Di nava civaka tewariqiyan de pêşangiya jinê çandek qedîme 4

Wateya navê dayika qewmê Tewariqiyan a giyanî Tîn Henan jina konê xwe vedayî ye ku bawerî û cesaret daye jinên peyî xwe yên weke Barşako û Kehîna yên pêşengî jî civaka Tewariqiyan re kirîn. Ji lewra hîna jî jin di nava civaka wan de pîroz û pêşengin.

HÊLÎN GEMO

Navenda Nûçeyan – Li gel hemû dogmayên olî û girtîbûna civakî li ser jinên Rojhilata Navîn û Efrîqayê tê ferzkirin jî jin di nava eşîrên Tewariqiyan de bi çanda xwe ya kevnare serbest dijîn û qîmetek mezin ji jinê re tê dayîn. Jinên bi şêwazê jiyana xwe ya kevnare dijîn di nava civaka Tewariqiyan de xwedî cihekî girîng in. Jina Tewariqî di gelek warên jiyanê de piştgiriyê dide mêran û mêr jî bi heman şêweyî pişta xwe dispêre hêza jinê. Tê zanîn ku jinên Tewariqî serê xwe venaşêrin, berevajî mêr ku li gor urf û adetê wan, mêr ji 15 saliya xwe ve ser û rûyê xwe vedişêrin, ser û ruyê jinan jî vekirî ye.

Edeta ser û rûyê veşartî

Mêrê Tewariqî ser û rûyên xwe vedişêrin, ji ber vê yekê ji wan re mirovên rû girtî tê gotin û ev adet ji bav û kalên xwe wergirtine. Her wiha tê gotin ku Tewariqî devê xwe vedişêrin da ku hakimeyetê li ser zimanê xwe bikin û gotinên nexweş nebêjin, ji ber ku dibînin ku ziman masûlkeya bêkontrol e. Lê hin çîrokên ku ji hêla eşîrên Tewariq ve hatine gotin, dibêjin ku dagirkeran carekê êrîşî eşêrên Tewariqiyan kirine, mal û mlkên wan talan kirin û mêrên wan girtin, jinên Tewariqiyan çek hilgirtin û êrîşî dagirkeran kirin. Şerek dijwar di navbera wan û dagirkeran de qewimî û di şer de jinên Tewariqî bi ser ketin, hemû mal û milkên xwe vegerandin û mêrên Tewariqî yên ku nikarîbûn dijmin bişkînin û dîl hatibûn girtin serbest berdan. Ji ber vê yekê şêxên Tewariqî rêveberiya kar û barên malbatê spartin jinê û mêr hatin hukim kirin ku ser û rûyên xwe veşêrin.   

Civaka Tewariqiyan ji aliyê jinan ve tê rêvebirin

Dîsan edetên zewacên wan ji civakên dinê cudane. Li deverên dinê ji bo ku du ciwan bi hev re bizewicin mêr diçe xwestina jinê lê di civaka Tewariqiyan de bervajî vê yekê jin diçe mêrekê ji xwe re dixwaze û di zewacê de ecibandina jinê giringe. Her wiha ger mêr qebûl bike ku pê re bizewice divê ew biçe cihê ku jin dixwaze ew lê bijîn. Dema ku hevbrdan di navbera wan de çêdibe, tenê cilê li ser mêr jêre dimîne û ji hemû kel û pelê malê bê par derdikeve û diçe, wekî din zarok, mal û milk hemû ji jinê re dimîne. Piştî hevberdanê jî mafê jinê heye ku mêrekî din ji xwe re bixwaze û pê re bizewice. Jin li gor jêhatibûnê dinêre û mêrekî diecibîne. Bi gelemperî jin, mêrên ji eşîra xwe hildibjêrin. Her wiha du celebê xemilandinê yên Jinên Tewariqiyan hene, yek berî zewacê û ya din jî piştî zewacê ye.

Di civaka Tewariqiyan de jin berpisiyar in ku namûsa malbatê, kevneşopî û adetan biparêze. Jin ji mêr zûtir fêrî nîvsandin û xwendinê dibe ji ber vê yekê, civaka Tewariqî ji hêla jinan ve tê bi rêve birin. Her wiha li gorî hin çîrokan, tê gotin ku Tewariqiyan rêxistina xwe ya civakî ji Melîkeya xwe Tîn Henan a ku di sedsala çaremîn de hukim dikir, girtine. Jinên Emazîxî yên di serdema Xîlafeta Îslamî de li Bexda, Îspanya û Misrê xwedî hebûneke girîng bûn, her wiha bi zîrekbûn û xweşkbûna xwe navdar bûn.

Ji jinên çelengên di şer de serketî Barşako û Kehîna

Dîroka Emazîx bi şervanên jinên bi cesareta xwe destanên jîndariyê li peyî xwe hêlayî dagirtiye. Yek ji wan jî Barşako ya ku bi pêşengiya xwe ya di şerê li ser mêtîngerên êrîşî axa wan dikirin bi nav û denge  di nava qebîleyên Emazîxiyan de. Barşako cilên mêran li xwe dikir û diket pêşiya şervanên parêzvanên axê û bê tirs bi ser êrîşkaran de diçu.

Jinek din a navê xwe li dîroka Emazîxiyan hêlayî jî Kahîna ku bi cesareta xwe dihat nasîne. Kehîna tehmûla dagirkirina axê nekir û ji bo dagirkeran ji ser axa xwe derxîne ket nava lêgerînên cuda. Yek ji rêbazên wê ewbû ku bi pilana kuştinê bi fermandarê artêşa dagirker re bizewice. Ev pêşiniyara wê hat pejirandin û Kehîna bi fermandarê artêşa dijber a dagirker re zewicî. Dema pê re zewicî di şeva zewacê de serê wî jêkir û di pepî çalakiya wê de hevalên wê êrîşî artêşa dagirker kirin û ew ji ser axa xwe derxistin.

Melîkeya Tewairqiyan Tîn Henan

Dîroka jidayikbûna Tîn Henan ne diyare, tê texmîn kirin ku ew di sedsala çaran a PZ de jiyaye. Di sala 1925'an de goristanek mezin li Sahara ya Wîlayeta Timinrast a başûrê Cezayîrê hat dîtin ku dîroka wê vedigere sedsala pêncemîn a PZ ku ev yek rastiya hebûna melîkeya Tewariqî û damezrêneriya civaka Tewariqiyan a bi pêşengiya Tîn Henan piştrast dike.

Efsane îsbat dikin ku melîkeya Tewariqiyan Tîn Henan li beramberî dagerkerên derve yên weke êlên Nîjerî, Morîtanya ya niha û Tişad parastina axa xwe kir ye ku bi jêhatibûna xwe dihate nasîn. Tê gotin ku bi hebûna Tînn Henan heta bi heywanan jî bê tirs bûn. Di sedsala heftemîn ya mîladî de Tîn Henan hemû êlên Emazîxî kirin yek û keyaniya yekem li çiyayan ji wan re ava kir. Tewariqiyan bi pêşengiya Tîn Henan li dijî artêşên êrîşkar şerekî dijwar ê berxwedanê kirin.

Dayika Tewariqiyan a giyanî

Dîtina gora melîkeya Tewariqî Tîn Henan îspat kir ku ev jin damezrînera rastîn a civaka Tewariq e û dayika wan a giyanî ye. Gelên xwecihî gotin ku Tîn Henan bingeheke saxlem a nasnameya Emazîxî ye û ew wek jineke bedew, bi hêz û îlhamdar pênase kirin. Malbata wê herêma Tafîlalit a Mexribê hikum dikir. Piştî ku ji bavê xwe reviya, yê ku dixwest wê bi zorê bi mîrekî Afrîkî re bizewicîne, wê padîşahiya xwe ava kir.

Tîn Henan ku navê wê bi erebî tê wateye jina ku kon vedgirtin. Hate gotin ku ew bi xuşka xwe Tekmat û komek ji xizmetkarê xwe ji malê reviye û ber bi Sehrayê ve çûn. Wê li her devera ku lê digeryan konek vedgirt heta ku cihekî guncav ji bo avakirina padîşahiya xwe peyda kir. Hin çîrok dibêjin ku Tekmat ne xuşka wê bû ew jî xizmetkara wê bû.

Eger ew ne zîrek ba, wê hemû xizmetkarên wê ji birçîbûn û tîbûnê bimirana, ji ber ku ew gelek şev û rojan li Sehraya mezin meşiyan, av û xwarin bi wan re nema, Tîn Henan hin gêrik dîtin ku libên genim hildigitibûn, ji ber vê yekê Tîn Henan texmîn kir ku av wê ne dûr be û ji xizmetkarên xwe xwest ku berejî şopa riya gêrikan bimeşin heya gihîştin herêma Ehqar, li wir av û stokek genim dîtin. Ew ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera eşîran de dixebitî û baweriya wan pê dihat, ji ber vê yekê ew kirin melîkeya xwe. Di demeke kurt de, Tîn Henan jiyana Teqariqan guhert. Wê karîbû sûdê ji karwanên ku ji bakur ber bi başûr ve diçûn werbigire, wê bac li ser derbasbûna wan di nav axa padîşahiya wê de ferz dikir û bi vî awayî aboriya eşîrên Tewariq baştir kir. Di heman demê de ew fêr kirin ku wê çawa xwarinê hilînin û çawa xwe ji bo rûbirûbûna dijminan amade bikin. Têkiliyên dîplomatîk Bi eşîrên başûrê Sahrayê re danî.

Tîn Henan di yek ji şeran de birîndar bû, ji ber vê birînê ew qop bû û birîna wê veguherî nexweşiya gangrene û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da.

Bi dawî bû