Mala Jin bû modela şoreşa jinê-3

Endama Meclisa Edaleta Jin a Kantona Qamişloyê, Henîfe Mihemed têkildarî kar û xebatên di edaleta jin de wiha dibêje: “Jin di edaleta jin de xwedî biryar in, xwe bi xwe bi rê ve dibin û zehmetiyan çareser dikin.”

“Jin bingeha edaletê ye”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Meclisa Edaleta Jin di sala 2016’an de hatiye avakirin. Mala Jin, Edaleta Jin û Sulh bi awayekî hevkar di kar û xebatên Mala Jin de rolên mezin dilîzin. Mala Jin dozên ku di dadgehan de bên çareserkirin, bi mekanîzmaya rêxistinî berê xwe dide Meclisa Edaleta Jin û bi biryarên adil doz çareser dikin. Edaleta Jin ku rolên mezin di nava civakê de dilîze, ji xwe û civaka xwe re riya wekheviyê û demokrasiyê esas digire. Edaleta Jin roja ku hatiye avakirin heta niha dikaribû bi sedan zêdetir doz çareser bikin û bibin riya çareseriyê di nava civakê de. Edaleta Jin di sala 2021’ê de dikaribû 1169 doz çareser bike. Her wiha di nava çar mehên dawî de jî dikaribû 302 doz çareser bike. Ji bo ku em hîn bêtir kar û xebatên Edaleta Jin û têkiliya wan bi Mala Jin re binasin Endama Meclîsa Edaleta Jin a Kantona Qamişlo Henîfe Mihemed nêrîna xwe parve kir.

“2016’an edaleta jin hat avakirin”

Henîfe Mihemed da zanîn ku edaleta jin di sala 2016’an de hatiye avakirin û wiha dibêje: “Min di dema Yekîtiya Star de dest bi kar û xebatên tevgera jinê kiriye. Piştî qeyrana Sûriyê rû da û şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, pêwistî hat dîtin ku edaleta civakî bê avakirin. Da ku em di edaletê de pirskirêk û zehmetên jin çareser bikin me edaleta jin jî avakir. Di her dewerên ku şer derdikeve de herî zêde jin rastî zehmetiyan tên, loma me di gava yekemîn de Mala Jinê ku çareseriya jinan dibin, vekir. Di pey re jî da ku zagona jinê hebe ku mafê jinê biparêze, hatin diyarkirin û di sala 2016’an de edaleta jin hate avakirin. Niha edaleta jin bi awayekî serbixwe di nava edaleta civakî de cihê xwe digire. Niha jin di edaleta jin de xwedî biryare, xwe bi xwe vê karê bi rê ve dibe û zehmetiyên jinan çareser dike.”

“Jin bingeha edaletê ye”

Henîfe Mihemed diyar kir ku edaleta jin bingeha wekheviyê xwe bi rêxistin dike û wiha domand: “Edaleta Jin bingeha wekheviyê ye loma bi wê  awayî xwe bi rêxistin dike. Jin edaletê di hundirê xwe de dihewîne, ji lewre cihê ku jin tê de nînbe edalet jî nîn e. Çawa ku bi derketina desthilatdaran re jin bê rol kirin, civak jî bê edalet ma. Zagonên niha heyî, li gor pergala heyî kar dike. Me jî dema ku edaleta jin avakir û got ku dema jin nebe edalet nîn e. Ji ber jin, wekhevî, edalet, çand û exlaqê di hundirê xwe de dihewîne loma bingeha civakê jî ava dike. Cihê ku jin tê de nebe edalet, wekhevî û ruh tê de tune ye. Jin hebûne û bi hebûna xwe civaka xwe bi rê ve dibe. Pergal bi destên mêrê desthilatdar ve tê birêvebirin loma pirsgirêkên civakê û newekhevî gelek tê jiyîn û yên ku pirsgirêk jî derdixin ew bi xwe ne. Tişta ku herî zêde em jî rû bi rû tên ev zîhniyeta desthilatariyê ye. Ev yek li gel jin nîn e û em di jinan de xweşikî dibînin.”

“Mala Jin Edaleta Jin û Sulh bi hev re kar dimeşînin”

Henîfe Mihemed têkiliya Mala Jin û Edaleta Jin wiha şîrove dike: “Mala Jinê beşek ji edaletê ye, loma pêwîstî hat dîtin ku edaleta jin bê avakirin. Mala Jin, Edaleta Jin û Sulh bi hev re karê xwe dimeşînin. Mirov dikare bibêje ku Mala Jin, Edaleta Jin û Sulh bi hev re meclisek in. Mala Jinê jixwe ji sulh û civakê pêk tê lê dema hin pirsgirêkên ku neyên çareserkirin û divê di dadgehê de bê çareserkirin, tê ber destên Edaleta Jinê. Li gel Mala Jinê berdan nîn e loma Mala Jin çi doz hebe dike rapor û ji Edaleta Jin re tîne û li Edaleta Jin ew doz tê çareserkirin. Jin serbixwe ne loma dema konferans ango kongreyek bê çêkirin, beriya giştî, saziyên xweser çêdikin, ji ber jin biryara xwe bi xwe digrin û endamên xwe li wir em bi xwe diyar dikin.”

“Mala Jin bi awayekî adil nêzî pirsgirêkan dibe”

Henîfe Mihemed rola edaletê di nav civak û jinan de wiha tîne ziman: “Dadgeha me ji sulh û civakê pêk tê loma civak di dadgehên me de rehetiyên xwe dibînin. Gelek jin û mêr berê xwe didin Mala Jinê û rehetiya xwe tê de dibînin, di nava civakê de cihek taybet a Mala Jinê heye, loma her kes berê xwe dide Mala jinê û zehmetiyên xwe çareser dikie. Jin dayik e û bi edalet nêzî her tiştî dibe. Mala Jin bi sedan jin ji mirinê xilas kirine. Têkiliyên Mala Jin ji hemû sazî û dezgehên jin re heye. Mala Jin bi awayekî adil nêzî pirskirêk û zehmetiyan dibe.”

“Bi hezaran doz hatine çareserkirin”

Henîfe Mihemed dozên ku Mala Jin rêdike destê wan û çareser dikin wiha parve dike: “Dozên ku ji Mala Jin tê ber destê me bi awayekî rapor rêdikin. Dozên ku tên ber destê me piranî dozên civakê ne û li ber çavê edaleta jin derbas dibe. Em wek parêzvanek mafê jinan diparêzin. Me heta niha bi hezaran doz çareser kirin û bi dehan jin jî ji mirinê hatine xilas kirin. Ger jinek zehmetiyên mezin jiyan bike û tevgera jin wê bibe cihê parastinê, Mala Jin parastina wê jinê dike. Gelek zehmetiyên jin derketine û têde asî jî mane, lê Mala Jin karibû wê pirskirêkê bi rê û rêbazên dewlemend çareser bike. Dozên ku tên çareserkirin jî wek belge em radikin, ger tiştek werê serê jinê, yekser muhasebe tê xwestin. Civak û jin roj bi roj baweriya xwe bi edaleta anî ku me karîbû gelek kar bimeşînin. Civak gelek beramberî me rehete ku herkes berê xwe dide meclîsa me. Karê me jî bi awayekî tensîq bi saziyan re dimeşe. Em wek edalet meclîsîn û pirskirêkên ku civak rû bi rû dimîne em çareser dikin, ji ber em di nava civakê de ne. Em hemû jinan ziyaret dikin û êşa civakê guhdarî dikin. Em dema kar jî dikin her mehê wek pîlan didin pêşiya endaman ku êşa civakê çiye binasin.”

“Divê civaka me zana be da ku mafên xwe bi dest bixe”

Henîfe Mihemed zehmetiyên ku rastî tên û çareser dikin wiha parve dike: “Di demên borî de pirsgirêkên ku herî zêde civak rû bi rû dima li ser telefonan bû ku gelek ciwan diketin kêmaniyan. Me vê yekê kir bername ku em perwerde li ser xeteriyên teknîkê bidin civaka xwe. Her wiha zehmetiyên mîna zewaca bi temen biçûk, pir jinî û qetîlkirina jinan heye. Em li gor êşa civakê perwerde û semîneran didin. Ev zehmetiyan em tînin meclîsê û li gor pêwistiyê çareseriya datînin. Em dikarin bêjin ku êş û zehmetiyên ku heyî çareseriya bingehîn perwerdekirina civakê ye. Me dest bi semîneran jî kiriye ku wê di nava salekî de werê dayîn û semînerên mîna zagona jinê, hevjiyana azad û xeteriya teknîkê bidin. Her wiha ne ku herkes berê xwe bide me, divê em jî berê xwe bidin civakê. Me niha wek bername daye pêşiya xwe ku hemû malan ziyaret bikin. Elbet pirsgirêk kêm bûye lê tune nebûye. Niha em di nava aloziyekî de ne, ev alozî bandorek neyînî li ser civakê dike. Em di aliyê aborî de jî pêşiya gel vedikin ku civak xwe îdare bike. Ev rewşen ku heye em ser disekinin û dibin çareseriya civakê. Heta civak hişyar û zane nebe, dê pirskirêk her bidome. Divê civaka me zanebe da ku mafê xwe nasbike.”

“Em dixwazin jin mafên xwe bizanibin”

Em dibêjin dibe ku jin li rastiya xwe bigerin. Jinên ku rastî zehmetiyan tên bila bizanibin ku gelek sazî û dezgehên jinan hene berê xwe bidin wir. 62 şaxên Mala Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene ku hemû jin dikarin zûtirîn xwe bigihîjînin me. Divê jin li me bigerin da ku em alîkariya wan bikin û rê nîşanî wan bidin. Em dixwazin civaka xwe baş bikin û jin jî mafên xwe bizanibin.”

(Sibê: Endama Meclisa Sulhê, Recih Salîh kar û xebatên Sulhê ango lihevkirinê nirxand.