Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (11)

Li Misirê ji Nefertîtî heta Tehrîrê jinbûn Misira ku ji çanda şaristaniya dayiksalariyê tê, jinan çanda berxwedaneke kevn mîras girt. Yek ji vana Nefertîtî ye, wê çarenûsa welatê xwe guherand û karên wisa girîng û pêşîvekirî kir ku piştî bi hezaran salan jî dê were bibîranîn. Di destpêka sedsala 20’an de jinên misrî çand û kevneşopiya wê ji xwe re mînak girtin û li Misirê li dijî sineta jinan, şîdeta li ser jinan û şîdeta dewletê îmze avêtin bin gelek gavên nû. Welatê ku bihara Ereb lê dest pê kir, ji roja pêşîn ve ji bo bibe parçeyek guherînê, jin derketin kolanan lê di pêvajoyên dawiyê de ji derve hatin hiştin. Jin li dijî ji dervehiştinê îro ji bo mafên xwe biparêzin û bi pêş bixin têkoşîna xwe didomînin.

Li Misirê ji Nefertîtî heta Tehrîrê jinbûn 
Misira ku ji çanda şaristaniya dayiksalariyê tê, jinan çanda berxwedaneke kevn mîras girt. Yek ji vana Nefertîtî ye, wê çarenûsa welatê xwe guherand û karên wisa girîng û pêşîvekirî kir ku piştî bi hezaran salan jî dê were bibîranîn. Di destpêka sedsala 20’an de jinên misrî çand û kevneşopiya wê ji xwe re mînak girtin û li Misirê li dijî sineta jinan, şîdeta li ser jinan û şîdeta dewletê îmze avêtin bin gelek gavên nû. Welatê ku bihara Ereb lê dest pê kir, ji roja pêşîn ve ji bo bibe parçeyek guherînê, jin derketin kolanan lê di pêvajoyên dawiyê de ji derve hatin hiştin. Jin li dijî ji dervehiştinê îro ji bo mafên xwe biparêzin û bi pêş bixin têkoşîna xwe didomînin. 
Navenda Nûçeyan - Misir ku yek ji cihên xwedî şaristaniya kevn a cîhanê ye û li navenda Rojhilata Navîn cihê xwe digire; sedsala 20’an bi geremolên siyasî derbas kir, di aliyê aborî de kes û çîn ji hev cuda û ji sedî 60’ê gel di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Girseyên ku di serhildanên di 25’ê Çileya 2011’an de dest bi çalakiyan kirin û dawî li dîktatoriya 33 salan anîn; bi zêdehî kesên xizan ên ji derveyî rejîmê û jin bûn. Her çiqas dawiya wê derbe û geremola siyasî be jî li Misirê çanda jinan a berxwedêr her dem xwe parast. 
Tacîz, tecawiz, şîdet, sinet û komkujî
Li Misirê jin, wekî gelek welatên Rojhilata Navîn bi hinceta ‘namûsê’ hatin kuştin, rastî şîdet, tacîz û tecawizê hatin. Tevî vana rastî sineta ku şîdet biyolojîk e jî hatin/dimînin. Li Misirê nêzî 132 milyon jin rastî vê pêkanîna hovane hatin. Her sal di milyon jin tên sinetkirin. Di dema Kongreya Pêşvebirin û Şêniya Navneteweyî (ICPD) ya di 1994’an de hat lidarxistin de, dokumantera sineta jinan hat weşandin û ev yek bû sedem ku hikûmeta Misirê û civakê dest bi nîqaşa FGM’ê bikim. Sineta jinan piştî kongreya ICPD’ê ya di 1994’an de ket rojevê û bû nîqaşa neteweyî. Komên jinan, ên berê bi vê pirsgirêkê dizanibûn lê ji ber cudahiyên mijaran û armancên xwe nedanîn rojeva xwe, dest bi nîqaşkirina FGM’ê kirin. Kesên ku bertek nîşanî rojevbûna FGM’ê dan, îdia kirin ku ev yek hewldana reşkirinê ya dewletên rojava ye. Hikûmetê sineta jinan şermezar kir, wezîrê şênî û tendirustiyê soz da civaka navneteweyî ku dê ev pêkanîn were qedexekirin lê ji ber bertekan soza xwe bi cih neanî.  
  Li Misir û Tehrîrê jinan ji bo şoreşê nivîsandin lê...
Jinan ji roja pêşîn a Bihara Ereb ku di 25’ê çileya 2011'de li Misirê dest pê kir ve ji bo rewşê biguherînin derketin kolanan. Tevî hemû êrîşên fizîkî û polîtîkayên bêzarkirinê jî jinan Tehrîrê neterikandin û daxwazên xwe bi dirûşmên “Wekhevî, azadî û edalet” anîn ziman. Li Misirê ku dîktatorî bi serhildana gel ji ser kar hat xistin, di komîteya ji bo makezagona nû hat avakirin de tu jineke pispor cih negirt. 63 rêxistinên ku daxuyaniyeke hevpar dan gotin; “Jinên misrî bi awayê komî û wekhev tevli şoreşê bûn; mafê wan heye û divê li Misirê ji bo avakirina nû cih bigrin.” Rêxistinan bal kişandin ku komîteya piştî serhildanên 25’ê çileyê dest pê kirin û dawî li serokdewletiya Husnu Mubarek anîn hatiye avakirin; ji bo “Pêşeroja welat û vê pêşîvekirina li pêvajoyê gumanan çêdike.” Gumanên jinan mafdar derketin û Îxwan (Birayên Misilman) ên bûn desthilatdar, jinan bi temamî ji pêvajoyên biryargirtinê dûr xistin. Di wê pêvajoyê de li Misirê bi sedan jinên Kiptî yên xirîstiyan rastî tecawizê hatin. Dûre derbeya leşkerî ya li dijî Îxwan pêk hat, jinan gaveke din li paş hişt û vê carê jî jinên endamên Îxwan, bûn hedefa êrîşên dewletê. 
Gelek jin bê qeyd tên xebitandin 
Li gorî rapora UNICEF'ê ya 2002’an, li Misirê ji sedî 35 jin ji hevjînên xwe şîdetê dibînin û ji sedî 47’ê kuştinan bi navê kevneşopî û namûsê ne. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya 2003’yan, li Misirê ji sedî 56.1’ê jinên 15 salî û mezintir xwendin û nivîsandinê nizanin. Astengiyên li pêşiya perwerdeyê, hem rewşa aborî hem jî malbat in lewre li dijî perwerdeyê (bi taybetî ya zarokên keçik) in. Li gorî rapora CEDAW’ê ya 1996’an hikûmet bi taybetî li herêmên bejahî derfeta perwerdeyê ji bo zarokên keçik diafirîne û gelek ji wan keçikan qeyda xwe li dibistanên bilind çêdikin. Ji 1960’an vir ve jinên ku di ware aborî de xwedî cihên girîng in di 1998’an de di pîşeyên bijîjkî û parêzeriyê de kêm tên temsîlkirin û bi wê re jî ji sedî 30 şêniya dixebit e jin in. Heta salên 1998-1999’an jin, di karkeriyê de ji sedî 22, di çandiniyê de ji sedî 35, di sanayiyê de ji sedî 9 û di sektora xizmetê de ji sedî 56, di pozîsyona rêveberiyê de ji sedî 16 û di peywirên teknîkî de ji sedî 31 xwedî temsîl in. Ji sedî 17’yê hewldanên taybet ji jinan pêk tê. Piştî lîberalîzasyona aborî ya 1970’yan, gelek ji wan jinên karker, di sektorên bê qeyd de tên îstîhdamkirin. 
Di dewlet, rêveberî û siyasetê de jin
Tevî ku ji jinên li Misirê re di 1956’an hemû mafên siyasî û hemwelatîbûnê hatin dayîn jî di warê  civakî û aborî de hê li paş e, temsîliyeta jinan ji sedî 10 derbas nebûye. Di navbera 1919-1952’yan de di dema tevgera neteweyî de jinên perwerdekirî ji çîna navîn û bilind tevli siyasetê bûne lê di pêvajoyên biryaran de yanî di parlamentoyê de cih negirtine. Di 1952’yan, di dema Nasir de ku ji bo rêveberî û tevlibûna siyasî ya piştgirê ji jinan re çêbû; di 1957’an de Rawya Atiya di cîhana ereb de bû parlamentera jin a yekem. Li Misirê di serdema Mubarek de ji sedî 10 û ji sedî 4 temsîliyeta jinan hebû. Di hilbijartên dûre çêbûn de temsîliyeta jinan kêmtir bû, ket ji sedî 2’yan. 
Çanda berxwedanê didome 
Li Misirê di sala 2010’an de Eniya Jinan a Neteweyî (Enventro Nasional de Mueres) hat avakirin. Di eniya ku 15 rêxistinên jinan tê de cih digirtin de, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên jinan hebûn. Di eniyê de ji daxwazên demokratîk heta sosyalîzmê, yên rêbazên cuda yên têkoşînê erênî dibînin hene. Xala esasî ya vê eniyê li ser hevpar e jî ji bo rizgariyê, têkoşîna hevpar a bi karker, bindest û gelan re ye. Enî, rêgezên dij emperyalîst, dij kapîtalîst û dij faşîst esas digre û bi perspektîfa bidawîkirina bindestiya mirovan têkoşîna xwe didomîne. 
'Hûn dikarin dest bidin ser malên me lê nikarin bandorê li ser baweriyên me bikin'
Li Misirê ku têkoşîna jinan ji destpêka salên 1900'an de dest pê kir; gelek jinên xwedî kesayetiyên girîng ên li gelek qadan xwedî gotin in derketine hole. Yek ji wan jinên navdar Zaînab Ghazalî ya di 1937’an de Komeleya Jinên Misilman (Jamiat Al-Sayyidat-ul-Muslîmeen) ava kir e. Di serdema Nasir de dema komele hat girtin, Zaînabê bi nameya ku pê xîtabî Nasir kir got; “Em jinên misilman, otorîte û serokê wî red dikin. Hikûmet dikare dest bide ser malên me lê nikare bide ser baweriyên me.” Bi wê nameyê bang li jin û mêran kir. Piştî girtina komeleyê, endamên wê li malan kom bûn. Zaînab di navbera salên 1965-1972’yan de di girtîgehê de ma, piştî derket jî tevî qedexeyan jî têkiliya xwe ji siyasetê nebirî.   
Ji pêşengên çepên Misirê: înjî Aflatun
Têkoşîna jinan a di salên 1900'an de li Misirê dest pê kir, gelek jinên pêşeng ên li gelek qadan bûn xwedî gotin derxist hole. Înjî Aflatun 1923-1989 yek ji pêşengên çepgir ên Misirê ye. Di navbera salên 1959-1963’yan de ji ber sedemên polîtîk di girtîgehê de ma. Komîteya Jinên Ciwan (Lagnat al-Sbahat) a Aflatun bi Saîza Nabarawî re ava kiribû ji aliyê jinên çepgir û komunîst ve destek dît. Aflatun lli ser sedema zexta li ser çîn û jinan sekinî û ev rewş wekî encamên mêtinkariya emperyalîst nirxand. Makezagona 1923’yan wekheviya misriyan pejirandibû lê tenê mafê deng dabû mêran. Mêrên di çalakiyên netewperwer de destek didan beşdariya jinan, piştî ku makezagona 1923’yan a mafên jinan nas nake pejirandin, jinan ji netewperweriyê berê xwe dan mafên feminist û daxwazên wê.   
Nefertîtî û dayika Misirê 
Nefertîtî 3300 berê B. Z. Di sedsala 14’an de di xanedaniyeke xwedî kok xanedaniya Amarnayê de hat dinyayê. Ew keça prenses Mîtonnî ye. Nefertîtî, jina herî bi hêz ya serdema xwe bû. Bi taybetî jî li Misirê lewre hevjînê Nefertîtî Akhenaton, bi Fîrewn re di heman astê de bû. Mora wê bi xwe hebû, vê yekê jî nîşan dida ku ew bi kral re xwedî heman statuyê bû. Heta rayeya wê hebû cezayên ku Fîrewn dikaribû pêk bianiya, yan jî karên ku diviyabû bikira, bi xwe jî bikira. Di Peymana Aştiyê ya Kadeş de îmzeya Nefertîtî heye. Gel û mirovên oldar ji vê rewşê qet kêfxweş nebûn lewre li Misirê kes hînî rewşeke wiha nebûbû. Tevî van hemûyan jî Kral/Fîrewn Amenhotep û Nefertîtî, ji nû ve teşe dan polîtîka û ola Misirê. Di pêncsaliya desthilatdariya xwe de hêzên rahibên berê ji dest wan girtin, pûtên xwedawendên berê tune kirin û ola yekxwedayî ya yekem ava kirin. Ola Xwedayê rojê Aten. Ev awayê îbadeteke nipînû bû. Kral û rahibek bi Xweda re têkilî danîbûn. Bi vana re Amenhotep navê xwe bi Ahhenaton ku tê wateya “Xizmetkarê Aten” re guhert.  
Li Misirê guherînên bingehîn çêkir
Nefertîtî di tevahiya desthilatdariya xwe de artêşan bi kral re bi rê ve biriye, koka dijminên Misirê aniye. Desthilatdariya Amenhotep û Nefertîtî, tevî ku ji 20 salan kêmtir domiya jî li Misirê gelek tiştan ji bingehê ve guherand. Ji ber Nefertîtî bi Fîrewn re di heman astê de bû, rewşeke hînbûyî nebû ji ber wê jî gel û mirovên olî qet kêfxweş nebûn. Hevjînan di şeş saliya desthilatdariya xwe de paytexta Misirê ji Thebesê biribûn Tel el-Amarnayê, di nava çend salan de gelek paşverûtiyên li Misrê guherandibûn. Piştî ku hevjînê Nefertîtî Akhenaton ji ber nexweşiyek li qesrê belav bûbû mir, wê bi tena serê xwe rêveberiya welat kir. Piştî mirina hevjînê xwe li cihê şînê bigre, karên wisa kir ku çarenûsa welatê xwe guhert. Ew jineke wisa ye ku ji ber karên girîng û pêşveçûyî kirin, navê wê li dîrokê hat nivîsîn û piştî hezaran salan jî tê bibîranîn.