Çavkaniyên avê di bin xeteriyê de ne

Hevseroka Midûriyeta avê ya Kobanê Zozan Xelîl diyar kir ku li seranserî dinyayê krîza kêmbûna avê heye û bang li gel kir ku avê bi sexbêrî bikar bînin.

NÛRŞAN ABDÎ

Kobanê – Krîza avê ya li dinyayê û bi taybetî li Rojhilata Navîn tê jiyîn, wek pirsgirêka mezin a hewirdorê ku rasterast gefê li jiyana mirovan û aramiya civakê dike, tê dîtin. Ev xela di astek zêde de bandora xwe li hawirdorê, hebûna lawiran û xwezayê bike, wê di pêşerojê de xwegihandina avê di asta dinyayê de bibe sedemên bingehîn ên şeran.

Zêdeyî 2 milyon mirov di aliyê xwegihandina ava paqij de pirsgirêkan dijîn. Lêkolînên dawî piştrast dikin ku li dinyayê û Rojhilata Navîn, di asta ava bin erdê, çem, deryayan de kêmbûnek zêde heye. Ev pirsgirêk ji bo mirov, xweza û lawiran krîzek cidî ava dike.

Di nava sedemên kêmbûna asta avan de, bikaranîna mîktarên zêde yên di eraziyên çandiyên de (ji sedî 70), guherîna avhewayê, rêjeya kêmbûna baranê, helîna qeşayê, zêdebûna nifûsê û qirêjî heye. Ji ber qirêjiyê gelek çem ji bo ava vexwarinê ne guncaw in. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji cihên ku herî zêde ji vê krîzê bandor dibe ye. Guherîna avhewayê, kêmbûna baranê û ji derveyî hişkesaliyê, qutkirina avê ya ji aliyê dewleta Tirk ve jî, bandorê li herêmê dike. Herêmên girêdayî çemê Firatê, di demên dawî de nêzî 4 milyar metrekup windahiya depokirinê jiya. Qebareya giştî ya bendavê 14 milyar metrekup e, asta avê jî ji asta deryayê di sînorê ku divê maksîmun 304 metre be, 6 metre kêm bûye.

‘Krîzek kurewî ye’

Hevseroka Midûriyeta Avê ya bajarê Kobanê Zozan Xelîl diyar kir ku dinya krîza avê ya mezin û rast dijî û gelek civakan dengê xwe bilind kirine. Zozan destnîşan kir ku krîza avê krîzek kurewî ye, ne xwecihî ye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê divê, ji bo temînkirina avê çareserî bên dîtin. Ji ber ku kêmbûna avê li gelemperiya dinyayê gefê li mirovatiyê dixwe.”

Zozan Xelîl sedemên kêmbûna asta avê ya di dinyayê de rêz kirin û wiha got: “Zêdebûna pileyên germahiyê ji asta wê ya normal, zêdebûna şewatên daristan û daran, bi guherîna avhewayê re kêmbûna ava binê erdê. Ev ne tenê li herêmên me, li tevahî cîhanê krîz e.”

Sedemên kêmbûna avê

Zozan Xelîl da zanîn ku ji ber kêmbûna asta avê, gelek civak neçar mane koç bikin û got: “Mirov ji bo ava paqij û vexwarinê bibînin, neçar dimînin dest ji xak, mal û jiyana xwe berdin.” 

Zozan Xelîl têkildarî krîza avê bi taybetî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Sûriye ji bo temîna avê girêdayî çemê Firatê ye. Lê belê asta Firatê li gorî berê gelek kêm bûye. Beriya salan di saetê de 500 metrekup av pompe dikir, îro ev ast gihaye 150 metrekupan. Bandorên vê kêmbûnê di nava 10 salên dawî da bi eşkereyî tê dîtin.”

‘Divê çavkaniyên avê bên parastin’

Zozan Xelîl têkildarî xebatên Midûriyeta avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt gotin: “Li herêma me ji ber kêmbûna astê avê, borî êdî naxebitin. Ji bo pêkanîna pêwîstiyên gel êdî di pompekirin ava pêwîst de zorî tên jiyîn. Ji ber vê hinek pompeyên li Kantona Firatê sekinîne, gelek bîr bûne hez û nayên bikaranîn. Ev jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan.”

Zozan Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku di aliyê bikaranîna avê de sexbêr bin û wiha got: “Divê gelên dinyayê ava maye biparêze. Di çandinî û sanayî de av bi baldarî were bikaranîn, ava deryayê bê palandin û bîne halê veguherandinê. Ji bo parastina bîrên avê, divê parastinek navnetewî were pêkanîn. Divê têkildarî girîngiya av û çavkaniyên avê hişyariya civakê were belavkirin.”