Ên destpêkê ji çavan hatin derxistin: Jin bûn

Li Tirkiyeyê derketina ji Peymana Stenbolê a ji hêla serokomar ve ji aliyê jinan ve rastî helwestên mezin hat. Di nava peymanê de xalên gelek giring ên ji bo parastina jinan û darezandina ên li dijî jinan şîdetê dikin hebûn. Bi van hemû awayên parastin û biryara dûrxistinê jî piştî redkirina peymanê bi awayek berbiçav qetilkirinên jinan zêde bû û hîn jî didome. Tevî ku di nava mafên jinan de parastin heye jî jin tên kuştin. Jinên ku daxwaza parastinê dikin ji nedîti vê tên û bi şîdetê re tenê tên hiştin. Dewleta ku ji hevpeymanê derket, dema cîneyetan didin diyarkirin ji gotina cînayetê dur dikin. Cînayetên jinan, mirina jinan a bi guman, di nava taxê de li ber çavên hemû kesan qetilkirina wan, ji rojeva hikumetê dûr e! Di vê dosyaya me de jinên ku tevî biryara parastinê jî hatine qetilkirin, ji bo nehatine parastin û tedbîr nehatine girtin û jinên ku ji bo nemirin, rastî qetilkirinê hatine hene.

    
ZEYNEP PEHLÎVAN 
Navenda Nûçeyan - Di 11’ê Gulana sala 2011’an de bi pêşengiya Tirkiyeyê hevpeymana Stenbolê hatibû îmzekirin û bi awayek fermî 1’ê Tebaxa 2014’an kete meriyetê. Navê wê pêşîlêgirtina şideta li hemberî jinan û şideta nava malbatê bû. Bi vê ve girêdayî hevpeymana Konseya Ewropayê a li hemberî bingeha zayendparêzî ya civakê di xala bingehin de Peymana Stenbolê cihê xwe girt, ji ber girêdana xwe ya bi navneteweyî re di astekê de bawerî dida.  
Bi awayek sîstematîk şîdeta li hemberî jinan a di nava malê de û li dijî vê yekê peyman hebû ji ber vê jî hem li Tirkiyeyê hem jî welatên din ku endam in peymana Stenbolê li hemberî gelek bûyerên şîdetê di qanûnan de weke referans dihat dîtin. Tirkiye di 20’ê Adara 2021’ê de bi biryara Serokomar derketina ji peymana Stenbolê di rojnameya fermî de hat weşandin. Biryara derketinê ya ku di nîvê şevê de hat girtin, di sibeha roja din de di qada civakî de rastî nerazîbûnek mezin hat. 
Li Tirkiyeyê ji xwe di halê hazir de bûyerên şîdetê di asta rekorê de ne, ji bo jin ji hemû cureyên şîdetê werin parastin ji hevpaymanek wisa girîng û navneteweyî bi awayek bêqanûnî derketina wê, bû sedema gelek nerazîbûnan. Jin û LGBTÎ’yan, li qadan, li meydanan li dijî derketina ji peymanê gelek çalakî li dar xistin. Di heman rojê de sekretera giştî ya Konseya Ewropayê Pejcinovic Buric da diyarkirin ku ew biryara ji nişka ve girtine û ji bo Tirkiyeyê biryarek xirab e. Careke din bi heman awayî, tîma jina a Neteweyên yekbûyî, TUSIAD, Komîsyona Qanunên Yekitiya Jinên Baroyan a Tirkiyeyê, Lobiya jinan a Ewropayê, ROKS (Rêxistina Stargeha Navneteweyî ya jin û jinên ciwan), WECF (Ji bo dahatuyek hevbeş a Jinên Ewropayê) û gelek rêxistinên din di helwest nîşandanê de dereng neman û nerazîbûnên xwe diyar kirin.
Xala gihîştinê, tevî ku ji hevpeymanê derketine jî pêkhatina wê hê jî bi fermî di meriyetê de ye lê belê di vê pêvajoyê de jinên ku ji ber bûyerên şîdetê serî li qereqolan didin, mixabin wan dişînin dozgeriyên malbatan û daxwaza wan a parastinê nayê pajirandin. Wekî tê zanîn li gorî peymanê ji bo  kesên ku şidetê dikin, jî bi tedbîrên parastinê heta 6 mehan biryara dûrketinê tê derxistin. Lê belê bi derketina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê re, mixabin tedbîrên parastinê jî hatin rakirin. 
Rêxistinên jinan her çiqasî bal bikşînin ser peymanê, di xala pêşîlêgirtina şîdeta mêr de xwedî girîngiyê bin jî ji bo, aliyên ku li dijî peymanê derketin, hinek xalên wan ên çêker ji bo pîvanên malbatî yên Tirkan û bi hinceta ku ne li gorî kevneşopiya wan e wekî sedem tên nîşandan.
Ji 20’ê Adarê heta niha, li gelek bajarên Tirkiyeyê jin daxwaza parastina Peymana Stenbolê dikin, li aliyekê jî ji pirsên wiha re şopdariya xwe didomînin. Wekî Ajans piştî Peymana Stenbolê li Tirkiyeyê zêdebûna daneyên bûyerên şîdetê û daxwazên ku bêbersiv mane. Ji ber wê me nivîsek taybet û rêzenivîsên dirêj amade kir.
Di beşa yekem a dosyaya me ya nûçe de; bi taybetî di pêvajoya çend mehan de, jinên ku hatine qetilkirin, rastî îstîsmarê hatine yan jî rastî şîdetê hatine û daxwazên wan ên parastinê bêbersiv mane me bal kişandiye ser wan!
Piştî derketina Peymana Stenbolê jinên ku bi daxwaza parastinê serdana qerqolê kirine ji demên din zêdetir bi rêjeyek zêde bêbersiv vedigerin. Jin her çiqasî bêjin ev rewş wê rê li ber şidet û îstîsmaran hin zêdetir veke jî heta niha gavek şûnde nehatiye avêtin. Li her derê Tirkiyeyê bi hatina nûçeyên şidetê, vê rewşê piştrast dike. Li aliyê din jî ew lêkolînên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin sedemên ku der barê biryara parastinê de hatine dayîn û yên ku bi awayekî şefaf nehatine parvekirin tên zanîn.
Dema hat kuştin 5 meh bû ducanî  
Di roja 27’ê Adarê de li Îzmîrê jina bi navê Sezen Unlu ya 17 salî ji ber ku xwest ji hevjînê xwe yê bi mehra olî pêre zewiciye cuda bibe ji aliyê wî ve bi kêran hat kuştin. Ew tenê yek ji wan jinên ku hatine qetilkirin bû. Di heman demê de Suzan 5 mehî ducanî bû, gelek caran bi rapora xwe ya lêdanê jî daxwaza parastinê kiribû lê belê ji aliyê mêrê bi navê Anil Yolum ve li nava taxê hat kuştin. Derket holê ku beriya were kuştin ji bavê xwe re gotiye “Dema ez bimrim çavên min û organên min ên dinê bibexşinin.”
Ruxmê biryara dûrxistinê jî ket malê
Arzu Îlhan Koca ya ku li Stenbolê dijiya, 11’ê Nîsanê ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin. Ruxmê ku di meha Çileyê de biryara dûrxistinê der barê hevjînê wê de hatibû girtin jî Goksel Koca ev biryar binpê kir û bi zorê ket malê. Mêrê kujer li ber çavê çar zarokên xwe dayika wan Arzu qetil kir.  Di vê xalê de demek zêde bû ku mêrê bi navê Goksel cesaret nedikir here malê loma divê mirov bala xwe bide ser dîroka 11’ê Nîsanê ku ev biryar binpê kir. Jixwe di van demên dawî de gelek ji jinên hatine qetilkirin ji ber mêr bi zorê dikevin malên wan hatine kuştin. Ev jî bi girtina biryara parastinê, ji bo ceza nayê pêkanîn binpê dikin û bi awayekî vekirî dikin.
Semîha Peker diçû karê xwe
Mixabin cînayetên jinan ên ku divê bal were kişandin, hin ji wan ji aliyê hevalên wan ên berê ve hatine qeitlkirin. Semîha Peker a ku li Salihliya Manîsayê dijiya, dema ku wê biçûya kar li benda servîsê bû, di wê demê de ji aliyê hevalê xwe yê mêr ê berê ve bi tifingê hat kuştin. Semîhaya ku dayika zarokek û karkera fabrîqayê bû hat zanîn ku ji ber mêrê bi navê Yalçin beriya niha biryara parastinê ji bo xwe derxistibû. Semîhayê li Manîsayê di roja ji dayikbûna wê de 24’ê Sibatê spartin axê. Birayê Semîha Reşat Peker got: “Me her tim di televîzyonan de li nûçeyên cînayetên jinan temaşe dikir, me nizanibû wê rojek were serê me jî ji bo ev mêr cezayê herî giran bigre çi pêwîst be em ê bikin.”
Gelek caran gilî kir lê kesê dengê wê nebihîst
Ayşe Tuba Arslan li Eskîşehîrê ji aliyê hevserê xwe yê berê ku ji ber şîdetê dev jê berdabû, li nava kolanê rastî êrîşa bi sator hat, bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya ku 44 rojan lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Derketibû holê ku Ayşe dema zewicandi jî bû, tawanên wekî şîdet û destavêtinê jî tê de 23 caran serlêdana sûc ji bo zilamê bi navê Yalçin kiriye û hinek ji van ji ber nebûna delîlan bê encam man. Xemsariya li pişt vê mirina dayika 2 zarokan nayê qebûlkirin, di daxwaznameyên ku ji çenteyê wê derketin de xuya bû ku di serlêdana wê ya herî dawî ya li Dadgeha Malbatê ya Eskîşehirê de van gotinan rewşa wê zelal dikir:
"Hêza min nemaye ku ez tûndûtûjî û destavêtinê ragirim. Ez ditirsim ku ew min bikuje. Ez gefên kuştinê ji vî kesî digrim Ma qey piştî kuştinê hûn ê alîkariya min bikin?" 
Wê demê qereqolek ku Ayşe û malbata wê neçûnê nema. Ji bo 5 serlêdanan doz hatin vekirin lê ji tu kesî biryara vebirînê derneket. Di şert û mercên normal de, li gorî Zagona Hejmara 6284 ya Parastina li dijî şîdetê, ji bo kesên ku biryarên hişyarî nagrin tê dayîn ku 3-10 roj cezayê girtîgehê bidin. Zilamê bi navê Yalçin her çend wî bi tevahî 23 caran biryara dadgehê binpê kir jî rojek tenê cezayê hepsê nehat dayin. Wekîlê CHP’ê Utku Çakirozer, di wan rojan de pirsgirêk anîbû meclisê û gilînameya sûc a Ayşe xwendibû.
Li mirina wê temaşe kirin
Filîz Kaplan a 42 salî, dema ku diçû kar ji hêla zilamê ku salek berê li Mêrsînê jê veqetiyabû ve, bi çekê hat kuştin û yek ji wan jinan e ku daxwaza wê ya parastinê nehatiye pejirandin û bi aşkerayî li mirina wê hat temaşekirin. Filîza ku dayika 2 zarokan e, mixabin li cihê bûyerê di encama êrîşa çekdarî ya li navçeya Toroslarê de jiyana xwe ji dest da. Di lêkolînên li ser bûyerê de, bêguman, xemsariya li pişt mirina Filîz jî derket holê. Xizmên Filîzê gotin ku wê ji ber gefên xwariye gelek caran daxwaza parastinê kiriye. Wekî din, bertekên xwe wiha îfade kirin "Piştî mirinê parastin tê dayîn?" Alîkara Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan îdiayên ku ew tevî daxwaza xwe ya domdar a parastinê nehatiye dayîn anî rojeva meclisê. Gotina kurê Filîz Gokhan Kaplan a di dadgehê de, "Diya min di destê min de mir", hîn jî nayê jibîrkirin!
Qaşo dixwest aştiyê pêk bîne
Di qetilkirina jinan de detayek din a berbiçav ew e ku kuştin bi hovîtî, bi rengek plankirî û pir hovane hatine kirin. Ji ber ku bandora tedbîrên parastinê dê piştî bidawîbûna peymanê gelek kêm bibe, ne mimkûn e ku mirov netirse. Gulsum a li Çatalcayê di encama nîqaşa hesûdîyê de ji hêla mêrê bi navê Fikret Çakmak ve hat kuştin, mixabin bû qirbama kuştineke hovane. Gulsum ji hêla hevjînê xwe yê bi mahra olî Fikret Çakmak ve ku demek bû pê re dijiya, bi zorî li wesayîdê hat suwarkirin û ew bir zeviyek vala. Li ser redkirina pêşniyara ji nû ve jiyana bi hev re, Fikret, Gulsumê xeniqand. Pişt re, cenazeyê wê avêt avahiyek terikandî û bê tirs û fikar vegeriya malê. Fikret Çakmak ku di encama kiryarên xwe yên bi guman de li rastiyê mikur hat diyar kir ku ketiye krîza hesûdiyê û piştî kuştinê hewl daye xwe bikuje. Di lêpirsîna li ser bûyerê de, hat dîtin ku Gulsum ji ber gefên girtibû berê biryara dûrxistinê derxistibû. 
Selvan Acar hê jî di bîra me de ye
Çîroka Selvan Acar, a dayika du zarokan e ji aliyê kesê ku 10 sal bû pê re zewicandî ve li Muglayê bi kêrê hat kuştin. Tanju Acar ê ket hundirê malê, hem pişta wê hem jî dilê wê kêr kir, li devera daristanê ya ku xwe veşartibû hat girtin. Selvan di ifadeya xwe de diyar kir ku Tanju Acar bi mehan gefa kuştinê xwariye û gotiye, "Îro ne be jî ez ê teqez te bikujim." Dozgeriyê li dijî kesê bi navê Tanju ji ber sûcê "kuştina bi plan û bi zanebûn" bi daxwaza cezayê muebedê doz vekir. Dema ku dozê berdewam dikir, bûyerek pir balkêş çêbû. Kesek ku bi Tanju Acar re di heman girtîgehê de bû got ku ew hemû tiştî dizane Acar ji ber wijdanê wî ne rehet bûye, hemû bûyerê jê re îtîraf kiriye. Li gorî îfadeya vî kesê ku wekî şahid hat guhdarkirin; Tanju Acar mikur hat ku wî ji bo cezayek kêmtir bistîne demek dirêj li ser înternetê li ser mijarê lêpirsîn dikir, ji bo hevserên ku hatin xapandin daxistinek provakasyonê hat dayîn, ji ber vê yekê wî bi hesabên sexte bi sazkirina axaftinan ji bo Selvan xefik daniye.
Nurtaç Canan jî biryara parastinê girtibû
Tevî ku bi daxwaza biryara parastinê encamek neyê girtin an jî heke cezayek tawanbar li kesên ku bi zelalî vê biryarê binpê dikin jî nayê birîn dibe ku ji bo jinan bi awayekî cidî çavtirsandin be. Zilamên ku quralên parastinê binpê dikin dibe ku bi serbestî û bê tirs di vê pêvajoyê de ji balkon, teras an baxçeyan bikevin hundurê malê. Binpêkirinên ku nabin cezayên zindanê ji bo mêran wekî hêmanek cesaret tê hesibandin. Her çend fermanek parastinê ya Nurtaç Canan hebû jî ew gelek caran bi gefên kuştinê yên Ragip Canan ku li her bevberdanê bûn re rû bi rû ma. Nurtaç a ku ji aliyê zilamek bi navê Ragip ve ji lingê xwe bi çekê hat gulebarankirin, dema ku birîndar bû bi xwîna xwe nivîsek nivîsi û got, "Diya min, bavê min, Ragıp gule li min reşand, bi ber nekevin. Heqê xwe helal bikin." Wisa dixuyê ku ew nivîs ji bîra me bi hêsanî naçe. Ji ber ku Nurtaç ji mirinê xilas bû, hinek be jî dilê me rehet bû. Doza Ragip Canan ê ku dihat darizandin, taloqî meha Gulanê bû. Nurtaç di rûniştina duyemîn a dozê de wiha gotibû:
“Pêwîst e mirov heta amade nebe nezewice. Me xeletiyek wisa kir, em bi pirsgirêka herî xirab re rûbirû man. Bila tu jin li benda guhertina hevjînê xwe nesekine, ji ber ku nayên guhertin. Bendewarî tenê windakirina demê ye. Ez pir sekinîm û min pir efû kir. " 
Sibê: Yên ku ji bo nemirin neçar man xwe bikujin ...