Li Serêkaniyê ya dagirkirî jin rastî îşkenceyê tên - 1

Li Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî hat dagirkirin nêzî 4 sal in jin rastî her cûre tundî û kiryarên dermirovî tên. Li girtîgehan jin rastî îşkenceyê tên.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Piştî 9 rojan ji berxweniyeke bêhempa ya şervanên YPJ/YPG'ê ku di wî şerî de berxwedana wan veguherî destan û efsaneyên dîrokî, Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Bajarê ku xwe bi Netewa Demokratîk pêçandibû, jiyana wekhev û aram ava kiribû, jin azad bûn, çavên neyarên wê tehemul nekir û dest bi êrîşên xwe kirin. Emerîkayê qada hewayî li ber dewleta tirk a dagirker vekir ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrîşa xwe ya dagirkirinê, guhertina demografîk û parçekirina xaka Sûriyeyê kirin. Her du peymanên agirbestê pûç man.  

Piştî êrîşan, jiyana niştecihan serûbinê hev bû, bi qasî erd û ezman hat guhertin. Di êrîşê de zêdetirî 300 hezar kes neçarî koçberiyê bûn lê belê yên ku dest ji axa xwe bernedan jî hebûn. Rêxistina Mafên Mirovan rapora xwe ya salane weşand û di raporê de diyar dibe ku li Serêkaniyê çê diqewime.

Di vê dosyeya xwe de em ê balê bikşînin ser girtîgehên jinan, jin li wir çi dijîn û di hundirê girtîgehan de çi diqewime.

Girtîgehên jinan

Li bajarê Serêkaniyê 2 girtîgehên jinan hene. Girtîgehek girêdayî Dispilîna Sivîl (Şurtaya Medenî) û ya din jî girêdayî Dispilîna Leşkerî ye. Girtîgeha Dispilîna Medenî li paş nexweşxaneya Roj û ya Dispilîna Leşkerî li taxa Hewaranê ye.

Girtîgeha Dispilîna Sivîl ango Şurtaya Medenî: Ev girtîgeh ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Sedam, navê wî yê rast Mehmûd El-Salih ve tê birêvebirin. Ebû Sedam ji xelkê Dêrazorê ye.

Girtîgeha Dispilîna Leşkerî: Girtîgeh ji hêla Ebû Umer ve tê birêvebirin û bi xwe ji xelkê Idlibê ye. Girtîgeh rasterast girêdayî MÎT’e ye.

Ebû Umer û Ebû Sedam

Ebû Umer û Ebû Sedam girêdayî MÎT’ê ne, ji dema destpêkirina êrîşên dewleta tirk li ser Cerablûsê, ji sala 2016'an ve hatine erkdarkirin. Her wiha MÎT’ê astên wan kesan di nav çeteyan de bilindtir kiriye û wêneyên ku hûn dibînin jî vê rastiyê radixe ber çavan. Ev her du çete wekî destê rastê yê dewleta tirk in ku di êrîşên ji Cerablûsê heya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de amade bûn û li dijî gelê herêmê de gelek sûc kirine.

Hejmara girtiyan

Niha di her du girtîgehê de 40 jinên girtî hene. 15 jin di girtîgeha Dispilîna Leşkerî de ne ku bi sûcên terorê hatine girtin. Cezayê wan jinan ji 3 salan heya 20 salan dirêj dike û hinek ji wan jî muebed in ango dê heya dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bin. 11 ji wan jinan ji xelkê Serêkaniyê û gundewarên wê ne ku di dema êrîşan de gund û bajarê xwe terk nekirin û berxwedaniyê esas girtin. 4 jinên din jî dema ku dixwestin bi qaçaxtiyê ji herêmê derbasî Serêkaniya dagirkirî bibin, hatin girtin.

25 girtiyên din jî di girtîgeha Dispilîna Sivîl ango Medenî de ne. Van jinan jî dema ku dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin û ji wir derbasî Tirkiyê bibin û derkevin Ewropayê, hatine girtin.

Ji wan 25 jinan 5 jê jinên Kurd in, ji bajarê Qamişlo û gundewarên wê ne.

37 girtiyan veguhestin girtîgehên Tirkiyeyê

Ji bilî wan 40 girtiyan, 37 ê din jî hebûn. Berî niha bi çar mehan, piştî ku ceza li wan birîn nehat zanîn bê ka cezayê her yekê çend sal bû, 37 jinên din ên girtî wan veguhestin girtîgehên Tirkiyeyê.  

Ev 37 jin, berî veguhêzin girtîgehên Tirkiyeyê, di girtîgeha Dispilîna Leşkerî de bûn.

Gefên li malbatên girtiyan xwarin û xwestin wan bikin sîxurên xwe

MÎT ê girtîgeh rasterast pê ve girêdayî ne, girtiyan bêyî ku sûcekî bikin li cem xwe girtî dihêlin û bêguman li pey vê yekê jî gelek armancên wan hene. Yek ji van armancan ew e ku xwestin fidye ji malbatên wan bigrin, a din jî malbatan neçarî sîxuriyê bikin. Bi riya girtiyan zextê li malbatên wan ên li herêmên Rêveberiya Xweser dikin ku ji bo dewleta tirk bibin sîxur û li dijî hêz û rêveberiya xwe dest bi sîxuriyê bikin.

Dema ku ew jin bi fîdyeyan tên berdan jî MÎT wan birêxistin dike û wekî sîxur wan dişîne herêmên Rêveberiya Xweser.

Hin caran, piştî ku yek ji bira ango endamên wê malbatê dibe ajan û dest bi karê ajantiyê dike, kordînat, wêne û belgeyan li ser hêz û rêveberiya vê herêmê ji dewleta tirk re dişîne, girtiyan berdidin. Li gorî çavkaniyên me yên taybet berdan yekser çênabe, piştî ku MÎT teqeziyê li ser sîxur dike ku bûye hevkarê wan bi du mehan, girtiyan berdidin.

Binpêkirinên girtîgeha Dispilîna Medenî

Dema ku çete û MÎT hêviyên xwe ji girtiyan qut dikin ku kesek xwedî li girtiyan dernakeve û çete pereyan nagirin û tirk nikarin sîxuriyê bi pêşbixin, wan dikujin. Cenazeyên wan jî davêjin ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê. Da ku gumana ji ser xwe bavêjin û bêjin ku me wan nekuştiye, dema ku dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyê leşkerên tirk ên parastina sînor dikin ve, hatine gulebarankirin û qetilkirin.

Qetilkirina jinan

Di sê mehên dawî de li gundê Ezîziyê ê girêdayî Serêkaniyê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, 3 jin bi guleyan hatin qetilkirin. Dema ku niştecihên wê derê ew jin dîtin, li ser rû û laşê wan şopên îşkenceyên giran hebûn.

Li gorî çavkaniyên me yên taybet, şahidên bûyerê teqez kirin ku gelek kesan destdirêjî li wan jinan kiribûn. Lê leşkerên tirk û çeteyan rê nedan ku kesek dîmen û wêneyên wan bikşîne da ku sûcên dikin neyên eşkerekirin û bê belge bimînin. Mixabin kesek jî nas nekir ku ew jin kî bûn, çi û ji ku derê bûn.

Jin rastî îşkenceyan tên

Piştî ku leşkerên Tirk û çeteyên wê lêpirsînê bi jinan re dikin, pêre jî îşkenceyê dikin. Ji ber îşkenceyên wan gelek zirar digihîje jinan hem laş û hem jî di warê derûnî de. Lê ev jî heye, rê nadin ku ew jin li nexweşxaneyê werin dermankirin da ku tesîrên îşkenceyê li ser rû û laşê wan neyê dîtin. Nahêlin ku bijîşk jî derbasî cem girtiyan bibin û birînên wan derman bikin. Jinên ku di van girtîgehan de di bin tometê cûda cûda de tên ragirtin rastî gelek îşkenceyan tên.

Sibe: Girtiyeke jin ku salek û 8 meh û 16 rojan di girtîgeha Dispilîna Leşkerî de maye, serpêhatî, îşkenceya pê re rû bi rû maye anî ziman.