14'ê Hezîranê: Greva Jinên Swîsre

Kongreya Jinan a Netewî di sala 1896’an de pêk hat. Di kongrê de mafê jinan ên weke bidestxistina wekheviya zayendî, bijartin û hilbijartinê hatin nîqaş kirin. Heya sala 1971’an karîn mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê zagonî bikin. Heya sala 1990’an bi têkoşînek mezin karîn mafê dengdanê bidest bixin û dengê xwe bi kar bînin.

Sala 1981’an di Destûra Bingehîn a Siwîsre de wekheviya zayendî hatibû erê kirin. Tevî 10 sala derbasbûn jî hîna neket meriyetê û jinan nedikarî di heman karê bi mêran re dikirin de heman destheqê bigirin. 14’ê Hezîrana 1991’an ji bo bidestxistina mafê xwe yê wekheviya zayendî nîv miliyon jinan dest bi grevê kirin. Diruşma grevê ‘ger jin bixwaze dê her tişt bisekine’ bû.
Hîna jî bi giştî mafê wekheviya zayendî bidest nexistine, piştî çalakiya grevê 28 salan jinên Swîsreyî li gorî mêran 20 ji sedî kêmtir mûçeyan werdigirin. Di pîşeyên şert û mercên wekhev de jî bi rêjeya 8 ji sedî mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir e.