên Palmê û Rezerva Horsh Ehden sererast dike piştgirî da. Her wiha di sala 1993’yan de bi awayê fermî di avakirina Wezareta Hawirdorê de roleke bingehîn lîst.

Samah Zeîla ji zarokatiya xwe ve, bi navbeynkariya “Buroya Ciwanan a Hawirdorê” di pêvajoyê de cihê xwe girt. Li herêmên cuda yên Lubnanê di sererastkirina bexçe, şaxistan û sererastkirina xaçerê de tevlî projeyên mezin ên hawirdorê bû. Ji ber ku li bajarê Mîna yê Trablûsê, di maleke ku derya jê ve xuya dikir de mezin bû, bi hawirdor û derdora deryayê re têkiliyek wê hebû.

Dûre di bavera salên 2016  û 2020’an de endamtiya Meclisa Şaredariyê û serokatiya komîsyonên hawirdorê û civakî kir. Di wê pêvajoyê de xebatên xwe yên hawirdorê ji nêz ve meşand. Dema ku peywira wê bi dawî bû bi taybetî, bi mezinbûna krîza avêtiyên ku bandorê li deryayê û tendirustiya mirovan dikir re, weke aktoreke civakî ya serbixwe xebata xwe domand. Ji ber wê yekê krîza avêtiyan ne pirsgirêka hayjêbûnê bû di heman demê de krîza hişmendiyê bû.

Jin bi xwezaya xwe zêdetir nêzî hawirdorê ye

21’ê Gulana 2025’an, di Roja Cureyên Biyolojîk ên Cîhanê de bi çandina darên zeytûnan dest bi kampanyayan kir. Dûre ji 31’ê Gulanê heta 5’ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê kampanyaya  “Green Blue” li dar xist; ji cihê xîzekê dest pê kir, heta plaja gel a li keviyên deryayê didome. Li bakur li navçeyên weke Barsa (Qura) yê û li qadên xwezayî kampanyayên hayjêbûn û paqijiyê li dar xist. Yek ji zoriyên herî mezin tunebûna binesaziya hawirdorî, nebûna konteynirên zibaleyan û tevgerên mirovan ên ku nediguherîn bûn lê bi xebatên dilxwaz, komê mezin kir, bi gel re rasterast têkilî danî û ji wan merheleyan derbas bû.

Samah Zeila, difikire ku jin bi xwezaya xwe zêdetir bi hawirdorê ve girêdayî ye, bi parastina jiyanê, xwedî zanîna berpirsyariyê ye. Xebatên jinan ên ji bo parastina derdora deryayê, li polîtîkayên hawirdorê rêgeza însanî û etîk zêde dike, hevsengiya rastîn a civakî nîşan dide.

Jin û teşedayîna polîtîkayên hawirdorê

Samah Zelîa ya ku ji sala 2013’an ve heta niha rêveberiya komeleya bavê xwe dike, li ser dosya û projeyên têkildarî deryayê kûr bûye. Ji plansazî heta pêkanîn û şopandinê, ji bo dibistan û zanîngehan bernameyên hayjêbûnê bi pêş xist. Di xebatên şaredariyê de, gelek projeyên li ser hawirdor û edaleta civakî meşand.

Di navbera 21 endaman de weke jinek bi tenê, ji bo komîsyona hawirdorê bernameyek xwedî dosyayên stratejîk amade kir. Van projeyan girav, rezervên deryayê, limana masîvanan, Girava Abdulwahab û berav. Li pênc cihan testên ava deryayê kir, dest bi plana berfireh a hayjêbûna hawirdorê kir û îmze avêt bin gelek projeyan.

Samah Zeila, balê dikşîne ku hem di saziyên biryarê de hem jî ji derveyî saziyan, jin dikarin guherînên rastîn çêbikin, bandoreke hawirdorî û civakî ava bikin û dibêje: “Jin di teşedayîna polîtîkayên hawirdorê de û di rêveberiya projeyên qadê de divê cih bigrin. Ev yek ne tenê daxwaz e, ji bo hawirdoreke bi bandortir û berdewamî ev pêwist e.”

Guherandina nêrîna qalibgirtî

Samah Zelîa diyar dike ku destpêkê civak ji bo hewldanên wê yên hawirdorê û rêveberiyê şaşewaz dibû lê bi demê re bi taybetî piştî ku gel xebata wê ya cidî û daîmî dît bi erênî nêz bûye û wiha didomîne: “Ez rastî şîroveyên kesên ku digotin xebata jinan a hawirdorê pêdiviyeke esasî nîn e hatim lê bi baweriya min a bi dozê û bi xebatên qadê re min bersiv da. Bi wê yekê min vê nêrîna qalibgirtî guherand. Di kampanyayên hawirdorê de beşdariya zarokan pir girîng dibimim lewre ew avakarên pêşeroê ne û parêzvanên hayjêbûna hawirdorê ne. Zarok di malbatê û derdora xwe de dibin sedema guherînan. Bi beşdariya zarokan, min dît ku eleqeya malbatên wan jî zêde dibe.”

‘Guherîn bi hewldanê dest pê dike’

Samah Zeila, li bajarê Mîna hewl dide kampanyayên li derdora deryayê û parastina giravan berfireh bike. Xeyala wê ew e ku vê yekê li herêmên din jî bixe meriyetê û wiha didomîne: “Fikra “Kuluba Derdora Deryayê ya ji bo Zarokan” bi min re heye. Ji bo ku qadên hêlînên kûsiyan bişopînin. Ez dixwazim tora şopandina hawirdorê ava bikim. Her wiha ji bo zarok û ciwanan navenda hayjêbûna ji hawirdorê ava bikim.”

Samah Zelîa gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Peyama min ji bo jinên ku karê hawirdorê yê mêran dibînin an jî tenê bi şaredariyan re bi sînor dikin ev e: Hawirdor ne di tekela tu kesê de ye. Hemû kesên ku îrade û hezkirina wan heye dikarin bixebitin. Nesekinin dudilî nebin, ji cihê hûn lê ne dest pê bikin. Guherîn bi hewldanê dest pê dike. Hawirdor zanistek e, zaniest jî çeka we ye.”