26'ê Gulanê: Mika Yamamoto

Mika Yamamoto 
Di 26'ê Gulana 1967'an li Japonya ji dayik bû ye.Wekî nûçegihan li televîzyonek Japonî dixebitî.
Di sala 1995'an de tevlî Rêxistina Japonya ya ku rewşên li deverên nakok dişopandin bû.
20'ê Tebaxa 2012'an dema ku li Helebê şerê di navbera rejîma Sûriyên û Artêşa Sûrî ya Azad de dişopand hat qetil kirin.
Sally Kristên Ride
Fîzîknasek Amerîkî û astronta berê ya NASA di 26'ê Gulana 1951'ê de li Los Ancelos a Emerîkayê ji dayik bûye.
Di sala 1983’an de yekem jina Emerîkî ya gihiştiye fezayê ye. Di 2001'ê de Weqfa Zanistî ya Salî Rayid Saynis vekir. 
Sala 1994'an xelata Samuel S. Beard girt. 23'ê Tîrmeha 2012'an ji ber pençeşêra pankreasê jiyana xwe ji dest da.