Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Xeza
Peyva "êş", êdî têra vegotina tiştên ku jinên li Zîvala Xezayê di şert û mercên di bin bombebaran, dorpêçkirin û koçberiya domdar de jiyane, nake. Tiştê îro li Xezayê tên jiyîn, şerma hemû mirovahiyê ye û di tu serdemên dîrokê de jin neketin nava trajediy
NEXEM KERACÊ
Xeza – Ji destpêka şerê 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve, jinên Filistînî yên li Zîvala Xezayê yek ji pêvajoyên herî zehmet û tevlihev ên dîroka xwe dijîn. Pêvajoyekî ku rolên wan serûbin kir û tevna civakî hilweşiya hê jî didome. Jinên Filistînî, ji nişkê ve xwe di dojeha şerekî ku ne aydê wan e de dîtin. Berpirsiyariyên wan ên civakî û erkên wan ên li hemberî zarokên wan hatin paşguhkirin û ber bi pêvajoya qirkirinê ve hatin xirikandin. Tiştê ku îro li Xezayê tê jiyîn, şerma hemû mirovahiyê ye û şerekî wisa ye ku bi awatyekî vekirî li dijî jinan tê meşandin. Di tu serdemên dîrokê de jin neketin nava trajediyek ewqa kûr.
Tabloya mirovî, civakî û siyasî ya ku di du salên şerên heta Mijdara 2025’an domiya de derket holê, di aliyê jinan de rastiyek bi êş nîşan da. Jin tenê mehkûmî kodên bi qalibên zayendperestiyê nebûn, di heman demê de bi vederkirinek ku nasnameyên wan ên bedenî, ruhî û hebûnî hedef digre re rû bi rû hatin hiştin. Dema di jiyana rojane de nebûna şert û mercên ewlehiyê yên herî bingehîn mîna şêwazek dûrxistinê derdikeve holê; vederkirina wan a ji temsîlkirinê ya di mekanîzmayên biryargirtin, danûstandin û pêvajoyên siyasî yên der barê pêşeroja xwe û bajarê wan ê hatiye hilweşandin jî mîna şêwazeke din a vederkirinê derket holê.
Jinên di navenda şer de
Peyva "êş", êdî têra vegotina tiştên ku jinên li Zîvala Xezayê di şert û mercên di bin bombebaran, dorpêçkirin û koçberiya domdar de jiyane nake.
Pêvajoyê, rastiya jinan veguherand tevlîheviyek giran a travmayên wan ên li ser hev kombûyî, windakirina hezkiriyên xwe, hilweşîna tevahî ya xizmetên tenduristiyê, birçîbûn û tîbûna ku asta di asta xelayê de ye, paşguhkirina qanûna mirovî, bêxemiya saziyên mafên mirovan û di şert û mercên şer de di asta pir mezin de zêdebûna tecawiz û êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokên keç…
Ev dosya, şopên du salan ên vê hilweşîna pergalî, civakî, aborî û derûnî digre dest û encamên van hemû bûyeran ên li ser jiyana rojane radixe ber çavan.
Jiyana ku li Xezayê veguherî xirbeyê
Bi destpêkirina şer re, beşek mezin a civaka sivîl neçar man her carê li herêmek bimînin. Bi hezaran malbat gelek caran ji cih û warên xwe bûn, nexweşxane tijî birîndaran bûn û tesîsên tenduristiyê hatin sekinandin an jî zirarên mezin dîtin. Li dijî binesaziya tenduristiyê êrîşên dijwar hatin kirin. Daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nîşan didin ku ji destpêka şer ve li dijî tesîsên tenduristiyê û xebatkarên tenduristiyê bi sedan êrîş hatin kirin. Ji ber sînorkirinên tevger û astengkirina xwegihandina pêdiviyên tibî, bi sedan xebatkar û nexweşan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Vê windakirinê, bandorek mezin li ser kapasîteya girtina lênêrîna bi ewle ya jinên ducanî û yên zarokan dimijînin kir; rêjeya zayînê ya li derveyî tesîsên tenduristiyê zêde bû, komplîskasyonên ji ber lênêrîna kêm zêde bûn. Li gorî daneyên giştî, 55 hezar û 500 jinên ducanî û yên zarokan dimijînin ji ber kêmbûna xurekê di bin xeterek giran de ne.
Tundiya nava malê bi şer re zêde bû
Navendên piştgiriya psîkososyal teng bûn an jî hatin girtin û xizmetên ji bo pêşîlêgirtin û mudaxeleyên tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî (GBV) di asteke mezin de têk çûn an jî sînordar bûn. Raporên saziyên pispor, eşkere dikin ku di bûyerên tundiya nava malê û êrîşa zayendî ya li dijî zarokên keç de zêdebûnek diyarker heye û nîşan dide ku mekanîzmayên hiqûqî, dadwerî û mudaxele yan bi tevahî hatine asta ku kes nikare xwe bigihîjîne wan an jî têkçûnek cidî dijî.
Di vê rewşê de barê malbatê hemû ket ser milên jinan. Lê belê di heman demê, ji ber windakirina zarok, hevjîn an jî hezkiriyên xwe bi stress, tirsa domdar û tenêtiya piştî travmayê re têdikoşin û pergaleke piştgiriyê ya bi bandor ku hevsengiyê ji nû ve biafirîne nîn e. Lêkolînên herêmî, eşkere dikin ku ji her 10 jinan 9 jinên di navendên stargehê de ne nîşaneyên derûnî yên giran ên mîna bêxewî, xewnereşk û fikarên giran dijîn û bernameyên ji bo piştgiriya van jinan jî hema bibêje qet nîn e.
Kûrbûna hilweşandina civakî û aborî
Di sala duyemîn a şer de, nêzî nîvê sala 2024’an û heta dawiya sala 2025’an, bi berdewamkirina şer û veguherîna pevçûneke demdirêj re, hilweşîna civakî û aborî kûrtir bû. Zêdebûna rêjeyên di birçîbûnê de gihîşt astên karesetê yên mîna xelayê; nebûna xurekê, di nav zarok û jinên ducanî de bû sedema zêdebûna mirina zarok û jinan ji ber birçînbûnê. Li gel vê yekê, pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî bandor li piraniya nifûsê kir. Texmînên rêxistinên mirovî û mekanîzmayên çavdêriya ewlehiya xurekê, nîşan didin ku beşek mezin a nifûsê di navbera astên "rewşa awarte" û “karesatbar" de bêewlehiya xurekê dijîn û ji vê rewşê herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Li gorî lêkolînek, ji destpêka şer ve 175 kes ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan û ji wan 93 kes zarok in. Neteweyên Yekbûyî jî bi awayekî fermî ragihand ku rewşa li Xezayê gihîştiye asta xelayê.
Di aliyê aborî de, kêmbûna dahatê û hilweşîna bazara kar gelek jinan neçar kir ku barên giran ên aborî hilbigrin. Gelek jinan berê xwe dan karên demkî, neçar man hemû tiştên di destên de xwe bifroşin an jî ji bo sivikkirina barê jiyanê serî li rêbazên mîna zewaca zû dan. Saziyên herêmî û navneteweyî, belge kirin ku rêjeyên zewaca zarokan a beriya şer li hinek herêman bilind bûye, li kamp û naven stargehbûnê di astekî diyarker de zêde bû vê yekê li ser zarokên keç bandorên neyînî yên derûnî, tenduristî û perwerdeyê yên cidî ava kir.
Her wiha şert û mercên jiyana jinên karker bi awayekî ku heta niha tiştek wisa nehatiye dîtin xirab bû û ji ber hilweşina binesaziya bazirganî û xizmetê û hilweşîna bazarên hilberînê zêdetirî ji sedî 70’ê jin bê kar man an jî çavkaniyên xwe yên biçûk ên dahatê ji dest dan. Karsaziyên biçûk ên jinan ên mîna dirûtin, karên destan ên malê û atolyeyan ên beriya şer ji bo gelek malbatan xwedî girîngiyek mezin bûn, bi temamî hatin rawestandin. Jinan ji ber berdewamiya dorpêç û nebûna madeyên xav, neçar man ji bo domandina jiyana xwe serî li rêbazên curbecur ên mîna çêkirina nan li ser agirê ku bi pot û pertalan kirin, berhevkirin û firotina xurdeyan bidin.
Pîvanên girêdayî hev
Ya ewil pîvana civakî ye; ji ber hilweşîna têkiliyên malbatî û civakî ji ber koçberî û şert û mercên xanî yên qerebalix derdikeve holê. Van herdu faktor, rolên nepenî û perwerdeyî yên malbatê qels kirine, malbatên berfireh parçe kirine û dayikan neçar kirine ku rolên dabînker, mezinkerên zarokan û "parêzvanên" malê bigrin ser xwe. Her wiha ji ber zexta xizanî û tirsê, rêjeyên zewaca zarokan zêde bûye.
Li Xezayê jin an hatin qetilkirin an jî rastî travmayên kûr hatin
Travmaya ji ber şer, di asta şewbek de tê binavkirin û piştî depresyon û travmayê mîna xirabûna stresê derdike holê. Zarokên keç û jinên extiyar, di astên bilind de bi fikar, xewnereşk û hestên bêhêvîtiyê re têdikoşin. Nebûna piştgiriya derûnî, nebûna nepenîtiyê û zêdebûna berpirsiyariyên rojane, çerxek kronîk a stresê afirand. Rapor, nîşan didin ku ji sedî 74’ê jinên li Xezayê her dem di nava depresyonê de ne, ji sedî 62 nikarin razên û ji sedî 65 jî bi xewnereş û fikarên mezin re têdikoşin. Li Xezayê jin an hatin qetilkirin an jî rastî travmayên kûr hatin.
Di nava şerê herî hovanê de zayîn
Di nava şerê herî hovanê de zayîna pitikan, tabloyek trajîk nîşan dide. Xizmetên tenduristiyê yên ji bo dayikên ducanî yên travmayên kûr dijîn, gelek sînordar in. Çawa ku zewaca zarokan û ducanîbûn di şert û mercên şer de rîskan zêde dikin, bandora zêdebûna tecawizê gihîştiye astek gelek zêde. Di dema ducanîbûn û zayînê de ji bo dayik û pitikan rîskên pir zêdetir derketin holê. Rêjeya zayînên di mercên be ewle û bêkontrol de bi lez zêde dibin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rêxistinên têkildar, êrîşên li ser navendên tenduristiyê û bandora wan a rasterast li ser kapasîteya dabînkirina xizmetên tenduristiyê ya lezgîn an jî birêkûpêk bi berfirehî belge kirin.
Aktîvîstên medyayê û lêkolînera pirsgirêkên civakî Hibe Krayzim, da zanîn qeyrana piralî ya li Xezayê li dijî jinan tundiyek duqatî ye û divê di Roja Cîhanî ya Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan û kampanyaya çalakiyên 16 Rojan ên girêdayî wê de li dijî vê rewşê derbikevin. Hibe Krayzim, destnîşan kir ku li Xezayê rewşa jinan pir trajîk e û bi taybetî piştî şerê ku nêzî du salan domiya, di bin koçberiya domdar, dorpêçkirin û bombebarana dijwar de dijîn. Hibe Krayzim, diyar kir ku rewşa civakî ya jinan ji roja ewilê şer û vir ve roj bi roj xirabtir dibe û got: "Me bi hezaran bûyerên zewaca zarokan ên di bin 16 salî de belge kirin û me encamên neyînî yên vê yekê dît. Ev di nava wan de ji ber berçûyînê xirabûna rewşa tenduristiyê, gelek kes bêyî wergirtina mafên xwe bi biçûkxistin û û heqaretan re neçarî hevberdanê hatin, zewacên di şert û mercên ne guncaw de û jiyana di konan de ya bi şert û mercên jiyanê yên herî kêm û bê nepenî cih digre."
Aqilê hevpar ê ku bi tundiya siyasî û civakî re dibe yek: Baviksalarî
Di şer û pevçûnan de, mantiqa desthilatdariya mêrê serdest serwer e; ev mantiq bi kedxwarîkirina koçberî, xizanî û hilweşîna piştgiriya sazûmanî re, hegemonyaya xwe bi riya tundiyê xurt dike. Li Xezayê tundiya li dijî jinan ne tenê diyardeyeke talî ye; amûrek dualî ya tundiyê ye ku di aliyekî de ji bo çandina tirsê û şikandina berxwedana jinan bi awayekî polîtîk tê bikaranîn û di aliyê din de jî hewl dide bi awayekî civakê jinan marjînal û veder bike.
Lêkolîn û nirxandinên qadê, nîşan didin ku nebûna astengkirina qanûnî, hilweşîna pergala dadwerî û tenêhiştina jinan a di pêvajoya şer de, bêcezatiya sûcdaran hêsan dike û ev rewş bi tundiya şer xwedî dike ji xwe re cihek dibîne, wê didomîne, dubare dike û bandorên giran li ser tevgera civakî û pêşeroja zarokên keç dihêle.
Tevgera jinan paşketin û bandorên demdirêj
Tevgera jinan li Xezayê berê stûnek bihêz a civakê bû; lêbelê, îro şikestinek mezin dijî. Avahiyên saziyan hatin hilweşandin, tevgera wan ji ber sînorkirinên giştî yên li ser tevgerê bi giranî hatin sînordarkirin û çavkaniyên ku ji wan re tên dayîn pir kêm in û gelek caran jî tune ne. Balkêşiya kêlî bi kêlî medyaya navneteweyî ya tenê li ser alîkariya mirovî jî aliyên li ser bingeha maf û saziyî nedîtbar dike.
Rêxistinên jinan ên herêmî di bin gefê de ne û rêxistinên navneteweyî ne valahiya parastinê çareserkirin û ne jî zexta siyasî yan jî dîplomatîk veguherandin hêzeke ku bi awayekî bi bandor mafên jinan diparêze. Ger ev tevger ji nû ve neyê bihezkirin û pêşengkirin, jin dê hem di rêveberiya qeyranê de û hem jî di serdema piştî şer de nûnertiya xwe winda bikin.
Her wiha nîşaneyên wêranker jî pêkan e. Mînak rapora Yekîneya Jinê ya NY’ê, eşkere dike ku li Xezayê nêzî milyonek jin û zarokên keç bi birçîbûnê re rû bi rû ne û nikarin xwe bigihîjînin ava paqij, tuwaletên ku dixebitin an jî malzemeyên hîjyenîk ên bingehîn. Her wiha nêzî ji sedî 84’ê tesîsên tenduristiyê yên Xezayê zirar dîtin an jî bi tevahî hilweşiyan û ev yek jî rewşa tenduristiyê ya jinan qelstir dike. Li kêlaka vê yekê hat raporkirin ku heta niha li Xezayê di dema şer de zêdetirî 10 hezar û 271 jin hatin qetilkirin.
Kursiyên jinan di pêvajoyên ji nû ve avakirin û muzakereyê de vala hatin hiştin
Beşdariya jinan di muzakere û biryarên siyasî yên asta bilind ku çareserî yan pêvajoya ji nû ve avakirinê şêwe dikin, pir kêm in an jî tune ne. Pispor û derdorên polîtîkayê yên navneteweyî, destnîşan dikin ku jin di komîteyên muzakere yan jî li ser maseyên ku biryar li ser pêşeroja Xezayê tên girtin de, nikarin hebûnek berbiçav û bi bandor nîşan bidin. Ev rewş parçeyek ji şêwazeke gerdûnî ya dûrxistina jinan ji pêvajoyên aştiyê ye û dibe sedema têkçûna çareserkirina bi rêkûpêk a hewcedariyên civakê ku ji ber şer qels bûye.
Analîsta siyasî Tamara Haddad a der barê vederkirina jinan di pêvajoyên muzakereyê de şîrove dike, wiha dibêje: "Îro vederkirina jinan ji ser masayên muzakere û komîteyên plansaziya ji nû ve avakirinê, ne tenê nebûnek şêwazî ye; pêvajoyek siyasî ku encamên wê yên berbiçav hene ye. Pêvajoya ji nû ve avakirinê ya bêyî beşdariya jinan dê di civakê de valahiyên civakî yên nû veke û derfeta avakirina pergaleke hevgirtinê ku dikare mafên tenduristî, perwerde û aborî yên jinan mîsoger bike, têk bibe. Ger em Xezayek ku dikare baş bibe dixwazin divê jin hevkarên pêvajoyên biryargirtinê bin.”
Çerxa duqat a zextê û pirsgirêkên civakî yên xeternak
Li Xezayê piştî tundbûna şer, pirsgirêkên civakî yên xeternak ên bandorê li jin û zarokên keç dikin derketin holê. Di nava van de yên sereke zêdebûna zewaca zarokan û zêdebûna tacîz û êrîşa zayendî ne. Ev hemû piranî caran bi bêdengî, tirs û demxeya civakî re tên veşartin.
Daketina giştî, xizanî, bêewlehî û windabûna çavdêriya qanûnî, pergalên parastina civakî yên ku beriya şer van pratîkan sînordar dikirin hilweşand û bû sedema belavbûna vê rewşê. Îro, raporên mafên mirovan, aliyekî din a êşa ku jinên li Xezayê dijîn nîşan didin û ev rû ne tenê bi bombebaranê re, di heman demê de bi giraniya şert û mercên jiyanê û nêrîna mêr a zilmkar ku jinan mîna bargiraniyek dibîn re bi şêwe dibe.
Piştî şerê salek, daneyên rêxistinên mafên jinan ên herêmî, nîşan didin ku di salên 2024 û 2025’an de rêjeya zewaca zarokan li gorî beriya şer di asteke nehatiye dîtin de zêde bûye. Piraniya van zewacan li derveyî dadgehên fermî, di hawîrdorên girtî yên xwegihandina hiqûqî yan jî îdarî yên zehmet de yên girtî de pêk hat. Malbatên ku bi birçîbûnê û koçberiyê re rastî gefan tên, zewicandina zarokên keç mîna riya kêmkirina barê xwe yan jî mîna cureyek "parastinê" ya ji tenêtî û tirsa kampan dibînin.
Heta bûyerên ku zewicandina bi darê zorê ya zarokên keç ên di bin 15 salî de bi mêrên bi dehan salan ji wan mezintir re jî qewimîn. Ev zarokên keç ji derfetên hişmendiya têkildarî mafên xwe yan jî têgihiştina encamên rewşa li ser wan tê ferzkirin, bêpar in. Ev diyarde ne hilbijartinek civakî ye; mîna encamek hilweşîna pergala edaletê, mudaxelenekirina rêxistinên jinan ên li deverên koçberbûyî û hiştina maf û hebûna jinan a di bin siya şer de, bi pêş dikeve.
Her wiha di mijara tacîz û tecawizê de jî bîlançoyek ku giran dibe heye. Li navendên stargehbûn û deverên koçberiyê yên qerebalix, bûyerên mîna zextê li hemberî alîkariyê tên kirin, tacîz û tecawizên li tuwaletên hevpar an jî deverên şûştinê tên kirin û êrîşên zayendî yên di rêzên av û xurekê de zêde bûne. Li gorî şahidiyên piştrastkirî yên rêxistinên herêmî, gelek jin û zarokên keç, ji ber tirsa eşkerekirina van binpêkirinan, demxekirin an jî tolhildanê, bêdeng dimînin. Her wiha mekanîzmayên bi ewle yên bikaribin xwe bispêrin an jî navendên pisporî jî hema bibêje qet nîn in.
Nebûna nepenîtiya konan û kêmbûna ronahiyê ya şevê, xeterên ku jin pê re rû bi rû dimînin zêde kir. Rêxistinên jinan, radigihînin ku li kampan di giliyên ne fermî yên tacîz û gefan de zêdebûnek girîng heye lê belê ji bo astengkirina sûcdaran gavên bi bandor nayên avêtin. Di hinek rewşan de, ji ber kaosa koçberiyê û hilweşîna pergala civakî, bûyerên êrîşa zayendî jî hatin tomarkirin. Mexdûr piranî car neçarî bêdengbûnê tên kirin an jî di bin navê pêşîgirtina “şermê” de bi bersûcan re tên zewicandin. Ev yek jin û zarokan hepsê çerxa duqatî ya zilmê dike. Ango zexta şer û kevneşopiyan. Rêxistinên jinan, destnîşan dikin ku ji ber piraniya mexdûran nikarin tiştên jiyane bînin ziman hejmarên hatine ragihandin tenê beşek biçûk a rastiyê nîşan didin û mekanîzmayeke ku wan biparêze nîn e.
Şerê li dijî bedena jinan
Analîst Tamara Haddad a der barê veguherînên civakî de şîrove dike, wiha dibêje: "Li Xezayê îro jin ber bi hilweşîna exlaqî û civakî ve hatine kişandin. Em li vir tenê behsa şerekî leşkerî nakin; em behsa pêvajoyeke ku civak li ser bingehên dijwar û zordar ji nû ve tê şêwekirin dikin; pêvajoyeke ku baviksalarî û tundî tê xurtkirin. Ger zarokek keç ji bo têrkirina zikê xwe neçar dimîne bizewice yan jî jinek bi tirsa şermê li dijî kesên destdirêjiyê dikin bêdeng dimîne, ev nîşan dide ku şer ji çekan derbas bûye û gihîştiye asta şikandina rûmetê. Mixabin, ew mijar mîna ku êşa jinan heq dike di pêşeroja Xezayê de bibe mijarek nîqaşê, di tu komîteyên muzakere yan jî planên siyasî de cih nagire.”
Şer tenê hilweşandinek fîzîkî çênekir, di heman demê de qeyranên exlaqî û civakî yên bi hev ve girêdayî jî derxistiye û kûrtir kiriye. Bedana jinan veguherî qadeke din a pevçûnê û zarokên keç neçar man berpirsyariyên ku ji temenê wan pir wêdetir e bigrin ser xwe. Di civakeke ji şer westiyayî de, di bin hikûmetek ku li şûna bi parastina hemwelatiyên xwe bi domandina hebûna re mijûl de, gava ewil a destgirtina van karesatan, lêkolînkirina çavkaniyên qeyrana Rojhilata Navîn û şerê Filistîn-Îsraîlê ye. Her çendî ev şer ne şerê jinan be jî ger jin beşdarî vê şerê tên kirin, vê demê divê ev şer mîna şerek ku ji aliyê mêrên serdest ên vê sedsalê ve li dijî jinan tê meşandin bê şîrovekirin. Dema em li encam û armancan binêrin, dê were dîtin ku ev şer rasterast bandorê li ser hebûna jinan û nexşeya pergala ku dixwazin li Rojhilata Navîn bisêwirînin dike. Îsraîl armanc dike ku bi vî şerê nexşe û pergala Rojhilata Navîn biguherîne. Ev yek jî tê wateya xuyangek bi îsrara feraseta dewleta mêr a pergala ku ew dixwazin ava bikin.
Daneyên şerê du salan
Di encama şer de piraniya wan jin û zarok bi giştî 69 hezar û 564 kesan jiyana xwe ji dest dan, 170 hezar û 833 kes birîndar bûn; hinek ji birîndaran dest, ling an jî çavên xwe winda kirin. Piştî biryara agirbestê jî hêzên Îsraîlê zêdetirî 312 kes qetil kirin û zêdetirî 760 kes jî birîndar kirin.
Bi rastî jî jinên Filistînî gelek bihêz in; kapasîteya xwe ya bêhempa ya berxwedanê, jêhatibûnên xwe yên afirandina nûjeniya civakî û hewldanên xwe yê di perwerde, alîkariya mirovî û tenduristiyê de gelek caran îsbat kirin. Lê belê ger mafên jinan û civakî di çareserkirina qeyrana Xezayê de bê paşguhkirin, her çiqas qeyran mîna bê çareserkirin xuya bike jî; dê bi xeteriya kûrbûnê re rû bi rû bimîne.
Di vê çarçoveyê de, derbaskirina qeyrana Rojhilata Navîn û bi taybetî jî qeyrana Xezayê, bi riya pergalên xwedî civak û makezagonên demokratîk pêkan dibe. Lewma divê jin ne tenê mexdûrên şer, di xebatên jinûveavakirina piştî şer de jî mîna hevkarên bingehîn bên dîtin.