5 salên Efrînê: Bajarê ku bi qirkirina jinê nasnameya wê hatiye guhertin (2)

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di nava 5 salan de li Efrînê polîtîkayên li ser qirkirina Kurdan û jinan dan meşandin, nasname, dîrok û bîra bajar guherandin.

BÊRÎTAN SARYA

Dewleta Tirk ji 20’ê Çileya 2018’an ve heta niha, li Efrînê xweza û dîrokê tune dike, li dijî Kurdan û jinan êrîşên qirkirinê didomîne. Di nava 5 salan de demografiya bajarê ku navenda Kurdan bû, şopa jinan a ji dîrokê ve heta niha lê hebûn hat guhertin.

Dewleta tirk li Efrînê li dijî Kurdên ku bi Şoreşa Rojava jî bajarên xwe veguherandibûn bihuştê, polîtîkayên qirkirinê da meşandin, hewl da li Efrînê nasnameya Sunî û Tirk serdest bike.

Bi dagirkeriyê re, Efrîn bi wîlayeta Hatayê ve hat girêdan, hemû tiştên aydê Kurdan hatin talankirin û rûxandin. Miriyan ji gorên wan derxistin. Dagirkeran li Efrînê heta niha 1000 jinan revandine, 96 jinan jî qetil kirine.

Di nava 5 salên dagirkirinê de dewleta tirk kiryarên ji yên DAIŞ’ê xirabtir pêk anî. Îşkenceya bi pergalî, hovîtî û qirkirinê li dijî şêniyên Efrînê kir. Qirkirina mirov, xweza û dîrokê ya herî hovane di sedsala 21’ê de li Efrînê tê kirin.

Polîtîkayên qirkirinê hatin pêkanîn

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê ji 20 Çileya 2018’an heta niha 500 kes di bombebarana dewleta tirk û çeteyên wê de, bi giştî 665 kes hatine qetilkirin. Sivîlên ku hatine qetilkirin 92 kes ji wan bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Di pêvajoya 5 salan de dagirkeran ji 700’î zêdetir sivîlan birîndar kirin.

Tirkiye ji destpêka dagirkirina Efrînê ve li dijî Kurdan dest bi êrîşên qirkirinê kir û di wan êrîşan de miriyan jî hedef girt. Di van çend salên dagirkeriyê de 4 goristanên şehîdan hatin xirakirin, goristana şehîdan a Avesta Xabûr jî kirin bazara ajalan. Dewleta tirk her wiha di 14-15’ê Temûzê de goristana şehîdan a kesên sivîl û şervan ên di Berxwedana Serdemê de şehîd lê hatibûn veşartin, bi makîneyên kar hat kolandin, cenaze hatin derxistin. Li ser wê yekê Ajansa Anadolu ya dewletê nûçeyek derew bi sernavê “Gora giştî ya kesên ku YPG’ê wan înfaz kiriye” weşand. Derewa dewleta tirk bi dîmenên arşîvê yên saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê vala hat derxistin. Dagirkeran 28 gor û ziyaretên  aydê Êzidî û Elewiyan li bajar xira kirin.

 Demografiya Efrînê hat guherandin

Dewleta tirk di 5 salên dagirkeriyê de demografiya Efrînê guherand. Navê bi dehan gundan, dibistan, qad û mekanên dîrokî yên bi kurdî hatin guhertin, navê Tirkî û Erebî li wan hat danîn. Beriya dagirkirinê ji sedî 96’ê nifûsa bajar Kurd bûn, di nava 5 salan de ev hejmar daket ji sedî 20'î. Bi dagirkirina bajar re 330 hezar welatî neçar man koçber bibin; di serî de ji Gutaya Rojhilat û Idlibê, ji cihên curbecur ên Sûriyeyê, ji Filistîn û Iraqê ji 500 hezarî zêdetir malbatên çeteyan û kesên din hatin bicihkirin.

Piştî dagirkeriyê, hejmarek zêde ji şêniyên Efrînê yên li bajar mabûn jî ji ber qetliam, talan, îşkence, tecawiz û kiryarên hwd. ên dewleta tirk neçar man ji bajar birevin. Dagirkeran di serî de li ser Xirîstiyan û Êzidiyan zextan kirin xwestin wan bi zorê bikin misilman. Beriya dagirkirinê 1000 Xirîstiyan li bajar hebûn lê tenê çend kes mane. Hejmara Êzdiyên li bajar berê 25 bûn lê niha daket 2 hezarî.

Hewl didin Sûriyeyiyan bikin Tirk-Îslamîst

500 hezar kesên ku anîn Efrînê, li malên kesên ku ji ber dagirkeriyê bajar terikandin, kon û kampan  hatin bicihkirin. Di van salên dawî de jî di çarçoveya plana guhertina demografiyê de malên bi brîket (malên mêtingehiyê) ên ji kampan pêk tên hatin avakirin. Heta niha 22 kampên ku hatine temamkirin,  fînansmana wan ji aliyê welatên kendavê, komeleyek Filistînê her wiha AFAD, ÎHH, Weqfa Alîkariyê ya Yasevî û komeleyên girêdayî AKP’ê û MÎT’a Tirk ve tê kirin. Li Efrînê li yek ji van kampên ku ji malên mêtingehiyê pêk tên navê Muhsîn Yazicioglu yê ku di sala 2009’an de mir hat danîn.

Li van kampên ku di nava wan de qereqol, mizgeft, malên birîket, dibistan hene, hem ji bo kesên lê hatine bicihkirin daîmî bin hem jî dijberî modela neteweya demokratîk a di pêvajoya rêveberiya xweser de pergalek hatiye avakirin. Hewl didin Sûriyeyî li gorî modêla tirk îslamê bijîn ango armanc ew e ku netewebûnek ecêb biafirînin. Modela neteweya demokratîk çiqas azadiya jinan, jiyana demokratîk û wekheviya gelan esas digre, bi vê netewa ecêb a ku hewl didin biafirînin jî armanc ew e ku zayendperestî, olperestî û nijadperestî were pêşxistin. Bi vê yekê hewl didin li herêmê Kurdan, jinan û çanda demokrasiyê ji bîra civakê bidin rakirin.

Efrînê kirin wek bajarekî Tirk

Yek ji armanca bingehîn a ji bo dagirkirinê ew bû ku rêveberiya xweser a ku bi îradeya gelan û jinan hatibû avakirin tasfiye bikin. Dewleta tirk piştî dagirkirinê, Efrînê bi bajarê Hatayê ve girê da û hewl da bike bajarekî tirk. Her çiqas xwest ku nîşan bide Efrîn ji aliyê sivîlan ve tê birêvebirin jî di Nîsana 2018’an de bi navê “Meclisên herêmî” 7 sazî hatibin avakirin jî Efrîn rasterast di bin rêveberiya MÎT’ê û Waliyê Hatayê de ye. Waliyê Hatayê û MÎT her dem bi van saziyan û komên çeteyan û keyayên ku piştî dagirkirinê hatine peywirdarkirin re civînan li dar dixin û perspektîf didin wan.

Pereyê Sûriyeyê qedexe kirin

Dewleta Tirk, wekî perçeyek ji plana guherandina nasnameya Efrînê, li ser şêniyên herêmê nasnameya tirk ferz kiri sazî û dezgehên xwe li anî Efrînê. Di mijdara 2018’an de li Efrînê şaxeke saziya Posta, Telefon, Telgraf (PTT) ya girêdayî Gerînendehiya Dîlokê hat vekirin. Dewleta tirk piştî dagirkirinê li dibistanan zimanê Kurdî qedexe kir, tenê dersa bi zimanê Tirkî û Erebî û li gorî mufredata Wezareta Perwerdeya Tirk hat dayîn. Zor li xwendekaran kirin ku bi tirkî biaxivin. Hem li perwerdeya ku li dibistanan hat dayîn, hem jî bi sedan kursên Quranê yên li Efrînê hatin vekirin, zarokên Kurd û Ereb li ser bingeha Tirk-îslamê tên perwerdekirin.

Li Efrînê di sala 2019’an de girêdayî Rektoriya Zanîngeha Dîlokê, “Zanîngeha Perwerdeyê” hat avakirin û beşên perwerdaya tirkî û perwerdeya polê, şêwirmendiya psîkolojîk û rehberiyê hatin vekirin. Dîsa ji aliyê dewleta tirk ve di Adara 2021’ê de li Efrînê pereyê Sûriyeyê hat qedexekirin, gel neçar ma pereyê tirk bi kar bîne.

Çeteyan ji Efrînê ji bo şer şandin welatên cîhanê

Bi dagirkeriyê re herî kêm 25 komên bermahiyên DAIŞ’ê bi komên çete yên SMO’yê re ketin bajar û li herêman hatin belavkirin. Di 5 salan de di navbera van komên çeteyan de talan, dizî û şerê ji bo cih dest pê kirin.

Dewleta tirk çeteyên SMO yên ku bi hezaran çeteyên berê yên DAIŞ’ê di nava wan de bûn, ji Efrînê şand Lîbyayê, ji Karabaxê şand Yemenê û heta Ukraynayê, çeteyan ji bo şer şand gelek herêman.

Çeteyên berê yên DAIŞ’ê û Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) li Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve hatin peywirdarkirin û li hinek navendan li ser esasê Selefîtiyê perwerdeya olî dan zarokan.

Ji Hezîrana 2022’yan heta niha çeteyên HTŞ’a ku di lîsteya rêxistinên terorê ya navneteweyî de ye, cih bi cih bi navê xwe, cih bi cih jî bi navê Feylaq Şam û Ahrar Şam li Efrînê dimînin. Çavkaniyên li herêmê radigihînin ku HTŞ li Efrînê di xebatên asayîşê de çalak e û operasyonan dike.

Dagirker hewl didin dîroka Kurdan tune bikin

Dema ku ez havîna 2017’an li Efrînê, li mekanên dîrokî digeriyam, li ber Keleha Nebî Hûrî ya ku Çiyayên Amanosê û qereqola dewleta tirk jê xuya dikir min jineke Efrînî ya bi navê Leyla nas kir. Leyla wê demê ji min re gotibû; “Ger ji êrîşên dewleta tirk nebûya, me yê zêdetir li ser dîroka xwe lêkolîn bikra û van berhemên dîrokî baştir biparasta. Ji her derê Efrînê bêhna dîrokê tê.”

 Dewleta tirk ji wê demê bi êrîşên li ser Efrînê nehişt ku aliyê dîrokî were parastin, niha jî avahiyên ku şopa çanda Kurd û jinan li ser wan e tune dike. Di rojên pêşîn ên dagirkirinê, di 26’ê Çileya 2018’an de Perestgeha Eyn Dara, di 29’ê Çileyê de jî Keleha Nebî Hûrî, ji aliyê balafirên artêşa tirk ve hatin bombekirin û gelek aliyên wan rûxiyan. Dagirkeriya tirk bi vê yekê jî nesekinî. Bi destên çeteyan hemû berhemên sererd û binerd hatin talankirin. Di nava 5 salan de cihên dîrokî yên Efrînê, gir, perestgeh û hemû cihên pîroz, bi zanîn hatin hedefgirtin. Konseya Muze û Mekanên Dîrokî ya Kantona Efrînê diyar kir ku li bajar 78 gir hene, ev gir ji aliyê dagirkeran ve hatine kolandin û talankirin. Li Efrînê herî kêm 59 cihên dîrokî hatin rûxandin û ji 20 hezarî zêdetir berhemên dîrokî hatin dizîn û ji Tirkiyeyê birin li welatên din firotin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di pêvajoya 5 salan a dagirkeriyê de bi êrîşan xwezaya Efrînê wêran kirin. Dagirkeran li Efrînê 367 hezar daran jêkirin, ji 13 hezar û 500’î zêdetir daran û 12 hezar hektar bexçe û daristanana şewitandin.

Sibê: Bajarê jinan Efrîn veguherî cihê qirkirina jinan