19’ê Gulanê: Rahel Varnhagen

Rahel destnîşan dike ku ramanên azad di hemû hêmanên civakî de pêvîste xweser bê pêşxistin û dibêje: “Felsefe wer xuya ye karê mirovên wêrek e. Di mijara lêgera heqîqetê de ne pêvîste ku mirov bitirse.”

Lêkolîner Rahel Varnhagen 19’ê gulana 1771’an di nava malbatek birêz a Yahûdî de li Elmanya çavên xwe li jiyanê vekiriye. Bi îqnakirina bavê xwe li Berlîn ê dest bi xwendinê dike. Bi taybetî di mijarên zimanê biyanî, wêje û felsefeyê de xwe pêş dixe. Piştî hatina Napolyon a Berlînê şert û merc tên guherîn, ji ber nêzikahiyên wê demê li dijî Yahûdiyan, rojên gelek zehmet dijî. Bi awayek balkêş Xiristiyantiya Katolîk dipejirîne û dizewice.    
“Felsefe karê mirovên wêreke”
Li gor wê her tişt girêdayî ramanê ye û bingeha hemû heyînan ramane. Rahel destnîşan dike ku ramanên azad di hemû hêmanên civakî de pêvîste xweser bê pêşxistin û dibêje: “Li gorî tê dîtin felsefe karê mirovên wêrek in. Di mijara gera li heqîqetê de jî ne pêvîste ku mirov bitir nêz bibe.”
Rahel ramanên xwe yên di mijara felsefeyê de bi aforîzma û nameyan tîne ziman. Di van nivîsên xwe de dide diyar kirin ku mirov hebûneke ku nayê fêmkirin e. 7’ê adara 1833’an jiyana xwe ji dest da.
Anne Boleyn
Di sala 1513'an de ji bo lûtkeya 4’an a dibistana Margaret a Awusturya hat vexwendin. 7'ê îlona 1533'an keça wê Elîzabeth tê diniyayê. Ji ber zaroka wê keçe hevjînê wê jê hêrs dibe û dide girtin. 19’ê gulana 1533’an jî bi heman sudcariyê dibin giyotînê. Paşê jî cenazê wê li goristana bêkesan bê nav û nîşan dispêrin axê.
Komxebata jinan 
19’ê gulana 1989’an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê komxebata jinan hat li darxistin û sê rojan dom kir. Ji komên feminist û sosyalîstan li gel rêxistinên jinan bi qasî 2500 jin beşdarbûn. Bi giştî 150 jinan mafê gotinê girtin, ji qada siyasetê heya perwerde û çandê astengiyên tên pêşiya jinan nirxandin