Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 2

Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn Ruha Hisên behsa rola çand û hunerê beriya şoreşê dike û dibêje ku beriya şoreşê em çawa bi ruhê welatparêziyê nêz bûn divê em bi wî ruhî xwedî li destkeftiyên çandî derkevin.

‘Beriya şoreşê gel bi ruhê serhildanê xwedî li çand û hunerê derdiket’

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Çand nasnameya yekem e ku civak xwe li ser ava dike. Çanda resen a Kurdan jî ji aliyê desthilatdaran ve rastî qirkirinê hatiye lê gelê qedîm dikaribû heta niha jî ruxmê hemû êş, azar û zilmê çanda xwe biparêze û bigihîjîne nifşên pêşerojê. Dayika ku dikaribû civakbûnê li derdora xwe ava bike, dikaribû çanda xwe jî biparêze. Beriya ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk were, gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ji ber zilim û zordariya rejîma Baasê bi awayekî azad nikaribû, bi çand û zimanê xwe bijî. Ruxmê zilma rejîma Baasê jî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dikaribû nasnameya xwe biparêze û bi rêxistinbûneke veşartî kar û xebatên xwe dimeşand. Beriya şoreşê bi awayê veşartî karên cebhewî dikir û xebatên xwe dimeşandin, ji wan karan yek jî çand û huner bû ku di wan mercan de dikaribûn xwe bi rêxistin bikin û rojên taybet mîna Newrozê bi awayekî Kurdewarî pîroz dikirin. Kom di wan deman de pir zêde nebin jî bi awayekî veşartî li malan kom dibûn û provayên xwe dikirin. Der barê vê mijarê de û avabûna koman beriya şoreşê endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn Ruha Hisên nêrîna xwe ji me re anî ziman.

‘Dayik dikaribûn çanda gelê Kurd biparêzin’

Ruha Hisên diyar kir ku dayikên Kurd dikaribûn çanda resen a Kurdan biparêzin û wiha got: “Çand nasnameya civakê ye û civaka Kurd her dem xwe bi ruhê çanda kurdewarî parastiye. Li Rojavayê Kurdistanê beriya ku şoreş pêk were, ji aliyê rejîma Baasê ve zextek pir mezin li ser civaka Kurd hebû, di aliyê nasnameyê de nedihat naskirin. Lê civak dikaribû çand û zimanê xwe biparêze. Ruxmê hemû zextan dayikên me dikaribûn ji cil û bergên folklorî, heta lorînan biparêzin û derbasî nifşên nû bikin. Em dikarin bibêjin dayikên me dîroka me her zindî hiştine. Nasnameya Kurd li Rojavayê Kurdistanê nedihat pejirandin lê belê civak bi riya dayikan dikaribû xwedî li çanda xwe ya kevnar derkeve. Dema tevgera azadiyê derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bû, derfet çêbû ku careke din dîroka xwe zindî bikin û ev dîrok jî bi riya çandê pêk hat. Di destpêka xebatan de ya ku hatiye birêxistinkirin yek ji wan çand û huner bû. Gel kar û xebatên xwe bi riya çandê bi rê ve dibirin û ruhê xwe yê neteweyî û welatparêziyê wisa diparastin. Ji ber zextên dewletê, kes nikaribû kar bimeşîne, ji ber rastî her cure tundiyê dihatin. Civakê bi rê û rêbazên cuda parastina çanda xwe dikir. Di wan deman de dawet çêdibûn lê ew dawet veduguherîn serhildanê. Dema çalakî çêdibûn, me agahî nedida kesekî, her kes ji ber xwe fêm dikir ku em ê tevli bibin û em ê li wir rêxistinbûna xwe ava bikin. Di nava civakê de nermbûnek heye ku riya xwe dida têkoşînê û nirxên xwe yên civakê wisa diparast.”

‘Komên ku dihatin avakirin civak li derdora wan de kom dibû’

Ruha Hisên da zanîn ku komên dihatin avakirin civakê li derdora xwe kom dikirin û wiha domand: “Di salên 1989’an de kom ava bûn û di wan koman de hem jin hem jî mêran cihê xwe digirtin. Di wan deman de kom ava dibûn lê ew kom hemû kar û xebatên çandê mîna şano, govend û muzîkê bi xwe dikirin. Ew kom roleke mezin dilîstin ku hemû civakê li derdora wan kom dibû. Bi wan koman ruhê neteweyî û welatparêziyê di nava civakê de digihîşt asta herî bilind. Koma me ya destpêkê Koma Cûdî bû li bajarê Dêrikê, Koma Agirî li bajarê Helebê û Amûdê, Koma Botan li Kobanê û Qamişloyê hatin avakirin. Ji navê koman jî diyar dibe ku berxwedanek bêhempa hebû û girêdana çiya û welat diyar dibû. Ev kom bi dem û salê re her çû berfirehtir û mezintir bû.”

‘Dengê Hozan Mizgîn bû xeta hunerê’

Ruha Hisên teqez kir ku cihgirtina jinan di koman de şoreşek bû, wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di hundirê koman de hem jin hem jî mêr hebûn. Cihgirtina jinan di wan koman de ji bo me şoreşek, şikandina bend û zincîran bû, civakê gavek bi pêş ve bir û guhertin û veguhertinê di civakê de çêkir. Dema jinek derkeve ser dikê û li pêşiya bi sedan kesan stranan bibêje, ew tê wateya ku gavek nû ji bo azadî û şoreşê jinan avêtine. Dema jin baweriya wê bi xwe hebe, yekem kesayeta xwe ava dike û ya duyem jî civakê bi pêş dixe. Dema jinek derdikeve ser dikê, rê vedike ku jinek din lê zêde bibe. Dîwarên ku di nava civakê de hatine çêkirin, bi gavên jinan derizandin pêk tên û heta hildiweşînin. Elbet gelek jinan zehmetî kişandine, ji ber gelek malbat hebûn ku qedexe dikirin û digotin hûn ê çawa biçin ser dikê û stran bibêjin. Gelek jin jî hebûn ku li hemberî zehmetiyan têkoşînek mezin raber dikirin. Wan li ser şopa Meryemxan û Eyşe Şanê gavek avêtin. Di têkoşîna tevgera azadiyê de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) pêşenga jinan bû, gotibû jin dikarin hunerê bi rê ve bibin. Hozan Mizgîn avakera Koma Berxwedan bû ku ew kom bandoreke pir mezin li ser gelê Kurd li her aliyên Kurdistanê çêkiribû. Heta niha jî dengê Hozan Mizgîn zindî ye û ji bo me bû xeta hunerê.”

‘Gel bi israrek mezin Newrozê pîroz dikirin’

Ruha Hisên pîrozbahiyên Newrozê beriya şoreşê wiha tîne ziman: “Şahiya me ya neteweyî ya herî mezin Newroz e û di wan deman de dewletê zext dikir û qedexe dikir lê gel bi zora xwe Newrozê her dem pîroz dikir. Bi şev li derdora mala xwa agir vêdixistin û bi demê re digihîştin wê astê ku qadên Newrozê çêbikin. Di dema salên 1990’î de gel li Şamê hewl dida Newrozê pîroz bike, rejîmê êrîş dikir û li wir yek ji welatparêzan jiyana xwe ji dest dide. Di wir de îsrara gel derket holê ku çi dibe bila bibe dê gel roja xwe ya neteweyî pîroz bike. Dema gel Newroz pîroz dikir, diherikîn qada Newrozê û bi stranên şoreşgerî roja xwe pîroz dikirin. Stranên ku koman pêşkêş dikirin dilê hemû Kurdan qewîm dikir û berxwedana wan digihîştand asta herî jor. Loma stranên wê demê her dem bi coş bûn û gel bi hêz dikir. Huner ji pêwîstiya civakê re dibû bersiv û pêk dianî, pêwîstî çi bû? Ji ber êrîş û zext li ser me hebûn û nasnameya me nedihat qebûlkirin, huner jî bersiva van pêwîstiyan dida. Stranên wê demê hestên civakê radikirin ser piyan. Bi salan xebatên bi wî rengî berdewam kirin û bûn çandek ku her kes li bendê bû roja Newrozê kengê were.”

‘Huner xîtabê hestan dike’

Ruha Hisên rola hunermendan di nava civakê de wiha şîrove dike: “Di wan deman de hunermend wek pêşengên civakê dihatin dîtin. Cihê hozanan di civaka Kurd de qedîm e. Hunermend rê nîşanî civakê didin û peyama xwe parve dikin. Ji lewre nûnerên gel in. Bi saya wan koman û stranan bi hezaran mirov tevli tevgera azadiyê bûn. Huner xîtabê hestan dike, ji bo wê jî bandora çandê li ser civakê pir diyar e. Huner pêwîstiya ruhî û fikrî bi hev re pêk tîne. Bandor û hêza hunerê di nava civakê de pir mezin e. Xebatên çand û hunerê em wek sazî nikarin bi dest bigrin. Em dikarin bibêjin rola çand û hunerê di guhertin û veguhertina civakê de xwedî cihekî taybet e. Dema şoreş pêk hat gel amade bû ku bi wê berxwedanê şoreşê hembêz bike. Dema şoreş pêk hat û sazî û dezgeh hatin avakirin, ên ku herî zêde xwe dikaribûn bi rêxistin bikin Çand û huner bû, ji ber bingeha wê beriya şoreşê hatibû avakirin.”

‘Bi awayekî veşartî provayên şahiyan dihatin kirin’

Ruha Hisên destnîşan kir ku koman amadekariya xwe bi awayekî veşartî dikirin û wiha got: “Niha her tişt bûye pergala me û em bi rojan provayên şahiyan dikin û daxuyaniyan didin lê berê ne wisa bû. Dema koman amadekarî û prova dikirin, ji bo ku dewlet nebîne, bi awayekî veşartî li malan prova dikirin. Komên muzîkê dema ku prova dikirin li tembûrê nedidan, ji bo ku kes nebihîse. Koma govendê xwedî hejmarek zêde bû lê nikaribûn li gel hev prova bikin. Ji ber dijmin pê bihesiya serdegirtina malan dikir û hemûyan digirt ji lewre komên govendê xwe dikirin du beş û cuda cuda provayên xwe dikirin. Dema şahiyê dest pê dikir, kom fêr nebûbû ku di qadeke berfireh de hunera xwe pêşkêş bike, her dem cihê teng tercîh dikirin, ji ber provayên xwe cihên teng û veşartî dikirin. Di pîrozbahiyan de gel her dem komên ku hunera xwe pêşkêş dikirin diparast. Elbet gelek caran dijmin bi ser malan de digirt û gelek kes dihatin girtin û wan tehdît dikirin lê tu êrîşê pêşî li îsrara me ya azadî û roja me ya taybet nedigirt.”

‘Bi ruhê serhildanê xwedî li çand û hunera xwe derdiketin’

Ruha Hisên diyar kir ku gel bi israrek mezin her dem di nava serhildanê de bû û wiha got: “Piştî dîlgirtina Rêber Apo, di dema herî zor û zehmet de ku di sala 2000’an de zilmek mezin li ser gel hebû. Gel tu carî kar û xebatên xwe neda sekinandin her dem di nava serhildanê de bû. Gel bi ruhê serhildanê dikaribû xwedî li çand û hunera xwe derkeve. Di hinek salan de kar û xebatên hinek saziyan dihatin sekinandin lê xebatên çand û hunerê tu caran nesekinîn û her dem hunera xwe pêşkêş dikir. Xebatên çand û hunerê bi bedelên giran hat heta vê rojê.”

‘Di sala 2006’an de TÇHD-S hat avakirin’

Ruha Hisên da zanîn ku yekem konferansa çand û hunerê di sala 2006’an de hatiye lidarxistin û bi awayekî fermî xwe ragihandine û wiha got: “Di sala 2006’an de yekem konferansa çand û hunerê di zirûfên herî zor de hat lidarxistin. Di wê demê de me xwe bi navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Sûriyeyê (TÇHD-S) bi rêxistin kir. Di wê konferansê de hunermenda nemir Elî Tijo jî amade bû. Gelek hunermend bi telefonê beşdarî konferansa me bûn. Di wê demê de rêxistinbûna me hat avakirin û heta niha jî berdewam dike, asta xebatê jî bilind bûye. Berê hemû xebatên me di bin koman de dihatin meşandin. Piştî wê konferansê Newroz û pîrozbahiyên ku hatin lidarxistin, asta wê jî bilind dibû, ji ber rêxistinbûna me hat avakirin. Em dikarin bibêjin ku ji bo ruhê neteweyî û weladparêziyê em xurt bikin, çand û hunerê roleke mezin lîst.”

‘Bi şoreşa çandî em dikarin destkeftiyên xwe biparêzin’

Ruha Hisên bi vê peyamê axaftina xwe bi dawî kir: “Divê mirov her dem dîroka xwe bizanibe û ji bîr neke. Her wiha divê em paşeroja xwe ji bîr nekin û destkeftiyên ku hatine avakirin çawa bûye ji bîr nekin. Ciwanên nû tên û derfetên şoreşê dibînin, qîmeta wê zêde nizanin, ji ber her tişt wekî ku jixwe hebûye xuya dike ji wan re. Lê her tişt bi zor û zehmetî pêk hat ku îro me şoreşa xwe bi pêş xist. Ji bo ku em pêşerojeke xurtir çêbikin divê dîroka xwe nas bikin û paşeroja xwe ji bîr nekin. Divê em xwe ji dîrokê qut nekin û ji bîr nekin. Gelek bedel hatin dayîn û heta niha jî em bi qirkirina çandî re rû bi rû dimînin. Divê em xwedî li çanda xwe derkevin. Beriya şoreşê em çawa bi ruhê welatparêziyê nêz bûn divê em bi wî ruhê xwedî li destkeftiyên çandê derkevin. Heta em azadiya welat û ya Rêber Apo mayînde nekin divê têkoşîna xwe ranewestînin. Têkoşîna me dê bi şoreşa çandê re mayînde bibe. Ger em şoreşa çandê xurt bikin em ê şoreşa Rojava jî mayinde bikin. Şoreşa çandî hin li benda me ye, ji bo avakirina şoreşa çandî pêwîst e her kes bi heman ruhê beriya şoreşê tevbigere û xwedî li çand û hunera xwe derkeve. Em dikarin bi şoreşa çandî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê biparêzin û pêşengiya wê bikin.”

Sibê: Piştî şoreşê avabûna Hîlala Zêrîn