18’ê Gulanê: Eznîva Reşîd

Eznîva Reşîd di rodyoya Êrîvanê de 27 sala pêşkêşvanî kiriye. Dengê wê yê nas li ser radoyê xwe digihan hemû dîdaran.
18'ê Gulana sala 1926'an li gundê Çamûşvanê yê Ermenîstanê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî li Elegazê qedandiye. Di sala 1955'an de Radyoya Êrîvanê hatiye vekirin, di hema salê de Eznîva Reşîd û hevjînê xwe Xelîlê Çaçan di radyo yê de dest bi xebatê dikin. Eznîv di demek kin de li ser pêwîstiyan di radyoyê de dest bi pêşkêşvaniyê dike û heya sala 1982'an de karê xwe dewam dike. Radyoya Êrîvanê ji sala 1955'an heya sala 1957'an weşan xwe wekî ceribandin dikir. Ji sala 1957'an û şonde hevjînê Eznîvê Xelî Çaçan dibe rêveberê Radyo yê beşa kurdî. Eznîv di 16'e Îlona 2000'an li Êrîvanê jiyana xwe ji dest da.
Roja Muza û Şunwaran a cîhanê
Komîteya Netewên Yekbûyi ya Muzayan 28’ê gulana 1977’an li Moskovayê civiyan û 18’ê Gulanê weke roja Muza û Şunwarên cîhanê erê kirin.
Ji wê demê ve li gelek deverên cîhanê 18’ê gulanê muza tên ziyaret kirin