4'ê Hezîranê: Miina Sillanpää

Di 4'ê Hezîrana 1866'an de di salên birçîbûnê de di malbateke cotkar de li Fînlandiyayê ji dayik bûye. 
Yekem wezîra jin a Fînlandiyayê ye û kesayetek sereke ye di tevgera karkeran de ye.
Wê di 12'e saliya xwe de di kargeha Forsa ya pempû de, piştre li kargeha Yûkiyûyînin ya bizmaran xebitye.
Di navbera salên 1900 û 1915'an de wekî nûnera Komeleya Karkerên Navmalîn kar kir. Di navbera 1932 û 1936'an de bû sekretera Yekitiya Jinên Karker a Partiya Sosyal Demokrat.