Senteza bawerî û olên yek xwedayî: Durzîtî – 1 

Ev pergalên baweriyê di heman demê de li ser bingeha civakîbûnê, xwedî bîrdozî, felsefe û ferasetek berxwedanê ye jî. Yanê ne tenê bi çawaniyên hundirîn, di heman demê de bi aliyê diyalektîk û zanistiyê de jî xwedî girîngiyek in.

Navenda Nûçeyan – Di cihanê ye yekem da gelek milet û komên baweriyê yên weki Kurd, Dûrzî, Ermen, Cihû, Suryanî, Rûm, Çerkez, Nusayrî (Elewî), Marunî û gelekên din, bi sînorên çêker hatine perçekirin û bi piranî ew kirine xeleka herî lawaz a sîstemê. Yek ji civatên ku para xwe ji van perçekirinan stendine jî, Dûrzî ne.

Gava em li dîroka baweriyan dinhêrin, baweriyên têkildarî xweza û hebûnê yên civatên mirovan ku bi civaka xwezayî re derketine holê, wan dike mîkro gerdûn. Di serdemên destpêkê de bawerî ne bi awayek cudakirinê; bi awayek ku hemû derdorên civakê digre nav xwe û yekpareyi ye, bipêş ketiye. Her ku civakîbûn mezin bûye, civak fireh û berfireh bûne, girêdayî şertên erdnîgarî û standarkên jiyanê, di baweriyan de cudahî pêk hatine. Di nav demê de ev bawerî veguherîne, lê dîsa jî avabûnên ku dikaribûn bandorên baweriyan heta îro bînin, pêk hatine. Nîşaneya herî berbiçav a vê yekê, nêzikatiya wekhevîhez a di navbera jin û mêr de û erêkirina jinê ya wek pêşeng e. Mînak, di baweriya Êzidî de jin di rîtuelan de rola pêşeng digrin ser xwe; Di Kakaîtî û Yarsanîtiyê de mafên jinan wek yên meran in. Ciyê wan ê di civakê de jî, bi baldarî tê parastin. Di Elewîtiyê de li derveyê wekheviya jin-mêr tevbigerî, ev wek şermeke civakî tê dîtin. Di baweriya Dûrzî de jî bingeha têkiliyên jin-mêr de wekhevî heye û tu zextek li ser jinê, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hê gelek pergalên baweriyê hene ku vê ferasetê heta îro jî anîne. Bi vê yekê re, her çiqas di bin bandora olên yek xwedayî ya jinê der dike de mabin û ferasetên ku mafên civakî tenê ji bo hinek derdoran dane de mabin jî, van baweriyan cewhera xwe parastine. Her wiha ev pergalên baweriyê ne tenê bâtinî an jî metafizik, di heman demê de li ser bingeha civakîbûnê, xwedî bîrdozî, felsefe û ferasetek berxwedanê ye jî. Yanê ne tenê bi çawaniyên hundirîn, di heman demê de bi aliyê diyalektîk û zanistiyê de jî xwedî girîngiyek in. 

Tiştê ku Rojhilata Navîn dike Rojhilata Navîn, malovaniya wê ya ku di dîrokê de ji bo gelên berxwedêr û afirîner, bawerî û çandan kirî ye. Ji bo nasîna gelên li vê erdnîgariyê, destpêkê xwendinên dîrokî pêwîst e. Bi sedan heta bi hezaran bawerî, çand û netew hene ku navên wan hindik hatine bihîstin an jî di bin zextên faşîzan ên demê de rastî komkujiyan hatine û bi têkçûnê re rûbirû mane. Ji bo ku mirov Rojhilata Navîn baştir nas bike û fam bike, divê mirov li paşeroj, îro û pêşeroja van gelên ku her yek ji wan mijarek lêkolînê ne, binhêre. Di vê nivîsa xwe de jî emê yek ji van gelan, Dûrziyan binirxînin. Tê gotin ku Dûrzî xwedî paşerojek in ku bi esasî ji herêmeke Nîvgirava Sîna destpê dike, ji Misrê heta Çiyayên Torosê ve diçe. Li Sûriyeyê wek komek baweriyê ne. Têkildarî koka etnîkî ya Dûrziyan jî, heta îro agahiyek zelal û sedîsed tuneye. Piraniya agahiyên heyî, ji texmînan pêk tên û xwe dispêrin rîwayetan; lewma jî xwe naspêre çavkaniyên berbiçav û piştraskirî.  

Di vê gotarê de em ê li ser Durziyan (yan Durûziyan) ku yek ji van gel û baweriyan e, bisekînin.

Dewleta Fatimiyan 

Dûrzî, civatek ku girêdayî baskê Îmaîliye yê Şîatiyê ye û di bin bandora ferasetek ku wek Îmamheza Heftemîn tê zanîn de mane. Dûrzî, tînin ziman ku ji pênc pêxemberan bawer dikin; di lêkolînên giştî de tê diyarkirin ku Dûrzî, baweriya heft îmam û heft pêxember esas digrin. Bingeha baweriyên wan, xwe dispêrin Xelîfeyê Fatimiyan El-Hâkim Bîn Emrillah. Dûrzî, el-Hâkim ne tenê wek xelîfeyek wek rûdana Xweda ya li ser rûyê erdê dipejirînin. Hamza bîn Alî ku alîkarê wî ye û damezrînerê pergala baweriyê tê dîtin jî, wek pêxember dibîne û herduyan wek fîgurên pîroz bi rêzdarî bibîr tînin. Dûrzîtî, pergalek xweser a baweriyê ye ku di sedsala 11. de ji baskê Îsmaîliyye yê mezheba Şiî derketiye holê ye. Dûrzî ji xwe re dibêjin “Muvahhîdûn” yanê “ehlê/a Tevhîd” (yên ku dikin yek, ji yek xweda bawer dikin). Ev civata bawerî, ji aliyê 6’emîn xelîfeyê Dewleta Fatimî Ebu Alî Mansur el-Hâkîm bi-Emrillah û wezîrê wî Hamza bîn Alî ve hatine teşekirin. Li gor çend rîwayetan, ji aliyê bawerek bi navê Hamza bîn Alî Ahmed ve, prensîbên bingehîn ên Dûrzîtiyê hatine nivîsandin. Tê gotin ku Hamza li bajarê Zozan ê li herêma Xorasana Îranê jidayîk bûye, 20 salên destpêka emrê xwe li wir derbas kiriye. Di serdema ku Xalîfetiya Fatimiyan hat avakirin de, di çaxek ku zanistî bipêş ketiye de, tê gotin ku koçî Qahireyê kiriye. Piştî demeke li qesra Fatimiyan şêwirmendî kiriye û bi saya vê erke, azadiya fêrkirina aşkera ya zanînên xwe bidest xistiye. Li hember Hamza, fîgurek girîng ê bi navê Muhammed bîn Îsmaîl Neştekîn ed-Derezî serî rakiriye. Derezî, xebatkarek li ber destê El-Hâkîm e û hewl daye ku xwe wek îmam bide îlankirin. Lê xelkê li hember vê rewşê xwe neqayîl kiriye û di raperînek ku di sala 1020’an de çêbûyî de, Derezî hatiye kuştin. Piştî ku Neştekîn ed-Derezî û alîgirên xwe hatin înfazkirin, Hamza bîn Alî hê du salên din jî baweriya xwe bipêş dixe. Hin kes vê sazîbûnê wek tarîqat binav dikin, hinek jî wek sentezek olên yek xwedayî an jî pergalek xweser a baweriyê dibînin. Ev baweriya ku Hamza bipêş xistiye, bi mînakgirtina navê Dereziyê ku li hember wî serî rakiriye û ji aliyê xelkê ve hatiye derkirin, navê “Dûrzîtiyê” digre. Dûrzî Resâîlu’l-Hîkme jî wek pirtûka pîroz qebûl dikin. Ev pirtûk bi taybetî jî, li ser aliyê ehlaqî û polîtîk ê civakê disekine. Li gor baweriya Dûrzî, di bingeha hemû yasa û prensîban de, ehlaqa civakî cîh digre. 

Vexwendina îlahî

Baweriya Dûrzîtiyê, li ser bingeha baweriya îlahî ya 6’emîn Xelîfeyê Fatimî Ebu Alî el-Mansur el-Hâkim bi-Emrillah bipêş ketiye. Di baweriya Dûrzî de ew mîna Xweda tê dîtin. Navê “Doza Tevhîdê” an jî "Vexwendina Îlahi” dane wê vexwendinê. Beşdarbûna li Dûrzîtiyê, bi heyamek ku ev vexwendin hatiye kirin hatiye sînorkirin. Li gor vê yekê deriyê vexwendina ji bo Dûrzîtiyê, ji aliyê Xelîfeyê Fatimî el-Hâkim bî-Emrillah ve di 30’ê Gulana 1017’an de roja Pêncşemê, dema roj diçû ava hatiye vekirin; di sala 1043’yan de jî ji aliyê El-Mu'tena Baha’ud-Din ve hatiye girtin. Lewma jî sala 1017’an ji bo Dûrziyan wek destpêka salnameyê tê qebûlkirin. Baweriya di Dûrzîtiyê de ya wekî “Mirov nabe Dûrzî, wek Dûrzî jidayîk dibe”, xwe dispêre vê ferasetê. Ev di heman demê de baweriya ku dibêje baweriya Dûrzî bi Dewleta Fatimî ya li Misrê hatiye avakirin destpê dike, piştras dike.  

Labîrentên sînor: Belav bike, parçe bike, birêve bibe

Bi Yekemîn Şerê Cîhanê re li herêma Levantê dest bi xêzkirina sînorên çêker ên Wîleyata Şamê ku di Erebî de wek  "Bîlâdu’ş-Şâm" an jî "El-Maşrîk" tê zanîn, kirin. Van sînoran, rêveberiyên mandatê ku Brîtanya û Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî li herêmê peyda bikin pêk anîne, digirt nav xwe. Di vê çarçoveyê de sînorên Sûriye, Lubnan û Filîstînê ji nû ve hatin diyarkirin. Di vê pêvajoyê de gelek milet û komên baweriyê yên weki Kurd, Dûrzî, Ermen, Cihû, Suryanî, Rûm, Çerkez, Nusayrî (Elewî), Marunî û gelekên din, bi sînorên çêker hatine perçekirin û bi piranî ew kirine xeleka herî lawaz a sîstemê. Yek ji civatên ku para xwe ji van perçekirinan stendine jî, Dûrzî ne. Bi sînorên çêker, li Rojhilata Navîn û dîasporayê belav bûne. Îro tê payîn ku li giştiyê dinyayê di navbera milyonek û 2 milyon de Dûrzî hene. 700 an jî 800 hezar ji vana, li bajarên Sûriyeyê, yên wekî Suweyda û Dera (Cebel el-Dûrz) yanê li herêmên nêzî sînorê Îsraîlê dijîn. Nêzî 250-300 hezar ji vana, li Çiyayên Şûfê yên li Lubnanê, 30-40 hezar li derdora Ammana Urdûnê, 100-150 hezar jî, li Îsraîlê dijîn. Yên mayî jî, li welatên cur bi cur ên Rojhilata Navîn û li dîasporayê belawela dijîn. Lê ev hejmar, tenê yên ku tên payîn in; ji ber ku heta niha Dûrzî bi awayek taybet li gor nasnameya xwe nehatine jimartin. 

Sibê: Senteza bawerî û olên yek xwedayî: Durzîtî – 2