27’ê Gulanê :Dayikên Şemiyê

Di navbera salên 1980’an – 1995’an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran welatî hatin revandin û carekdin agahî ji wan nehatiye girtin. Xizmên wan ên bi salane li benda agahiyekê ne ji wan bigirin li hev kombûn û dest bi çalakiyên ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe kirin. Bi fermî komele avakirin û li gelek bajarên weke Stenbol, Amed, Batman, Cizîr û Colemêrgê çalakiyên xwe heftine didomînin.
Komeleya Dayikên Aştiyê 27’ê gulana 1995’an hatiye avakirin. Ji wê demê heya niha her hefte roja şemiyê li meydana Galatasara ya Stenbolê û Parka Koşuyolu ya Amedê jî di navê de li gelek bajaran ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe di nava çalakiyan de ne. Weke dayika Berfo gelek ji wan heya dawiya temenê xwe deriyê mala xwe vekirî hêlan, ji bo rojekê zarokên wan vegerin û çavê wan li paş man. Bê ku ne agahî ji zarokên xwe bigirin ne jî hestiyê wan bibînin jiyana xwe ji dest dan û çavê wan vekirî çun. 2527’ê gulana 2020’an jî di 700 emîn hefteya çalakiyê de rastî êrîşên polîsan hatin û gelek ji wan hatin binçavkirin. Ev demeke ji ber nikarin dakevin qadan bi onlinê çalakiyên xwe didomînin.
Şanoger Faten Hamama
Şanogera Misrî di 27'ê gulana 1931'an de li Misir çavê xwe li jiyanê vekiriye. Sala 1996’an di merasîma pîrozbahiya sed saliya Sînemaya Misrê de Faten weke lîstikvana herî baş hat nîşandan.
Ji nava 150 filîmên herî baş ên Sînemaya Misrê 18 filîmên wê bûne. Sala 2000’an Rêxistina Nivîskar û Rexnegirên Misrê Xelata Stêrka Sedsalê danê