Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-5

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl têkildarî rehenda dîplomasî ya neteweya demokratîk de axivî û destnîşan kir ku pêwîste dîplomasî ne li ser hesabê qirkirina gelan be. Bi qasî karê derveyîn, dîplomasiya bi civakê re jî girîng e.

‘Dîplomasiya netewa demokratîk her kes hembêz dike’

EBÎR MUHEMED                     

Qamişlo- Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl derbarê girîngiya vê rehendê, gavên ku di warê dîplomasî ya hem li hundir û hem derve hatine avêtin û xurtkirina dîplomasiya Kurd di asta Kurdistanê de axivî.

Armanc û girîngiya rehenda dîplomasî ya neteweya demokratîk

Cîhan Xelîl behsa girîngî û armancên dîplomasiya neteweya demokratîk kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dîplomasiya civaka netewa demokratîk di astekê de xebatek berfireh daye meşandin. Girîngiya wê ya ku divê bal li ser bê kişandin ev e ku di demeke wiha de çiqas pêwîstiya rehenda dîplomasiya demokratîk heye ji ber ku van hemûyan derbas dike. Bêguman rola dîplomasiya demokrat ew e ku wekheviyê bidê meşandin û navbera mirovan de cudahiyê nexe. Yek ji armancên herî girîng jî pêkanîna edaletê ye, ji bo şerkirina olperestî û neteweperestiyê; demokratî û edalet girîng e.”

Di navbera wê û dîplomasiya dewletan de çi cudahî heye?!

Cîhan Xelîl bal kişand ser cudahiya dîplomasiya neteweya demokratîk ji dîplomasiya desthilatdar û netewedewlet û wiha pêde çû: “Eger em berê xwe bidin welatên derve, em ê bibînin ku li ser bingeha qezenca zêde dîplomasiya xwe ava dikin, ne ji bo civakê ji bo kesayeta xwe kar dikin. Tiştên ku bi xwe re tîne jî şer û pirsgirêkên civakî yên bingehîn in. Ji ber ku dîplomasiya netewdewletê li gor berjewendiyên xwe dixebite, lewma xizmeta şer û nexweşiya di nava civakê de dike. Encamên vê pergalê jî berbiçavin û encam girt, ji ber ku ev pergal xwe bisazî kir li ser hesabê gelan. Netewdewlet di van dused salên dawiyê de bihêz bûye, lewra pêdivî bi pergaleke demokratîk, azad û civakî bê bê avakirin heye. Cudahiya dîplomasiya neteweya demokratîk ew e ku her kes hembêz dike û di nav xwe de dihewîne. Xalek heye ku divê werê zelalkirin; bihêzkirina Kurdan bihêzkirina her pêkhatiyek e û ev proje ne projeyek cudaxwaziyê ye.”

‘Zanist û parastin ji dîplomasiyê nayê veqetandin’

Cîhan Xelîl diyar kir ku du rehendên girîng hene ku ji dîplomasiyê nayên veqetandin û wiha berdewam kir: “Du rehendên din hene ku ji rehenda dîplomasiyê nayên veqetandin: Zanist a ku bi kûrkirin dîplomasiyeke zanist û bi fikreke dirûst tê meşandin, her wiha parastin. Di şoreşa me ya çend salan de şerekî bêhempa li hemberş DAIŞ’ê hat meşandin, bi hêza jin û xortên me yên ji pêkhateyên cuda DAIŞ hat têkbirin. Helbet ev bû gaveke erênî ku dêriyekî nû li pêşiya Rêveberiya Xweser hat vekirin ku bikaribe di asta navdewletî de bi civaka wê re û di heman demê de civaka hundirîn re dîplomasiyekê bide meşandin. Girêdana van rehendan bi hevdu re hebûn û li ser rûyê erdê hêzekê çêdike, ger hemû rehend neyên gel hevdu wê demê dîplomasiyek nayê avakirin.”

‘Li kêlek a dîplomasiya derve, dîplomasiya hundirîn jî girîng e’

Cîhan Xelîl da zanîn ku li kêlek avakirina têkiliyên derveyîn, dîplomasiya hundirîn jî a bi hemû pêkhateyan re girîng û got: “Ji dîrokê ve netewdewletê li ser qirkirina Kurdan siyaset û dîplomasiya xwe da meşandin, ji salên dirêj ve Kurd bêpar û bêdîplomasî hiştin. Di vî warî de Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê gava yekemîn avêt û di nav xwe de her pêkhate, partî û mezheban dihewîne, bêguman bi qasî hevgirtina rehendan yekbûna hemû endamên civakê jî girîng e. Em dikarin bêjin ku dîplomasiya hundirîn û derve asteke wê çêbûye. Ji bo xurtkirina vê rehendê lelbet hîna pir alî û gav hene ku divê bên avêtin.”

‘Dagirker nahêlin Kurd li Kurdistanê bên gel hevd’

Cîhan Xelîl da diyarkirin ku dagirkerên Kurdistanê rê li pêşiya dîplomasiya Kurdistanî digirin û ev yek anî ser ziman: “Di navbera çar welatên dagirker  Iraq, Tirkiyê, Sûriyê û Îranê de Kurdistan hatiye parçekirin û ev welat jî nahêlin ku Kurd bigihêjin hevdu û dîplomasiya di navbera wan de asteng dikin, ji ber ku  xwe xeter dibînin. Ji ber vê yekê dîplomasî û têkîliyên Kurd ên ku tên avakirin û tên çêkirin, bêencam dimîne. Dema ku gavekê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di asta navneteweyî de tê avêtin, bilez û bez tevî hemû nakokiyên di navbera wan de, welatên derve li hev dicivin û nahêlin ku dîplomasiyek di aliyê Kurdan de pêş bikeve.”

Çareseriya wê: Kongra Netewî ya Kurdistanê ye

Cîhan Xelîl teqez kir ku çareseriya lawaziya têkiliyên Kurd di bin sîwana KNK de ye û got: “Helbet çareseriya vê pirsgirêkê jî heye. Em dibînin ku çareseriya wê karkirina di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ye. Divê ku hemû alîyên hevbeş bibin yek û hêza parastinê jî bikin yek ji bo ku xeteriya heyî ji holê bê rakirin. Çend salan berê jî hewldan hebûn ku ji bo pêşxistina dîplomasiya Kurd bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re. KNK di vê der barê de misyoneke girîng kirt û rolek leyîst û hîna jî têkoşîna wê dike. Dîplomasiyek li ser pîvanên demokratîk, azadî û wekheviyê ji Kurdan re pêwîst e, bi pêşengtiya Kurdan di nav Rêveberiya Xweser de dê ev pîvan pêk werin û dîplomasiyek hevbeş a civakê ava bibe.”

‘Bi qasî Newrozê 19’ê Tîrmehê girîng e’

Cîhan Xelîl 19’ê Tîrmehê li gel pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmehê pîroz dikim. Bi  saya şehîdan û gelê me ev destkeftî hatin bidestxistin û şoreşê cihê xwe girt. Bi qasî nirx û wateya Cejna Newrozê ya ku tê pîrozkirin her sal, ji bo me 19’ê Tîrmehê jî bi wê wateyê girîng e. ji ber ku çareseriya hemû gelan di bingehê gavavêtina şoreşa 19’ê Tîrmehê de ye. Em vê rojê li gelê xwe pîroz dikin û em ê bi van gavên rast têkoşîna xwe dewam bikin û tê de encam bigirin.”

 Sibê: Xanim Eyo: Rehenda Hiqûqê tê wateya qanûna civakê