Sosyolog Zeynep Kırıkkaya: Jin li Hatayê nikarin derkevin derve

Sosyolog Zeynep Kırıkkaya ku Sekretera Hiqûqî ya Şaxa Hatayê ya SES’ ê ye, got "Piştî erdhejê, ji ber girtin û çêkirina rêyan ku bûne pirsgirêk û ronahîkirina nebaş, jin êdî nikarin derkevin derve û rêjeya penceşêra memikan zêde bûye."

BINEVŞ STÊRK

Hatay – Hatay yek ji wan bajaran e ku bandorên wêranker ên erdheja 6’ê Sibatê herî zelal xuya bûn. Rapora "Meha 30’emîn Piştî Erdhejê" ya Şaxa Hatayê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) nihêrînek berfireh a pirsgirêkên ku bajar pê re rû bi rû dimîne pêşkêş dike. Li gorî raporê, pirsgirêkên cidî li Hatayê berdewam dikin. Rapor tekez dike ku rêjeya tiryakê di nav zarokan de hema hema du qat zêde bûye. Li Hatayê, tê ragihandin ku malên lênêrîna pîran, navendên lênêrîna pîran û rehabîlîtasyonê, navendên piştgiriya zarokan û malên zarokan di sala duyemîn a piştî erdhejê de hîn dest bi xebatê nekirine.

45 hezar Dom, Abdal û Romên ku li vir dijîn bê mal in

Raport diyar dike ku navendên tenduristiya derûnî yên civakî ku ji bo şopandina nexweşiyên kronîk ên derûnî girîng in, ji erdheê vir ve nikarin bixebitin. Rapor her wiha ggahiyên jêrîn dihewîne: "Piştî erdhejê, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl ên ku li herêmê dixebitin ji ber zehmetiyên darayî û astengiyên îdarî yên wekî akredîtasyonê neçar man ku ji qadê vekişin. Niha 45 hezar  Dom, Abdal û Romên ku li Antakyayê dijîn, hîn malên wan tunene û nizanin çi bikin. Gihîştina binesaziya bajarî û xizmetên heyî, bandorê li ser pirsgirêkên tenduristiyê jî dike. Rejîma xanî ya heyî li herêma erdhejê - Qadên Bingehîn ên Demkî, nebûna gihîştina binesaziyê wekî av, elektrîk û gaza xwezayî, qirêjiya hewayê ya ji ber înşaetan û nebûna qadên giştî yê ji bo civakîbûnê - bandorek neyînî li ser tenduristiya jinan dike."

Zewacên zû yên bi darê zorê zêde bûne

Her wiha, kevneşopiyên baviksalar ên wekî zewaca zû ya bi darê zorê, digel vê rewşê, gelek pirsgirêkên li herêma erdhejê, ji tenduristiya zayendî û hilberînê bigre heya tenduristiya derûnî, girantir kirine. Li Hatayê, veguhestina wargehan a piştî erdhejê ji navendên bajarî ber bi gundan çêbû, zêdebûna bêkariyê û zehmetî û lêçûna bilind a gihîştina xwarinên bingehîn, bûye sedem ku mirovên ku li gundan bi cih dibin bêtir beşdarî rez û baxçeyan bibin û çandina van erdên berpirsiyarê dabînkirina hewcedariyên malê ye. Her wiha hatiye dîtin ku jin bi giranî di vê çalakiya hilberînê de beşdar e, ji ber ku beşdarî aboriya malê dibe. Di dema ku ji ber karê lênêrînê maye de, ji jinan tê xwestin ku hilberîna kelûpelên malê bikin.

‘Me derfet dît ku em bi gelek kesan re têkilî deynin’

Sekretera Hiqûqî ya Şaxa Hatayê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) Sosyolog Zeynep Kırıkkaya, zehmetiyên ku piştî erdhejê hatine jiyîn û zehmetiyên berdewam bi me re parve kir. Xebatkara civakî Zeynep Kırıkkaya, nêzîkî 11 salan e li Hatayê dixebite. Wê destnîşan kir ku ew berî erdhejê li Hatayê bû û piştî wê jî li bajêr xebata xwe didomîne. Zeynep bal kişand ser avantajên xebata di xizmetên civakî de û got ku derfeta wê heye ku bi gelek kesan re têkilî deyne.

‘Gelek pirsgirêk berdewam dikin’

Zeynep hişyariya xwe anî ziman ku jinan di tevahiya pêvajoyê de zehmetiyên girîng dîtine, hem li malê, hem li derve û hem jî di jiyana civakî de rastî tengasiyan hatine. Zeynep wiha got: "Em gihîştine meha 32-33’emîn a erdhejê, lê wekî ku di gera xwe ya îro de we jî dîtiye, gelek pirsgirêk hîn jî li bajêr berdewam dikin. Ji veguhastina giştî bigre heya lênihêrîna tenduristiyê, ji veguhastinê bigre heya binesaziyê, gelek pirsgirêk berdewam dikin. Ji bilî van hemû pirsgirêkan, jin neçar in ku barê lênêrîna zarok, seqet û extiyaran li malê hilgirin.

‘Derfetên kar li bajêr piştî erdhejê bi girîngî kêm bûne’

Zeynep da zanîn ku ev yek hem wan ji jiyana civakî dûr xistiye û hem jî bûye sedem ku ew hîn bêtir di malên xwe de asê bimînin û wiha pê de çû: "Ev ji bo jinan tengasiyên mezintir çêdike. Piştî erdhejê, derfetên kar li bajêr bi girîngî kêm bûne. Dîtin û ewlekirina karekî, bi taybetî ji bo jinan dijwar e. Karên ku ew dikin pir caran neewle ne. Ji ber vê yekê, jin pirî caran neçar dimînin ku li malê lênêrîna zarok, seqet û kal û pîran bikin."

‘Jin herî zêde serlêdana alîkariya civakî dikin’

Zeynep, destnîşan kir ku ji perspektîfa xizmetên civakî ve, dîtine ku hejmara jinên ku serlêdana alîkariya civakî dikin bi awayek cidî zêde bûye û wiha domand: "Bi taybetî piştî erdhejê, jin pirî caran serlêdana alîkariya civakî dikin. Dema ku em li vê yekê dinhêrin, her çend di warê wergirtina alîkariya civakî de wekî piştgiriya darayî xuya bike jî, jin alîkariyê bi rastî ji bo xwe nagirin. Bi gotineke din, ew ji bo peydakirina hewcedariyên xwe nagirin. Hewldanek lênêrînê heye, barekî lênêrînê. Bi gelemperî çawa ye? Hûn lênêrînê peyda dikin û hûn ji bo wê pere distînin. Lê jin bi rastî vî pereyî ji bo dabînkirina lêçûnên din ên malê xerc dikin. Cih tune ku ew bikaribin ji bo xwe bikin an rasterast ji bo xwe xerc bikin. Ji ber vê yekê jin xwe di vê rewşê de dibînin."

‘Jin bi tevahî ji jiyana civakî qut bûne’

Zeynep destnîşan kir ku bi gelemperî, berpirsyariya malê dikeve ser milê jinan û got ku bi lênêrîna kal û pîr û zarokan re, jin bi tevahî bi malê ve girêdayî ne. Zeynep balkişand ser van xalên girîng: "Ew bi tevahî ji jiyana civakî qut bûne. Ji ber şert û mercên bajêr, derketina derve û civakîbûna jinan, ji bo wan zehmet e. Veguhestina giştî tune. Piştî saetek diyarkirî ya şevê, meş li derve pirsgirêkek e û gelek kolanên bêronahî hene. Di rewşên wiha de, jin hîn bêtir di malên xwe de asê mane û ew bi rastî di nav malê de di nav çerxek xerab de ne. Gelek jin di van demên dawî de daxwaza piştgiriya psîkolojîk dikin. Bi rastî, ji ber hesta asêmayîna di malê de û barê karê lênêrînê li ser jinan, daxwazek mezin heye."

‘Jin êdî nikarin derkevin derve’

Zeynep anî ziman ku bicîhanîna van hemû daxwazan dijwar e û gihîştina mekanîzmayên wergirtina vê xizmetê ji bo jinan dijwar e. Zeynep bi van mînakan gotinên xwe domand: "Jin jî bi pirsgirêkek wisa re rû bi rû ne. Bi kurtasî, her çiqas em 32-33 meh di nav erdhejê de bin jî, em dikarin bêjin ku hîn jî pirsgirêkên cidî hene, bi taybetî jî ji bo jinan. Heta berî erdhejê jî, tora veguhastina giştî ya li parêzgeha Hatayê ne pir baş bû. Dîtina otobusek piştî saetek diyarkirî ya şevê pirsgirêkek cidî bû. Lê piştî erdhejê, jin ji ber girtina rêyan bi tevahî nikarîbûn derkevin derve, çêkirina gelek rêyan bû pirsgirêk û ronahîkirin nebaş bû asteng."

‘Veguhestina giştî ji ber înşaetê bi tevahî hatiye qutkirin’

Dema ku hûn li navenda bajarê Hatayê bimeşin, hûn ê projeyên înşaetê yên di bin banê projeya TOKÎ (Rêveberiya Pêşxistina Xaniyan a Tirkiyeyê) de bibînin. Peyv nikarin rave bikin ka toz û dûmana van projeyên înşaetê çiqas bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan dike. Qutbûna elektrîkê jî li ser vê yekê zêde bikin, rewş xirabtir dibe. Zeynep destnîşan kir ku stûna elektrîkê ya heyî şikestî ye û nayê xebitandin û got, "Ji ber vê yekê hemû jin berî ku roj herê ava, vedigerin malê. Bi her awayî veguhastina giştî tune. Veguhestina giştî ji ber vê înşaetê li ser gelek rêyan bi tevahî hatiye qutkirin."

‘Bi taybetî bûyerên penceşêra memikê zêde bûne’

Zeynep behsa aliyê tenduristiyê yê pirsgirêkan kir û got ku jin ji ber ku di malên xwe de asê mane, ji bo pirsgirêkên tenduristiyê jî zehmetiyan dikişînin. Wê rave kir ku mirov ji ber pandemiyê di malên xwe de asê mane û hê salek di ser re derbas nebûye erdhejek li Hatayê xistiye. Zeynepa ku diyar kir gelek jin nikarin muayeneyên xwe yên rûtîn bikin, wiha got: "Li bajêr testên penceşêra pêsîran û HPV-ê sînordar bûn. KETEM demek dirêj e van xizmetan peyda dike. Lê belê, ev xizmet heta salek berê bi awayekî çalak nehatibû peydakirin. Odeya Tipê niha li ser vê mijarê lêkolînek dike. Lê belê, agahdariya ku em ji qadê distînin nîşan dide ku bûyerên wiha zêde dibin. Em dibînin ku bûyerên penceşêrê û bi taybetî penceşêra pêsîran zêde dibin. Ji ber vê yekê, ji bo ku ev herêm bi lez û bez baş bibe, divê dewlet pêşî berpirsyariyên xwe bicîh bîne."

‘Heta ku bajar baş nebe, mirov baş nabin’

Zeynep, destnîşan kir ku tevî ku sê sal di ser erdhejê re derbas bûne jî, ew hîn jî li hember bandorên xirab ên înşaetê têdikoşin û tenê çend ji van pirsgirêkan wiha rêz kir: "Em hîn jî bi pirsgirêkên veguhestina giştî re têdikoşin. Em hîn jî bi rêyên ku nehatine çêkirin, rêyên ku nehatine asfaltkirin û rêyên ku bi heriyê veşartî ne re têdikoşin. Ji ber vê yekê, divê jiyan di zûtirîn dem de vegere rewşa xwe ya normal. Sê sal derbas bûn. Em nizanin dê çiqas bidome. Ji bo ku her tişt vegere rewşa xwe ya normal, divê bajar ji hêla fîzîkî ve dîsa li ser piyan bimîne. Heta ku bajar baş nebe, dê mirov  baş nebin. Û heta ku ew nebe, ew ê bi heman pirsgirêkan, heman depresyonê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, divê ev der bi cidî bê çareserkirin û ji nû ve bê vejandin."

‘Ji bo hemû beşên civakê heman pirsgirêk’

Zeynep diyar kir ku ew bi rastî ji gotina "Ez hêvî dikim ku ew zû çareser bibe" westiyane, lê ew hîn jî hêvî dike ku ew dê were çareser kirin û wiha got, "Em her tiştê ku ji destê me tê dikin. Em hewl didin ku pirsgirêkên têkildarî hem xebatkarên tenduristiyê û xizmeta civakî û hem jî raya giştî bi qasî ku pêkan be bînin pêş. Mirov ji her beşên jiyanê, ji karmendan bigre heya kesên ku xizmetê distînin, van zehmetiyan dijîn. Ji ber vê yekê, ev ne tenê pirsgirêkên ku mirovên xizan û kesên xwedî statuya civakî ya nizm dikşînin e. Herkes van pirsgirêkan dijî, ji karmendên dewletê bigre heya karkeran. Em hewl didin ku van pirsgirêkan di qadê de bi qasî ku pêkan e xuya bikin. Ez hêvî dikim ku hewldanên me berhem bidin."

‘Jinan piştgiriyek girîng dan’

Zeynep destnîşan kir ku jinên ji seranserê Tirkiyeyê, piştî erdhejê li bajêr piştgiriyek girîng wergirtine û destnîşan kir ku di dema erdhejê de gelek kon hatine danîn. Zeynep, konên ku xwarin û alîkarî peyda dikirin wekî mînak bi nav kir û wiha domand: "Lê hevalên me yên li qadê bi berdewamî vê yekê digotin. Jin pir hewcedarê konek jinan bûn, ango ji bo dabînkirina pêdiviyên wan ên kesane. Di qonaxên destpêkê yên erdhejê de carnan jin ji behskirina vê yekê pir dudil bûn. Ji ber ku dema ew birçî bûn û dicemidîn, wan hîs dikir ku dabînkirin an daxwaza vê yekê şerm e. Lê pedên reglê û pêdiviyên din bi rastî jî pêdiviyên herî bingehîn ên jinan in."

‘Ez bawer dikim ku li vir hevgirtinek baş heye’

Zeynep, destnîşan kir ku li vir li qadeke kon hatibû danîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew cîhek bû ku qet nebe di warê peydakirina van hewcedariyan de dikaribû ji bo jinan rihetiyê peyda bike. Û gelek jin hatin vir, fêm kirin ku ev hewcedarî girîng in û daxwaza wan kirin. Bi vî rengî, ez bawer dikim ku li vir hevgirtinek baş heye. Carna, di destpêkê de dîtina jinan ne pir zêde ye. Lê em dizanin ku ev ji bo jinan girîng û pêwîst e, bi qasî xwarin û vexwarinê normal e."