Piştî êrişên DAIŞ’ê çavên xwe wenda kir lê dev ji têkoşînê berneda

Nûr Hemadî Îbrahîm a hê di zarokatiya xwe pirsgirêkên wê yê çav hebû lê piştî DAIŞ êrişî Mûsilê kir êdî bi temamî nedît, di gelek qadan de destkeftiyên mezin bidest xist.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Nûr Hemadî Îbrahîm a 22 salî di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşê bajarê Misûlê ya Iraqê kir her du çavên xwe winda dike ji ber ku dema çeteyan bajêr dixe bin kontrola xwe nahêle ku kes ji bajêr derkeve. Di vê demê de çavên Nûr Hemadî Îbrahîm ên bi pirsgirêk hîn xirabtir dibe û ji ber ne dernamkirinê her du çavên xwe winda dike lê Nûr Hemadî Îbrahîm ev bûyer ji xwe re nekiriye astengî û ji bo ku bi ser bikeve armanc û xeyalên xwe pêk anî. Nûr Hemadî Îbrahîm ji zanîngeha Mûsilê beşa wêjeyê aliyê ragihandinê bawernama girt û di nava 10 kesên destpêkê de bûye.

‘Min jiyana xwe serbixwe berdewam kir û xwe spart xwe’

Nûr Hemadî Îbrahîm wiha behsa serpêhatiya xwe dike: "Beriya ez çavên xwe winda bikim keseke normal bûm û hinek pirsgirêk di çavên min de hebûn mîna kêmbûna mesafeya dîtinê û ava spî. Min berçavkên tibî bi kar anîn û jiyana xwe normal derbas kir. Heta ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir ez di sala 2015’an li Mûsilê xwendekar bûm. Di wê demê de ava reş yan jî şîn bû yan jî navê fişara çav lê dikin çavê min girt. Nehiştin em derkevin derveyî bajêr ji bo dermankirinê. Hêdî hêdî ronahiya çavên min kêm bû bi derbasbûna salan min qet nedît. Dema ez 14 salî bûm çavên min kor bûn. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim lê tevî wê jî ez bi rewşa xwe ya nû re alîkar bûm û min xwe fêr kir. Min jiyana xwe serbixwe berdewam kir û xwe spart xwe."

Bi îrade û îsrara xwe bi ser ket û xeyalên xwe pêk anî

Nûr Hemadî  Îbrahîm di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî çavên xwe winda dike ji malbat û hevalên xwe gelek alîkarî girtiye û wiha gotinên xwe domand: "Piştî min çavên xwe winda kir her kesê li derdora min, malbat heval û kesên min nas dikin piştgirî dan min. Bi taybetî di dema ez xwendekara zanîngehê li Mûsilê bûm. Bi îradeya xwe ya xurt û îsrara xwe min tevî hemû zehmetiyan jî xeyalên xwe pêk anî û ez di nava 10 kesên destpêkê de di zanîngeha xwe de bûm. Divê hemû zarokên keç bi taybetî kesên çavên xwe winda kirine xurt bin ji ber jiyan tu temînatan nade me. Min qet texmîn nedikir ku rojekê ji rojan çavên xwe winda bikim ji ber wê divê em ji her rewşê re amade bin û teslîm nebin. Bi hêvî û geşbîniyê, em dikarin hemû zehmetiyan derbas bikin."

Di 16 saliya xwe de nêzî 2 salan di radyoyê de kar dike

Nûr Hemadî Îbrahîm der barê karê xwe de jî wiha got: “Dema ez 16 salî bûm û xwendekara pola çaran a dibistana navîn bûm radyoyeke nû li Mûsilê vebû. Min nêzî 2 salan lê kar kir. Min bernameyek bi navê Nûr amade kir û pêşkêşvaniya wê dikir. Bernameyek diyalogê bû me kesên ku xwedî behre ne û çîrokên wan ên serkeftî hene pêşwazî dikir û dikirin mêvan. Min dest ji karê radyoyê berda ji bo ji xwendina xwe re wextê bihêlim. Min xwendina xwe li Fakulteya Ragihandinê berdewam kir û min hêvî dikir ez tê de bi ser bikevim."

‘Divê rojnamevan destpêkê nivîskar bin’

Nûr Hemadî Îbrahîm destnîşan kir ku yek ji sedemên beşa ragihandinê hilbijartiye nîvîsandin bûye û got ku divê her rojnamegerek di destpêkê de nîvîskarek be û wiha pê de çû: “Zanîngeha El-Nûr yek ji zanîngehên xwecihî ye li Mûsilê, xwestin ez bi wan re kar bikim. Ez ê di zanîngehê de yan weke amadekara di beşa ragihandina dîjîtal de bim yan jî pêşkêşvana di beşa radyoya zanîngehê de bim. Piştre ez dixwazim xwendina bilind berdewam bikim û bawernameya mastir û doktorayê bigrim. Yek ji sedemên ku hişt ez bikevim beşa ragihandinê behreya min a nivîsandinê bû. Rojnamevan divê destpêkê nivîskar be. Ez hinek nivîsên wêjeyî dinivîsînim. Beriya çavên xwe winda bikim min ji wênexêziyê hez dikir lê niha rewş hatiye guhertin."

Bi riya Voice Over dixwîne û dinivîsîne

Nûr Hemadî Îbrahîm wiha bi dawî kir: “Ez bi riya Voice Over yan jî komenta deng dixwînim. Ew yek ji taybetmendiyên telefonên nû ne. Telefona normal a ku em bi destdayînê bi kar tînin veduguhere cîhazekî ji sedî 100 bi kesên çavên xwe winda kirine alîkar. Ango cîhaz tenê bi destdayîn û guhdarîkirinê kar dike. Mînak dema name ji min re tên cîhaz bi xwe dixwîne û di heman demê de dema ez dixwazim bersiva nameyê bidim ez kîborda xwe vedikim û li tîpekê dixim navê tîpê derdikeve paşê dîsa li tîpeke din dixim navê wê dîsa derdikeve û wisa dinivîsîne. Gelek taybetmendî tê de hene alîkariya min di xwendin û nivîsandinê de dike."