Koçberan jiyana bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtin

Koçberên ji Sûriye û Iraqê ji bo ku jiyana bi ewle û aram bijîn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava hilbijartin. Di roja îro de zêdetirî 20 milyon koçber li kampên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn.

BERÇEM CÛDÎ-DELAL REMEDAN
Kobanê - Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê di 15'ê Adara 2011'an de, mirov dikare erdnîgariya Sûriyeyê wekî sê parçeyan bigre dest. Herêmên ku ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve hatine dagirkirin ev in: Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Ezaz, Bab û Cerablûs. Bajarên ku rejîma Baasê lê hikumdar e jî ev in: Şam, Humis, Hema, Laziqiye, Tertûs, Îdilib, Dera, Qûneytira û Siwêda. Herêmên ku pêkhateyên kurd, ereb, ermenî, çerkez, turkmen, suryan û aşur bi awayek wekhev lê dijîn jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên rêvebirin jî ev in: Reqa, Tebqa, Dêrezor, Minbic, Kobanê, Hesekê û Qamişlo.
Şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn dibe sedema bi deh hezaran koçberiya niştecihên herêmê. Piştî ku şerên giran li seranserî herêmên Kurdistan-cîranên wê pêk hatin û cihên jiyanê hilweşiyan xelqê van herêman berê xwe dan cihên cuda. Bi serhildan û Şoreşa Rojava re Rêveberiya Xweseriya Demokoratîk gelek qadên nû yên jiyanê vekirin. Gelên ku ji ber desthiladariya dewleta tirk an jî çeteyên cuda koçber dibin berê xwe didin qadên bi ewle. Ji ber hejimara koçberan a zêde Rêveberiya Xweseriya Demokoratîk pêwîstî pê dît ku kampên koçberan ava bike. 
Bajarê konan: Kampa Holê
Kampa Holê ya bajarê Hesekê di 1991'ê de di dema şerê Xelîcê yê duyemîn de ji bo koçberên ji Iraqê hat avakirin. Di sala 2003'an de bi sedan malbatên ji Iraqê careke din ji ber şer koçberî kampê dibin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di 19'ê Tîrmeha 2012'an de, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokê Holê ji bin hikumdariya Rejîma Baasê girtin û êdî Rêveberiya Xweser kamp bi rêve bir. Bi destpêkirina Bihara Ereban re gelek malbatên ji Sûriye û Iraqê ji ber şer û pevçûnên giran berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava. Ji ber vê Rêveberiya Xweser ew koçber li kampa Holê bi cih kirin. Bi destpêkirina pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Bagera Cizîrê di 2018'an de ji bo rizgarkirina Dêrezorê ji çeteyên DAIŞ`ê, koçberên Dêrezorê jî li kampa Holê hatin bicihkirin. Her wiha hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê QSD'ê ve dihatin girtin, ew jî di beşek taybet a kampê de hatin bicihkirin. Ji ber vê hejmara koçberên di kampa Holê de di 2019'an de gihîşt 74 hezaran. 
Bîlançoya Rêveberiya Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ya kampa Holê di 2021'ê de wiha ye: 8 hezar û 286 malbat, 3 hezar û 694 kesên ji Iraqê. 6 hezar û 270 malbat, 22 hezar û 626 kesên ji Sûriyeyê. 2 hezar û 677 malbat, 9 hezar û 178 hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ'ê. Hejmara giştî ya koçberên di kampa Holê de 17 hezar û 234 malbat, 62 hezar û 458 kes in.
Hêjayî gotinê ye ku kampa Holê xetertirîn kampên Bakur û Rojhilatê Sûriye-Rojava ye û ji aliyê mezinahiyê ve li ser asta cîhanê sêyemîn kamp e. Her wiha malbatên DAIŞ`ê bênavber hewldanên derketina ji kampê dikin û di sala borî de 35 sivîl qetil kiribûn. 
Kampa Newroz:
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anîn. YPJ/YPG di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de karîdora mirovahiyê vekirin û Êzidiyên li Şengalê derbasî bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê kirin. Rêveberiya xweser ji bo alîkariya koçberan kampa Newrozê ava kir. Piştî rizgarkirina Şengalê ji aliyê Gerîlayên YJA-Star û HPG`ê ve, koçberên di kampa Newrozê de vegeriyan Şengalê. Di dema êrîşa dewleta tirk a li ser Serêkanî û Girê Spî de, di 2019`an de, kamp ji nû ve hat sererastkirin. A niha 107 malbatên ji Serêkanî û Girê Spî di kampê de ne. 
Kampa Roj:
Ev kamp di 25'ê Sibata 2015'an de ji bo koçberên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê ku ji ber şerê di navbera Rejîma Baasê û komên çeteyan de direviyan hatibû avakirin. Kamp 20 km. li başûrê bajarê Dêrikê ye. A niha di kampê de malbatên ji Sûriye, Iraqê, hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ'ê jî dijîn.
Kampa Erîşa: Ev kamp ji bo koçberên ji Dêrezorê û Hesekê di 2017'an de li Kantona Hesekê hat avakirin. Di kampê de 2 hezar û 730 malbat, 13 hezar û 544 kes dijîn. 
Kampên Minbicê
Li bajarê Minbicê du kampên bi navê kampa Rojhilat a Kevnar û kompa Rojhilat ya Nû hene. Her du kamp li gundê Resim El-Exder in dikevin Başûrê Minbicê. Dirêjahiya di navbera her du kampan de 500/m ye. Kamp di 2017'an de ji bo gelê gundewarên Rojhilatê Helebê ku ji ber êrîşên rejîma Baasê û çeteyên dewleta tirk koçber bûbûn hat avakirin. Di kampa Rojhilat a Kevnar de 389 malbat, hezar û 899 kes dijîn. Her wiha di kampa Nû ya Rojhilat de 574 malbat, 3 hezar û 3 kes dijîn.
Kampên Efrînê: Wargehên berxwedan û hêviyê
Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de bi çekên herî giran û balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir. Gelê Efrînê 58 rojan li hemberî êrîşên herî giran li ber xwe dan. Lê ji ber topbarana dijwar û bikaranîna çekên giran, gelê Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya Xweser a Kantona Şehbayê ji bo koçberên ji Efrînê 4 kamp ava kirin û kampek sererast kir. Kampa Şehbayê di 2016'an de ji bo koçberên ji gundewarên Helebê, Humis, Idlib û Şamê hatibû avakirin. Piştî dagirkeriya Efrînê Rêveberiya Xweser kamp sererast kir. 64 malbatên ji Helebê û 34 malbatên ji Efrînê tê de hatin bicihkirin. Kampa Berxwedan di 20`ê Adarê de hat avakirin. Rêveberiya Xweser 700 malbat, 4 hezar kes di kampê de bi cih kirin. Her wiha kampa Serdem li gundê Til Sewsen hat çêkirin û 4 hezar kes tê de dijîn. Kampa Efrîn, di vê kampê de bi dehan malbat hatine bicihkirin. Di Kampa Veger (Ewde), de jî 103'ê malbat dijîn.  
Kampa Waşûkanî:
Dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir. Di encama dagirkerî û êrîşên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê de gelê her du bajaran koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ji Serêkaniyê kampa bi navê Waşûkanî di  Mijdara 2019`an de li Kantona Hesekê ava kir. Rêveberiya Xweser hezar û 900 malbat, 12 hezar û 200 kes li kampê bi cih kir. 
Kampa Serêkaniyê:
Ji ber ku kampa Waşûkanî têrî hejmara koçberan nekir, Rêveberiya Xweser koçberên din di dibistanên Hesekê de bi cih kiribûn. Bicihkirina koçberan di dibistanan de ji bo xwendinê astengî çêkir. Ji ber vê Rêveberiya Xweser di 20'ê Tebaxa 2020'an de kampa bi navê Serêkaniyê li Rojhilatê kantona Hesekê ava kir û niha hezar û 300 malbat û bi giştî 6 hezar kes dijîn.
Kampên Reqayê
Di destpêka aloziya Sûriyeyê de bi sedan malbat koçberî bajarê Reqayê bûn û niha di 62 kampên cuda de li seranserî Reqayê dijîn.    
Kampa Mehmûdlî: Ev kamp ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 23'ê Hezîrana 2018'an de ji bo koçberên ji Hema, Humis û Helebê li bajarê Tebqayê ava kir. Rêveberiya Xweser koçberên Kantona Girê Spî yên ji ber êrîşên dewleta tirk ji malên xwe derketin, di 2019'an de li kampa Mehmûdlî bi cih kir. A niha di kampê de hezar û 834 malbat, 8 hezar û 446 kes dijîn. 
Kampa Til El-Semin:  
Dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Kantona Girê Spî û Serêkaniyê kir. Di encama êrîşê de bi hezaran ji gel koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ji kantona Girê Spî kampa Til El-Semin ava kir. Kamp li Bakurê bajarê Reqayê, 677 malbat, 3 hezar û 486 kes lê hatine bicihkirin.
Jiyana di kampan de derûniyê xirab dike
Koçberên di kampan de rojane bi hesreta hilma mal û axa xwe dijîn. Çavên wan li rizgarbûna bajarên wan û bi dawîbûna aloziya Sûriyeyê ye. Jina bi navê Şemse Mihemed Bekir ku ji gundê Leylan ê Serêkaniyê ye yek ji wan hezaran kesan e ku bi hêviyên vegera li mala xwe dijî. 
Şemse bi van gotinan behsa jiyana di kampan de dike: "Em niha di kampan de dijîn lê bi xwedanê yezdan be êdî derûniya me û zarokan xirab bûye. Ka bifikirin mirov pişta xwe bide dîwarê mala xwe çawa û bide konan çawa ye. Me jiyana bi ewle dijiya. Me kedeke pir mezin û nîvê emrê xwe da heta ku me malên xwe ava kirin. Dewleta tirk bi riya dagirkeriyê em bi darê zorê koçber kirin. Me dît ku ji nişkave gule û bombe bi  ser me de dibarin. Wê êrîşê diyar kir ku Tirkiye beriya her kesî sivîlan hedef digre. Ji ber vê bila dewleta tirk bihaneyên wekî em ax û malên sivîlan diparêzin bi kar neyne, ji ber ku ew derewan dike. Jixwe em li malên xwe bûn, tu kesî zirar li me nedikir û jiyana me bi ewle bû lê dewleta tirk bi zanebûn em koçber kirin."