Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (5)

Fermandara Yekîneyên Berxwedanê Lala Fatma Fermandar Fatma bi cesaret û fedekariya xwe nasnavê Lala ku bi zimanê Amazighî tê wateya rumetê û nîşana rêzdariya jinê ye, di heman demê de tê wateya jinek pîroze jî girtiye.

Fermandara Yekîneyên Berxwedanê Lala Fatma
Fermandar Fatma bi cesaret û fedekariya xwe nasnavê Lala ku bi zimanê Amazighî tê wateya rumetê û nîşana rêzdariya jinê ye, di heman demê de tê wateya jinek pîroze jî girtiye. 
Navenda Nûçeyan - Lala Fatma di eniyên berxwedana li hemberî artêşa Fransa yê de gelek birîndar ji mirinê xelas kiriye. Di şerê li Tazrouk ê de komek jin bir li cihê deng biçe berxwedêran bicîh kir û bi hev re silogan davêtin û dilîlandin. Vê lîlandina wan kelecana berxwedêran zêde kir û pêre jî tirs xist dilê artêşa Fransayê. Di kêliyên herî zor de şer bi ser xist û leşkerên Fransa neçarman paşde vegerin.
Di dema dagirkeriya Fransa li ser axa Cezayirê de gelek jinên zane û pêşeng derketin û her yek ji wan bi awayekî cuda rol û pêşengtiya xwe bi cih anîne. Her jinek bi têkoşînek mezin li hember dagirkeriyê sekinîne û şer kirine. Hin ji wan jinan weke Lala Fatma erkên xwe bi cih anîne û ji bo azadiya welat şehîd bûne. 
Ji despêka dagirkirina Fransa ya ser axa Cezayirê Lalla Fatma bû yek ji rûyên herî berbiçav ê berxwedana gelerî ya Cezayirê. Taybetî ji sala 1854'an heya tîrmeha 1857'an pêşengiya berxwedana li dijî Frensa kir. Ji ber van serkeftinên xwe yên pêşengiyê ket çavê artêşa Fransa û ji bo girtina wê dest bi hewildanên cuda kirin. Di encama êrîşên giran de dîl ket destê artêşa Fransa. Di şeş salên dîl girtinê de gelek îşkenceyên giran lê kirin û dawiyê ji ber îşkenceyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. 
Lalla Fatma Nsomer ya ku bi navê Fatima Sayed Ahmed jî tê zanîn di sala 1830'an de li gundê Oujda ku niha bi navê Ebi Youssef tê zanîn ê nêzî Ain Hamam a herêma Kabylie ya Cezayîrê hatiye dinê. Bavê wê Mihemed ibn Issa yê wê demê berpirsê dibistanek Quranê û diya wê Lala Khadija ferqa wê ji birayên wê nekir û bi birayên xwe re mezin bû. Ji ber nêzîkatiyên civakê zarokên lawik li gorî keçikan zêdetir serbestbûn, ew jî bi birayên xwe  re dilîst û bi wan re mezin dibe, ev cudabûna wê û di nava lawikan de mezinbûna wê dibe sedem ku nêrîna wê ya li pêşerojê jî cuda be. 
Xwişka çar birayan û keça malê ya tenê Fatma di nav malbatek oldar de mezin bûye. Di xebatên siyasî û olî yên wê demê karê mêran dihatin dîtin de cîh girt. Bi hêza xwe bandorek mezin li civaka eşîrî kir, ji ber wê jî nasnavê Lala Fatima Nsoumer lê kirin. Lala peyvek Amazighî tê, wateya wê nasnavê rumetê, nîşana rêzdariya jinê ye û di heman demê de tê wateya jinek pîroz. Soumer jî ji navê gundê ku bav û kalên wê di demên berê de lê dijiyan hatye. 
Bi rêberê Cezayirê re beşdarî gelek şeran bû
Di temenê 16 de salî de, bavê wê biryar da ku wê bi lawê xalê wê Yahya Nath Ikhulaf bizewicîne, lê Fatima ev nêrîna baxê xwe nepejirand û daxwaz kir xwendina xwe ya olî bidomîne. Dîsan jî malbatê nêrîna wê li ber çavan negirt û bi Yahya re dan zewicandin. Her çendî bavê wê di ya xwe de îsrar kir jî nekarîn li pêşiya nêrîna wê ya bûyîna jinek pêşeng bibe asteng. Ji bo îsrara bavê xwe tiştek negot, lê xwe nexweş kir û ji ber nexweşiyê mêrê ku pêre zewiciyî neçar ma wê bişîne mala bavê wê. Dema şand mala bavê wê jî dilê wî li ser hebû û bigiştî neberda. Her ku Yahya dixwest bi  wê re bijî, lê wê destur neda û tenê zewaca wan bi nav ma.
Abu Baghleh ji mirinê xelas kir
Piştî mirina bavê xwe, Fatma xwe ji mirovan dur xist û tenê dima. Ji ber bandora tenêbûnê êdî nikarî li gundê lê dima bijî û ber bi gundê Soumer ku birayê wê yê mezin Si Taher lê dijiya ve çû. Di sala 1849'an de Fatma beşdarî berxwedanê bû. Bi rêberê Cezayirê Abu Baghleh 'Mohamed bin Abdullah' ket nava gelek şeran. Di şerkê de Abu Baghleh birîndar bû, Fatma ya di şeran de hostabûye bi leza bayê xwe gihand cihê Abu û ew ji mirinê  xelas kir. Ji ber vê jêhatina wê Abu Baghleh xwest pêre bizewice lê Fatma daxwaza wî nepejiran û bi hinceta hîn hevjîna Yahya ye û jê nehatiye berdan xwe ji wê zewacê jî xelas kir.
Bi rêxistinkirina tilîliyên jinan şerê Tazroukê biserxist
Fatma tîmên lezgîn ên Mujahidan ava kir. Sala 1854'an di yekem şerê ku li dijî hêzên fransî li Tazrouk a nêzî Ain Alhamam, ku bi navê şerê Seehbaya Jorîn tê nasîn qewimiyî de bi serket. Bi pêşengiya wê  berxwedanê ji hezîrana 1854'an heya tîrmeha 1854'an dom kir. Di 18'ê tîrmeha 1854'an de eniya xwe guhertin, ji bo bi xurtî li hemberî dagirkeran bisekinin ber bi Wadaya ve çûn. Di wê eniyê de Fatma pêşengiya komek jinan kir, ew li cihekî bilind nêzî cihên binavê Thaksheker û Thiri Bouiran ên şer lê germ sekinîn, bi tilîlî û siloganên cuda dengê xwe digihandin eniyên berxwedanê yên li pêş û bi vê yekê hêza wan a şerkirinê zêde dikirin. Ji ber moralê şervanan bilin bû û zêdetir hêza şerkirinê bi wan re çêbû êdî artêşa Fraansa nekarî xwe li ber wan bigire û paşde vegeriyan. Li gorî hinek çavkaniyan tê gotin ku Fatma ji bo pêşî lêgirtina îxanetê, xayînê bi navê Si Judy kuştiye. Di kêliyên herî dijwar de Sherif Boubagla yê di şer de birîndar bûyî ji mirinê xels kir.
Fatma li gelek eniyên weke Yelten, Neath Legacy, Tukhibat û eayan tawrygh jî gihişt serkeftinê. Bingeha berxwedanê li gundê Takhlejit Ait Atsu bihêz kir û ji bo pisuyê li pêşiya yekîneyên dijmin danin tîmên lezgîn ên Mujahidan ava kir.
Heyîbeta cilên Fatma yên cengê
 Artêşa Fransa û Artêşa Lalla Fatma li hemberî hev sekinîn, dema ku şer di navbera herdu aliyan de derket, Lala Fatma di eniya pêş de derket, cil sor li xwe kirbû. Vê yekê bandorek mezin li artêşa Fransa kir û tirs xistibû dilê wan. Tevî berxwedana wê ya li ser zimanê Cezayiriyan bûyî destana lehengiyê jî, Lala Fatima xwest ku danûstandin di navbera wan artêşa Fransa de çêbibe û şer rawestînin. Rayedarên Fransî bi pilanên komlogerî nêzî peymanê bûn û peyîman şikand. Di dema heyeta danûstendinê de xwe weke alîgirên çareseriyê nîşandan, dema ku ew ji kampê derketin dorawan girtin û xistin xefikê. 11'ê tîrmeha 1857'an bû dema leşkerên Fransî li cihek nêzî kampê Fatma dorpêç kirin, paşê jî wê û hin jinên pêrebûn dîl girtin û bi xwe re birin. Generalê Fransa Yusuf bi xwe li ser bûyera girtina Fatma sekinî û ew birin Tabûra Marshall Randon a Tamzigda ya Zawiyat Allssawiya ya herêma Beni Suleiman ku 15 km durî bajarê Tablat ê xistin zindanê.
Bi salan parastina cenazê wê kirine
Li hemberî hemû cureyên îşkencê bi vînek mezin sekinî û nehêla bi destê dagirkerên welatê wê rih ji bedena wê cuda bibe. Dawiyê di sala 1863'an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyan xwe ji dest da. Hin çavkanî jî dibêjin li Fransa jehir danê û wisan qetilkirine. Ji ber nêrînên cuda ser mirina wê hene, baş nayê zanîn çawan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber gelek jinên weke çîroka Suheyila ya di pirtûka Jina Mezarê wê neyî de tê dîtin ku gelek jinên Cezayirê bê nav û nîşan hatine windakirin. Ji bo wê jî welatiyên Cezayirê bi salan cenazê Lala Fatma veşartine û ji goristanekê derxistine li goristanek din veşartine. Herî dawî di sala 1995’an de cenazê wê ji Goristana Alia hatiye veguhestina bo Goristana Sidi Ebdullah ê û niha jî li heman goristanê tê dîtin. Dem dirêj ji bo parastinê gora wê bê nav hêlane, di sala 2009’an de nû navê wê li ser kevirê gora wê nivîsîne.
Xwestiye weke Khawla Jarjara bê nasîn
Dîroknasê Fransî Louis Massignon nasnavê "Janne Darc” li wê dikir, lê wê ev nav weke qehremana netewa Fransî didît, ji ber wê jî nedipejirand. Wê nasnavê "Khawla Jarjara" zêdetir  nêzî xwe didît û dixwest bi vî nasnavî bê nasîn. Khawlah Bint Alazour ya ku bi cilên leşkerî di nava artêşa îslamê de şer kirî û paşê weke fermandarê şer derketî pêşe. Di hinek çavkaniyan de weke fermandara jin a herî mezin di dîrokê de didin. Heta di şerê xwe de ewqas bihêz bûye wê şibandine Xalid ibn al-Walid.
Di nirxandinên dîrokî de weke Fatma Nsoumer jî tê nasîn, tayîbetî di çavkaniyên dîrokiyên feministên herêmê de bi vî nasnavî tê zanîn. Gelek xebatên wêje û hunerî li ser kêrhatinên wê hene. Statuesên Lalla Fatma li Cezayîrê nîşan didin, navê wê li hin dibistan û kolanên Cezayirê kirine. Cezayir di demên dawî de navê Fatma li keştiyek bazirganiyê kirine. Ji bo bîranîna wê ev keştî gaza xwezayî di nav avê de dibir û tanîn. Her wiha filmek li ser jiyana Fatma hat çêkirin û di sala 2014'an de ket weşanê. Di sala 2020'an de jî şaredariyek Brukselê ya Belçîka yê navê Fatma li kolanek xwe kirin.
Sibê: Ji nava yekîneyên Sabutajê: Sabîha Elî û Zehra Zarifa
(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)