Ne cînayet qirkirina zayendê (3)

Gelek jin ji ber li edaletê digerin li ber deriyê Dadgehê tên kuştin! Li gora rapora Pilatforma Emê Cînayetên jinan Rawestînin di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 171 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan e. li ser van kuştinan dibêjin; întihar kiriye, yan jî pîsîkolojiya wê ne temam bû, me henek dikir ji bilindahiyê ket bi van sedemên ji rêzê dixwazin dosyayên jinan qepat bikin. Dema hevpeymaniya Stenbolê pêkbihata niha hemû ev jinane wê jiyan bikiran. Gelek ji wan jinan ji ber li edaletê digeriyan li ber derê dadgehan hatin kuştin! Ew zagona ku jinan di parast li gorî ku di hat xwestin ne hat pêkanîn. Niha jî di rojevê deye ku bi temamî ev zagon were rakirin.

Gelek jin ji ber li edaletê digerin li ber deriyê Dadgehê tên kuştin! 
Li gora rapora Pilatforma Emê Cînayetên jinan Rawestînin di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 171 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan e. li ser van kuştinan dibêjin; întihar kiriye, yan jî pîsîkolojiya wê ne temam bû, me henek dikir ji bilindahiyê ket bi van sedemên ji rêzê dixwazin dosyayên jinan qepat bikin. Dema hevpeymaniya Stenbolê pêkbihata niha hemû ev jinane wê jiyan bikiran. Gelek ji wan jinan ji ber li edaletê digeriyan li ber derê dadgehan hatin kuştin! Ew zagona ku jinan di parast li gorî ku di hat xwestin ne hat pêkanîn. Niha jî di rojevê deye ku bi temamî ev zagon were rakirin.  
 
EKİM ZEYNEP YAGMUR
Enqere -Jinan îsale li beramberî şewba COVÎD-19 ku buye bela serê hemû cîhanê têdikoşe û  li aliyekê di pêvajiya şewbayê de şîdeta li dijî jinê zêdetir bûye û ji bo ev şîdet were rawastandin zagona 6284’an ya parastina malbat û pêşîlêgirtina şîdeta li dijî jinê ku xwedî cihek giring e û li dijî hevpeymana Stanbolê têkoşîn kir.
Şîdeta li dijî jinê; Di qada kurahiyê de buyê pirsgirêkek ya civakî, ji ber vê jî divê di nava civaka navnetewî de were parastîn û pêşîlêgirtin.
Hevpeyamana Stanbolê ya di sala 2011’an de hatî îmzakirin bi navê xwe yê fermî ‘Şîdeta li dijî jinê û ji bo pêşî li şîdeta di nava malê de bigre û di derbarê têkoşîna li beramberî vana de hevpeymana konseya Avrupa’ bi şîdeta li dijî jinê bi taybet ji bo pêşî li şîdeta di nava malê de bigre, ev dosya weke belgeya herî giring ya navnetewî hatiye dîtin.
Di amadekirina parelela Hevpeymana Stanbolê de zagona 6284’an ku ji bo parastina malbatê û ji bo pêşî li şîdeta li dijî jinê bigre ev zagon di sala 2012’an de jin da ku ji bo parastinê serlêdana bi bandor bikin ev makanizmaya zagonê xistin meryetê.  
Yek ji zagonên ku di berfirehiya rêxistinên jinan, di encama têkoşînek mezin de gavên berbi çav avêtîn bê teredut zagona hêjmara 6284’an ya parastina malbatê û pêşîlêgirtina şîdeta li dijî jinê ye.
Şîdeta li dijî jînê û cînayetên jinan her roja ku diçe zêdetir dibe, ew tedbir û mudeheleyên ku tên girtin bi aşkarayî diyar dike ku têrê nak e. Li Tirkiye li gora lêkolînan li dijî jinê di nava malê de şîdet ji sedî 44 jinên ku rastî şîdetê hatine bi kesê re parve nakin û ji sedî 89 jin jî da ku rastî şîdeta ku hatî pêşî lê were girtin ji bo alîkariya ku bigre qet serî li tu saziyan nadin. 
Sedemên vê rewşê ji weke gelek ji wan jinan ji ber di tirsin, şermdikin, bawerdikin ku wê mêr were guhertin, dihizirin ku talebên wana wê kêm biminin, tirsa da ku zarokên xwe winda neke û bi zorê lihevhatin û ew ji dibe sedem ku şîdet bi awayek cudadir bi zivire tê dîtin.
 Di vê xalê de kesên ku rastî şîdetê tên pêwistiya wan bi xizmeta civakî heye. Ji bo pêşî li şîdeta li dijî jinê bigrin weke pêwistieke zarurî tê dîtin. 
Di demê pandemiyê de qeyrana ekonomiyê kur buye, ew zayendperestiya ku heye jî kurtir kiriye, mixabin şîdeta li dijî jinê zêde buye û ji bo pêşî li xizanî û bêkariyê bigre qet tedbirek nayê girtin.
Ji bo ew jinên ku rastî şîdetê tên pêwîstî bi avakirina makinîzmayên xurt heye, da ku serlêdan lê werin kirin. Cihên ku lê biminin divê pîştgiriya wan werin kirin, Navendên ji bo pîştgiriyê kêm diminin. Li gelek bajaran cihên ku herin lê biminin tuneye. Di derbarê vê de yasayên ku derxistine pêknaynin û heta erka xwe ya xwedî lêderketinê jî pêk naînin. Ji ber sedemên pêkanîna biryarên tedbiran îsal bi sedan jin ji jiyanê hatin qutkirin. 
Zagona 6284’an ku heye û bi awayek bi bandor nayê pêkanîn, ji bo jinan mafên li jêr hatine dîtin:
* Jin û zarok, li ew cihê ku lê yan jî li bajarê ku lê dimîne li mala bi ewle werin bi cihkirin. 
* Dema xeteriya jiyanî hebe, dayina parêzvanek demkî.
Ji ew mala ku şîdet lê tê bi karanîn durxistin û jina ku rastî şîdetê tê ji navnîşanên cih, dibsitan û cihê kar were durxistin. 
*  Ji ew telefona ku şîdet tê bi karanîn, Mail, tora civakî û ew amêrên ku pê aciz dibe were astengkirin.
*  Ew jina ku rastî şîdetê hatî divê navnîşana wê li tu saziyan neyê ditin û veşartibe.
*  Cihê kar were guhertin.
* Çeka yê ku şîdet bi karaniye pêwiste radestî polisan were kirin
* Alîkariya madi ya demkî pêre were kirin.
* Li ew cihê ku jin lê dimine şerha cihê wê  were kirin.
* Weleyeta demkî û nefeqaya tedbiran.
* Divê zanînên di derbarê nasname û tîştên din de were guhertin.
* Di heman demê de dema jin ne di garantiyê debe, di pêvajoya dema qerara parastinê de, ji xezmeta tendirustiye divê sud bigre û dermanên xwe divê di çarçoveya garantiyê de bigre.