‘Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê talan dike’

Femînîsta jîngehê Helwest Abdulkerîm diyarkir ku dewleta Tirk bi riya bombardûman û şewitandina rez, bax û daristanan, jîngeha herêma Kurdistanê tune dike û got ku divê hemû dostên jingehê li dijî vê yekê rabin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî - Qirêjbûn û tunekirina jîngeha herêma Kurdistanê rojane zêde dibe. Êrişên dewleta Tirk li ser xaka herêma Kurdistanê û bêdengbûna aliyên siyasî li dijî van êrişan sedemê sereke yê tunebûna jîngehê ye. Ev bi salan e dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser navçeyên sînorî yên xaka başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam dike û bi çekên kîmyewî û bombardûmanan jiyana hemwelatî û jîneghê dixe metirsiyê.

Dewlate Tirk di 15’ê hezîrana 2024’an de leşker kêşaye nava xaka başûrê Kurdistanê, di encam de artêşa Tirk 381 caran êriş û bombardûman li ser herêma Kurdistanê pêkanî. Ev jî bû sedemê koçberbûna hemwelatiyên sivîl, ji dest dana rêz, bax û zeviyê çandiyê, berhemên cotyar û dahata jiyana gundiyan, wêranbûna jîngeh, birîndarbûn û jiyana xwe ji destdana welatiyên sivîl.

Her wiha di nava 24 saetan de li bajarê Silêmanî di sê demên cûda de li çiyayê Guwêj şewat derket. Di 28’ê tîrmehê de beşek yê çiyayê Guwêj şewitî û di 29’ê tîrmehê de ji ber sedemê ne diyar beşek din yê çiyayê Guwêj şewitî, nêzî 200 dunum zevî şewitîn. Her wiha di saetên êvarê ya heman rojê de li sînorê gundê Tegeranî devera Şarbajar ya bajarê Silêmanî ji ber sedemên ne diyar şewat derket.

‘Bi riya şewitandin û birîna daran xwezaya Kurdistanê talan dikin’

Femînîsta jîngehê Helwest Abdulkerîm derbarê şewatên daristana de wiha got: “Êriş û dagirkeriya dewleta dagirker a Tirk bi riya êrişên dironan, hewl dide jîngeha herêma Kurdistan tune bike. Dewleta dagirker a Tirk ev bi salane êriş û dagirkeriya xaka herêma Kurdistan berdewam dike. Bi riya birîna daran û şewitandina zevî û çiyayan dixwazin jîngeha Kurdistanê talan bikin. Rêgirîkirina li çapemeniya azad ji bo şopandina dagirkeriyê bûye sedemê nabûna daneyên rast li ser dagirkeriya dewleta Tirk. Ji ber wê em hemwelatî nizanin çend hektarên zeviyên çandiniyê ji ber bombardûman û dagirkeriya dewleat Tirk tune bûne û li kêleka wê ev bi salane êriş û dagirkerî zêde dibin.”

‘Êriş û dagirkeriyê dibe sedemê tunekirina xak û jîngeha herêma Kurdistanê’

Helwest Abdulkerîm da zanîn ku êriş û dagirkerî sedemên serke yê ji navbirina jîngeha herêma Kurdistane û wiha got: “Armanca welatên serdest kontrolkirina welatên cîran in. Dewleta dagirker ji bo kontrolkirina xakek din, pêngava yekem ji bo qirkirina jîngehê davêje. Bi riya ji navbirina çavkaniyên jîngeh û xwezayê hewl dide armanca xwe pêk tînin, dema gundan wêran dikin kar û hêza kar ya li herêma Kurdistan ji nav dibe, gundiyan jî neçarî koçkirinê dikin. Ew ajalên ku mirov ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe xwedî dikin tune dibin. Armanca êriş û dagirkeriya deweta Tirk ji navbirina û wêrankirina xwezaya herêma Kurdistanê û jinavbirina xak û destkeftiyên herêma Kurdistanê ye. Berdewamiya êriş û dagirkeriya heye tevahî xak û jîngeha herêma Kurdistanê ji nav dibe.”

‘Divê helwest bê nîşandan’

Helwest Abdulkerîm anî ziman kutunekirina jîngehê dibe sedemê tunekirina çakaniya aboriya herêma Kurdistan û wiha got: “Tunekirina çavkaniyên aboriyê dibe sedemê bê kariya gundiyan. Gundî bi riya çandiniyê derfetê kar ji bo xwe û beşek gundiyan pêktîne. Bi van êrişan ev derfet jî ji destê gundiyan derdikeve û her wiha ew ekosîstema li gundan heye, gundiyan ji cihê wan koçber dikin. Dostên jîngehê zengila metirsiyê lê dane, divê tevahî dostên jîngeha cîhanê li ser vê rewşa jînegah herêma Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin. Li ser asta cîhanê dengê xwe li beramberî êriş û dagirkeriyê bilind bikin û ragihînin.”