Projeya mîsogerkirina mafê jin û gelan: Netewa Demokratîk

Netewa Demokratîk projeyek e ku ji bo bidestxistina azadiya civakî û çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn têkbirina nakokiyên mezhebî û xeyalên biyanî ye. Armanca wê jî, wekheviya zayendî ye.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Projeya Netewa Demokratîk ji bo têgeha dewleta serdest û dewleta kevneşopî, netewperest û otorîter, alternatîfek siyasî û civakî ye. Bi vê projeyê tê xwestin ku civak bi xwe birêxistin bike û birêve bibe. Ji ber vê yekê ev proje wek modela îdeal a ji bo avakirina civakek azad û demokratîk a li ser bingeha pirrengî, nenavendî, wekhevî, jiyana hevbeş, demokrasî û azadiya jinan tê pênasekirin.

Xwedî gelek nasname çand û hebûnên siyasî ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem di sala 2005'an de têgeha Netewa Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û krîzên ku Rojhilata Navîn pê re rûbirû ye, da nasandin û got ku ev têgeh şêwayek rêxistina civakî nîşan dide. Netewa Demokratîk neteweyek ku xwedî gelek nasname, çand û hebûnên siyasî ye. Li ser bingeha takekes an welatiyê azad, jiyana komîna demokratîk, jiyana siyasî û serxwebûn, jiyana wekhevî û beşdarbûnê, serxwebûna aborî, avahiya hiqûqî ya Netewa Demokratîk û çandê û sîstema xweparastinê hatiye avakirin.

Hemû welatî mafê beşdarbûnê tê de cîh digrin

Bingehên îdeolojîk ên Netewa Demokratîk li ser jiyana hevbeş û cihêrengiya ol, gel û çandan dixebitin. Tekez dikin ku mafê her pêkhateyek heye ku ziman û çanda xwe bikar bîne û xwe birêxistin bike. Civak bi rêya encumen, komîn û komîteyên gelêrî tên rêxistinkirin û hemû welatî mafê beşdarbûnê tê de cîh digrin. Bihêzkirina jinan beşek girîng a ji vê projeyê ye. Ew jî bi riya pêkanîna sîstema hevseroktiyê ya di nava saziyan de ye. Di heman demê nirxên jîngehê û parastina wê, di vê projeyê de cîhek girîng digre.

Cûdahiyek girîng di navbera Netewa Demokratîk û dewleta neteweyî de heye. Projeya Netewa Demokratîk projeyek siyasî, civakî û çandî ye ku civakek azad û pirrengî armanc dike. Armanca dewleta neneteweyî jî ew e ku navendîbûn û îdeolojiyek yegkirtî ava bike.

Ji bo jinan û gelan girîngiya komîteyên Netewa Demokratîk

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê proje û têgeha Netewa Demokratîk bi riya avakirina sîstema rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sala 2014'an ve ketiye meriyetê. Ew jî bi riya avakirina komîn, meclîs, deste û sazî û komîteyan e. Her komîtiyek jî xwedî bandorek mezin a li ser jin û civakê ye. Li hemû kantonên herêmê komîteyên Netewa Demokratîk hatine avakirin û projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin. Civak bi riya van komîteyan xwe birêxistin dikin.

Projeya Netewa Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Komîteya Rêxistinî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji bo rêxistinkirina civakê dixebite, dest bi avakirina komînan li ser asta gund û bajaran dike, dû re ber bi meclîsan ve diçe û di dawiyê de jî Rêveberiya Xweser. Ew meclîsên rêveber, şaredarî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dihewîne. Karê hemû komîte, sazî û dezgehan, bi taybet şaredariyê ku ji bo xizmetkirina civakê û destpêkirina projeyên ji bo jinan dixebite, hevrêz dike û dişopîne.

Bi rêya avakirina komîteyan xebatên xwe dimeşînin

Rêvebera Ofîsa Jinê ya Şaredariya Gel a li bajarê Kobanê ya kantona Firatê Emîna Hisên derbarê rola şaredariyan a di nava civakê de û girîngiya wê de wiha got: "Şaredarî di pêkanîna projeya Netewa Demokratîk de roleke pir girîng dilîzin. Ji ber ku şaredarî civakê birêve dibin û birêxistin dikin. Karê şaredariyê rêxistinkirin û perwerdekirina civakê ye, ne tenê xizmetkirina wê ye. Bi riya avakirina komîteyan xebatên xwe dimeşîne, wek komîteya perwerde û komîteya jinan ji bo aktîvkirina rola jinan di şaredariyan de. Projeyên me jî ji bo jin û zarokan hene. Pêşxistina jinan a di şaredariyan de, parastina nasnameya wê û serkeftian projeya Netewa Demokratîk e."

Komîteya jinan a ji bo parastina nasname û yekparebûna wan

Derbarê rola jinan a di pêşxistin û pêkanîna Projeya Netewa Demokratîk de, endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya li Kobanê Sadîqa Xilo got: "Eger em behsa projeya Netewa Demokratîk bikin, divê behsa wekhevî, edalet û demokrasiyê bikin. Em jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya vê projeyê bûne xwedî nasnameyek, nêrînek û destkeftiyên ku em dikarin biparêzin. Jin bi riya saziyên wek Kongra Star, Jineolojî, Mala Jinê, Desteya jinê û wekî din li gor pîvanên Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin dikin. Jin bi riya pêkanîna vê projeyê cîhên xwe di qadên jiyanî de digrin û sîstema hevseroktiyê dimeşînin."

 Komîteya Perwerdeyê yek ji saziyên stratejîk ên Netewa Demokratîk e

Komîteya Perwerdehiyê yek ji dezgehên stratejîk ên projeya Netewa Demokratîk tê hesibandin. Ji ber ku dema dewletên serdest armanc dikin neteweyek an pêkhateyek ji holê rakin, pêşî wan ji zimanê dayîkê bêpar dikin. Li Sûriyeyê pêkhateyên wê wek Suryan, Ermen, Çerkez, Tirkmen û Kurd ji ber rêjîma Baasê û serdestiya wê, ji zimanê dayîkê bê par mane. Lê bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê û pêkanîna projeya Netewa Demokratîk ev pêkhate li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê hînbûna bi zimanê dayîkê carek din bidest xistin. Sazî, dibistan, zanîngeh û akademî hene ku ji bo hînkirina zimanê Kurdî hatine veqetandin.

Komîteya Aborî serxwebûna jinan a darayî diparêze

Endama komîteya aborî ya Kongra Star a kantona Firatê Sema Bozo derbarê rola jinan a di pêşxistina qada aborî ya di nava Netewa Demokratîk de wiha axivî: "Bi salan e em li herêmê projeya Netewa Demokratîk bi riya şoreşa xwe, pêk tînin. Jin rolên pêşeng di hemû qadan de di serî de warê aborî de, dilîze. Divê jin xwe bipêş bixin, ji bo parastina xwe û destkeftiyên xwe. Em wek komîteya aboriya jinan bi riya proje û planên aborî wek çandinî, dikanên bazirganiyê û firûnan jinan bipêş dixin da ku em bighînin civakek azad û demokratîk."

Komîteya Tendûristî hemû xizmetên tendûristiyê peyda dike

Hevseroka Desteya Tendûristî ya li bajarê Kobanê Ezîza Ibrahîm bal kişand ser rol û rêxistinkirina komîteya tendûristî ya li herêmê û wiha vegot: "Projeya Netewa Demokratîk li dijî kapîtalîzmê û îdeolojiya serdest e. Li herêmên me, ev proje bi riya Rêveberiya xweser û saziyên wê tê bicîhanîn. Em ji bo civakê biparêzin û pêdiviyên wê yên tenduristiyê misoger bikin, dixebitin. Ji bo ku civaka me ji hêla derûnî û fîzîkî ve saxlem be. Bi vê yekê, em beşdarî berdewamiya projeya xwe, Projeya Neteweya Demokratîk, dibin."

Komîteya Dadmendiya Civakî

Hevseroka Meclîsa Dadmendî ya kantona Firatê Roşan Hacêm got ku Rêveberiya Xweser li ser sê meclîsên wek Rêveberî, Yasadanîn û Dadwerî ava dibe û wiha domand: "Bi riya meclîsa Dadmendî em projeya Netewa Demokratîk pêk tînin. Em xebatên xwe li ser bingeha lihevhatina civakî dimeşînin. Jin jî di vê meclîsê de rolek sereke dilîzin û hebûnên xwe di dîwana edaletê, meclîs û dadgehan de îspat kirine. Di dozên jinan de em nêrînên jinê û Mala Jin digrin û li ser wê bingehê riyên çareseriyê peyda dikin. Meclîsa Dadmendiya Civakî ya Netewa Demokratîk li hember zagonên cîhanê ramana herî serketî ye, ji bo ku mirov mafên xwe bi dest bixin."

Komîteya Parastina Civakî

Komîteya Parastinê ji bo avakirina civakek ehlaqî û siyasî ye. Ew yek ji stûnên herî girîng ên Netewa Demokratîk e. Ew civakê bi riya xweparastina ji her êrîş an destdirêjiyekê diparêze. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel nasname, şoreş û destkeftiyên xwe diparêzin. Her wiha li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bi têkbirina wan  parastina axa xwe kirin. Li herêmê hêzên leşkerî wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jinê, Yekîneyên Parastina Gel û Hêza Cewherî hatine avakirin û civaka xwe diparêzin, ev jî yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye.

Xebatên perwerdekirina civakê

Derbarê parastina civakê de, Hevseroka Desteya Hundirîn li bajarê Kobanê Jiyan Ehmed wiha axivî: "Parastin ji du aliyan ve tê bidestxistin. Yekem parastina leşkerî ya duyem jî parastina civak, çand, mîrat û nasnameya wê ye. Ji ber vê em wek Desteya Hundirîn ku bi karê parastinê re eleqedar e, parastina civaka xwe ji hemû waran ve dikin. Xebatên me ji bo perwerdekirina civakê li ser xeteriyên madeyê hişber û çalakiyên din ên ku dibin sedema gendelkirina civakê û dûrxistina wê ji xwezaya wê ya rastîn, dimeşînin."

Komîteya Çandê pêkhateyên herêmê ji tunebûnê diparêze

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê Fatimê Xelîl jî qala girîngiya çandê ya di nav projeya Netewa Demokratîk de kir û got: "Di nav civakê de, çand xwedî girîngiyeke mezin e, wek Rêber Ocalan gotiye 'Çand bingeh û giyanê civakê ye, heke civakek ji çanda xwe were dizîn, ew vediguhere laşek bê giyan'. Ji ber vê çand ji bo parastina ziman, huner û mîratê ji asîmîlasyon û windabûnê di seranserê dîrokê de girîng tê hesibandin. Çand ne tenê adet û kevneşopî ye, ew bingeha hebûna civakan e. Jin jî bi cil û berg, çanda xwe, di çarçoveya projeya Netewa Demokratîk de beşdarî parastina çand û mîrateyê dibin."

Komîteya ciwan û jinên ciwan a herî zindî

Kategoriya ciwanan, bi taybet jinên ciwan kategoriya herî çalak û dînamîk e û di felsefeya Netewa Demokratîk de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê kategoriyê wek pêşeroja gelan dibîne. Jinên ciwan di pêşxistin û pêkanîna projeya Netewa Demokratîk de xwedî roleke pêşeng û bibandor in. Ji ber ku dikarin bi pêkanîna hêz, raman, felsefe û rêxistinbûnê li ser şopa felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşî xwe û dû re civakên xwe ji her cure serdestî û koletiyê rizgar bikin.

Girîngiya ciwanan

Endama Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Kobanê Ahîn Mihemed got: "Li gor gotinên Rêber Ocalan, jinên ciwan koma herî girîng a di nav civakê de ne. Ji ber vê xebata jinên ciwan di Desteya Ciwan û Werzîşê de xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku ew koma herî dînamîk a civakê ne. Bi raman û felsefeya Rêber Ocalan, em ê projeya xwe bi perwerdekirina ciwanan biparêzin û bergiriyê lê bikin."