Ezmûnên tevgerên jinan di pêvajoyên aştî û çareseriyên siyasî de – 2

Ev 32 sal in ku Rêber Apo bi hewldanên xwe ji bo gihandina çareseriya siyasî û aştiyê risteke stratejîk daye têkoşîna azadiya jinê. Di 1993’yan de bi agirbesta yekemîn re artêşbûna jinê wekî bingeha çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî û aştiyê ragihand.

AKADEMIYA JINEOLOJÎ

Têkoşîna jinan a ji bo gihandina aştî, demokrasî û azadiyê têkoşînek daîmî, civakî û siyasî ye. Ji bo serkeftina vê têkoşînê herdem rêxistinbûna xweser a jinan û helwestek hevbeş a jinan pêwîst e. Bi gelemperî ji bo gihandina çareserî û aştiyê bi hêzên dewletê re di warê têkoşîna jinan a di qada dîplomasiyê de sê qonax derdikevin pêş:  

1- Têkoşîna ji bo gihandina pêvajoyên muzakere û mîsogerkirina nûnertiya vîna kolektîf a jinan a di pêvajoyên nîqaşê, di tevahiya komîsyon û mekanîzmayên biryardayînê de.

2- Têkoşîna ji bo bicîhkirina daxwazên tevgerên azadiyê û jinan a di peymanên aştiyê, biryar û zagonan de.

3- Têkoşîna ji bo pêkanîna naverok û pîvanên di peymanên aştiyê de hatine îmzê kirin, bicihanîna sazî û qanûnên pê ve girêdayî.

Çend mînakên tevgerên jinan ên li dinyayê

Bêguman di tevahiya qonaxan de rêxistinbûna civakî, hêza bîrdozî, siyasî û çalakî ya tevgerên jinan diyarker e. Jin bi çalakiyên edalet û aştiyê yên ku gelek caran bi tevlîbûna jinên ji netew û olên bindest û yên serdest pêk hatin, di amadekariya pêvajoyên aştiyê de bi ristek pêşeng rabûn. Înîsiyatîfên hevbeş ên jinên katolîk û protestan li Irlandaya Bakur, damezrandina înîsiyatîf û torên  ‘jinên bi cilê reş’ di sala 1988‘an de li dijî şerê dagirkeriyê ya Îsraîlê, di sala 1991’an de ji aliye jinên hemû pêkhateyên Yugoslavya ve li dijî şer û nijadperestî, çalakiyên dayîkên Rus li dijî şerê Çeçenîstanê, Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê li Tirkiyê û Kurdistanê, çend ji van mînakan in. Bi parvekirina êş û têgihîştina jinan ku di şer de hemû beşên civakê windahiyên giranbûha didin ve, propagandayên şer ên nijadperest, netewperest û olperest hatin pûçkirin. Destpêkirina pêvajoyên diyalog û muzakereyan hêvî û enerjî daye tevger û çalakiyên civakî. Bi vî rengî di van pêvajoyan de çalakbûna siyasî, civakî û çandî ya jinan jî bi hêz bûye. Jinan dixwestin deng û rengê xwe ji bo aştiyê û siberojeke azad bilind bikin.  

Ji bo jinan qonaxa 3’yemîn dijwar e

Cerîbandinên li welatên cuda destnîşan dikin ku jin di aliyê teyîsandina vîna xwe ya di qonaxên yekem û duyem de çiqas zehmetiyan kişandibin jî, zehmetiyên herî zêde di qonaxa 3‘yem de derdikevin holê. Ji ber ku di vê pêvajoyê de hêzên dewletê û modernîteya kapîtalîst siyasetên nû yên şerê taybet ji bo hilweşandin û rizandina civakan kirine meriyetê. Mînak, li welatên Abya Yala tundiya mafyayên tiryakê, çeteyên fihûşê, bazirganiya jinan û zarokan gîhand asta herî jor. Ax û xweza li herêmeyên ku berê li bin parastina hêzên gerîla bûn, îro ji aliyê şirketên navdewletî tên wêran û talan kirin. Her wiha dema ku nakokiyên navbera hêzên mêr-dewletê kêm dibin jî, gelek car zext li ser jinan zêde dibe. Mînak, di pêvajoyên muzakereyên di navbera Îran û DYE’yê de êrîş û dervekirinên li dijî jinan zêde bûn.

Siyaseta şok doktrîn di meriyetê de ye

Bi taybetî di rastiya Şerê Cîhanê yê Seyemîn de diyar bû ku hiqûqa navneteweyî, saziyên NY’yê û rêbazên kevneşop ên ji bo gihandina aştî û edaletê têk çûne. Dewlet û hêzên sermayedar ên hegemon şer û qirkirinên piralî li dijî civakan dimeşînin. Hevdîtin û peymanên aştiyê jî wekî rêbazeke şer, bi armanca têkbirina dijberan tên bikaranîn. Siyaseta şok doktrîn di meriyetê de ye. Dîktatorên wekî Trump, Putîn û Netanyahu rojane gotin û kiryarên xwe li gorî berjewendiyên xwe diguherînin, peymanên navneteweyî binpê dikin, şer û qirkirinan li ser gelan ferz dikin.

Divê jin bikarin bibin hêza pêşeng û rêxistinkirî ya van pêngavan

Lêkolînêrên aştiyê wek seroka saziya Inclusive Peace ya li Cenevreyê ku navê wê Thania Paffenholz destnîşan dikin ku paradigmaya lînear a aştiyê û pergala ewlekariya navneteweyî têk çûye. Lewma bi tenê entegrekirina jinan di nav sîstemeke şikestî de feyde nake. Ji vê zêdetir pêwîst e ku jin bikarin bibin hêza pêşeng û rêxistinkirî ya avakirina pergal û feraseta demokratîk a civakê. Rêber Apo jî di perspektîf û xebatên xwe yên ji bo pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk de vê rastiyê destnîşan dike. Ezmûnên jinan û gelên cîhanê jî didin xuyakirin ku hêzên dewletê tu car nabin sazker û garantorên aştiyê. Serkeftina aştî û çareseriya pirsgirêkên jin û civakê, tenê ji aliyê civaka demokratîk ve bi pêşengtiya tevgera jinê dikare pêk bê. Bi vî awayî em dikarin civaka demokratîk hem wekî rêbaz û sazker hem jî wek armanc û temînata pêvajoyên aştiyê pênase bikin.

Cerîbandina Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê

Ev 32 sal in ku Rêber Apo bi tevahî înîsyatîf û hewldanên xwe ji bo gihandina çareseriya siyasî û aşiya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn re risteke stratejîk daye têkoşîna azadiya jinê. Di sala 1993’yan de Rêbertî bi daxuyaniya agirbesta yekemîn re artêşbûna jinê wekî bingeha çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî, felsefî û aştiyê ragihand. Di sala 1995’an de hem YAJK wekî tevgera azadiya jinên Kurdistanê di qadên leşkerî, civakî û siyasî de hatiye damezrandin hem jî agirbesta duyemîn hatiye ragihandin. Di sala 1998‘an de Rêbertî hem Bîrdoziya Azadiya Jinê ragihand û bingeha partîbûyîna jinê avêt hem jî agirbesta sêyemîn ragihand. Bi taybetî jî di pêvajoya Îmraliyê de Rêbertî bi perspektifên derbarê guhertina stratejîk a Tevgera Azadiyê li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de erkên pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinê di tevahiya qadên jiyanê û têkoşînê de berfireh nirxand.

Pergala Konfederal a Jinan

Van erkan ku Rêbertî di hevdîtineke sala 2002’yan de bi kurtasî wek nivîsandina dîroka jinê, pêkanîna şoreşa jinê û gihandina hevpeymana civakî ya jinan pênase kiriye, erkên entelektuel, siyasî û ehlaqî digirin nav xwe. Di aliyek de Rêbertî bi projeyên wekî avakirina malên azadiya jinan, weqfa jinên azad a cîhanê, kooperatîf, park û bajarên jinan gavên ji bo hûnandina pergala konfederal a jinan ji me re destnîşan kir. Bi vî awayî Rêbertî ji Tevgera Azadiya Jinê re mîsyonek pêşeng di avakirina pergala xweseriya demokratîk a li ser bingeha xweparastina jinê û pêşxistina siyaseta demokratîk a civakê, avakirina aboriya komînal, perwerde û adaleta civakî de daye. Ji bo guhertin û veguhertina demokratîk a feraseta mêr, ji bo bidawîkirina çanda tecawizê û qirkirinên li ser jin, civak û xwezayê Rêber Apo bi daîmî rojevên nû afirand. Her wiha sazîbûna Jineolojî û têgeha hevjiyana azad bûn rênîşanên ji bo kûrkirin û encamgirtina têkoşîna azadiya jinê mîna bingeha civaka demokratîk a ku dibe stratejî û armanca têkoşîna me.

Rêbertî girîngî daye rojevkirina pîvanên maf û azadiya jinan

Ji aliyê din ve Rêbertî di çarçoveya formula ‘dewlet + demokrasî’ de ji bo guhertinên demokratîk di feraset û sazûmanên dewletê de têkoşiya û hewl da ku siyasetên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd bişkîne. Ji bo rêya çareseriya demokratîk û aştiyê ya ku bi hemû aliyan dide qezenckirin were vekirin, Rêber Apo him bangewazî û nexşeyên rê him jî diyalogan bi rayedarên dewletê re bipêş xistin. Di heman demê de Rêbertî girîngî daye rojevkirina pîvanên maf û azadiyên jinan, pêşxistina pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jinan a di xebatên siyasî û dîplomasiyê de.

Ger ku em encamên xebat û têkoşîna 32 salan a Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk binirxînin, em dibînin ku bi pêngavên wî ji bo aştî re civakîbûyîna tevgera azadiya jinê, hevgirtin û helwesta rêxistinkirî ya jinan di siyaseta legal û avakirina xweseriya demokratîk de jî, bipêş ketin.

Înisiyatîfên ji aliyê jina ve li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê hatine avakirin

Tevgera Azadiya Jinan û parêzvanên mafên mirovan di salên 1990’î de dema ku şer li Tirkiyeyê di asta xwe ya herî dijwar de bû, pêşengtiya rêxistinkirina tevgera aştiyê kirin. Însiyatîf û kampanyayên wekî Dest Navêje Hevalê/a Min (1993), Dayîkên Şemiyê (1995), Dayîkên Aştiyê (1996), Kombûnên Jinan ji bo Aştiyê (2004) û Dema Aştiyê Hat (2005), ku di van pêvajoyan de bi bandor bûn, mînakên vê têkoşînê ne. Bi taybetî Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji aliyê dayîkên Kurd ve hatiye damezrandin û Dayikên Şemiyê ku çalakiyên xwe ji bo dîtina kesên winda û edaletê didomînin, li Tirkiyeyê aktorên girîng ên siyaseta civakî ne. Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) ji sala 2009‘an vir ve li Tirkiyeyê çalakî û hewldanên jinan birêxistin dike û têkoşîna aştiyê ya jinan wekî têkoşînekî stratejîk a civakî, bîrdozî û siyasî pênase dike. Ev rêxistinên cûrbecûr ên ku li dora têkoşîna aştiyê hatine damezrandin, çalakiyên xwe ji bo hişyarkirina civakê û pêşxistina hevgirtina gelan bi rêbazên wekî xwepêşandanên kolanan, mîtîng, meş, civîn û kampanyayên îmzeyan didomînin.

Meclîsa Azadiya Jinan (KÖM) hat damezrandin

Di hevdîtinên aştiyê yên ku di sala 2013‘an de li Îmraliyê destpê kirin de cara yekem di sala 2015‘an de nûnerek rasterast a Tevgera Jinan di şandeya HDP’ê de cîh girt. Bi armanca hevbeşkirina rojevên jinan û gîhandina daxwazên civakê bi rêya nûnera tevgera jinê maseya danûstandinê, Meclîsa Azadiya Jinan (KÖM) hat damezrandin. Diviyabû KÖM wekî meclîsa hevbeş a jinên Kurd, çalakvanên jin û jinên femînîst ên rojavayê Tirkiyê perspektîfa azadiya jinan ji bo pêvajoya danûstandinên fermî yên aştiyê bipêşxista. Lê belê, di heman salê de yekser danûstandinên Îmralî ji aliyê dewletê ve hatin sekinandin û piştre şer dîsa dest pê kir. Di vê pêvajoyê de, zextên dijwar ên dewletê bûn astengiya herî mezin li pêşiya têkoşîna aştiyê ya jinan. Dewlet bi têkbirina masaya danûstandinê û nenaskirina vîna jinê ve şer, neteweperestî û zayendperestî ji nû ve gurr kir. Çend meh piştî pêvajoya danûstandinan hat bidawîkirin êdî daxwazkirina aştiyê, bûye sûcek mezin.

Jinan berteka xwe bi avakirina Înîsiyatîfa Jinan ji bo Aştiyê (BÎKG) nîşan dan

Di sala 2009’an de piştî rêzegirtina jinên ku ji sazî, proje û lêkolînên cûrbecûr dihatin naskirin, jinên aştîxwaz hatin cem hev û Înîsiyatîfa Jinan ji bo Aştiyê (BÎKG) ya ji jinên ji beşên cuda yên jiyanê, nêrîn û nasnameyên cuda pêk tê, hat damezrandin. Jinên ji Tirkiye û Kurdistanê yên bin banê BÎKG’ê de civiyan, ji bo mîsogerkirina beşdarbûna çalak a jinan a di pêvajoya aştiyê de ezmûnên jinên cîhanê lêkolîn kirin û mînakên li ser rola jinan a di lihevkirina civakî de wekî referans nirxandin. Bi slogana "Bêyî ku bi jinan re aştî bê çêkirin, şer bi dawî nabe" amadekariyê ji bo mîsogerkirina temsîliyeta wekhev a jinan a di pêvajoya danûstandinan de bipêş xistin. Wan plansazî kir ku bi hemû aliyên peywendîdar re hevdîtinan bikin da ku nerîn û pêşniyarên hemû beşên civakê ji bo aştiyek adilane û heqîqî kom bikin û rojevî bikin. Bi taybetî ji bo qanûnên ku pêdivî û daxwazên jinan paşguh dikirin werin guhertin, dest bi amadekariyê hat kirin.

Li gorî vê yekê, di nav BİKG’ê de 5 komîsyon hatin damezrandin:

1- Komîsyona Heqîqatê ya Jinan; ji bo eşkere kirina sûçên şer ên cûrbecûr li dijî jinan

2- Komîsyona Wekheviya Zayendî û Destûra Bingehîn; ji bo nîqaşkirina guhertinên qanûnî bi armanca mîsogerkirina wekheviya zayendan û diyarkirina sûcên şer ên li dijî jinan

3- Komîsyona Reformkirina Ewlehiyê; ji bo diyarkirina rêziknameyên ewlehiya mirovan da ku li pêşiya sûcên li dijî jinan were girtin

4- Komîsyona Çapemenî û Medyayê; ji bo rojevkirina nêrîn û daxwazên jinan ên ji bo aştiyê

5- Komîsyona Têkilî û Çavdêriyê; ji bo şopandina çalak a pêvajoya çareseriyê, nirxandina pêvajoyê ji perspektîfa jinan, lidarxistina civînan bi hemû komên civakî, nemaze bi komên jinan û hemû aliyan re ji bo diyarkirina bendewarî û nêrînên hevbeş ên jinan ji bo aştiyeke mayînde.