Jinên Bîsaran: Pêşengên bi biryar
Jinên gundê Bîsaran ê navçeya Javeruda ya Hewremanê tevî newekheviyê jî, bi hewldanên xwe dibin pêşengên gund. Jin bi karûbarên xwe dibin deng û rengê gund û jiyanê geş dikin.
ESRA AZÎZÎ
Bîsaran – Jinên li Rojhilata Navîn, derfet nedîtine ku xwe îfade bikin. Ji ber ku her dem rûbirûyê şer û niheqiyan hatine, neçar mane têbikoşin. Lê tevî hemû tengasiyan jî dev ji têkoşînê bernedan, zêdetir bi awayekî xurt derketin holê. Rojhilata Navîn her dem bûye şahidê jinên ku li dijî zextan, bi nêrînên cuda têdikoşin.
Jinên li gundan dijîn jî li gorî derfetên erdnîgarî û gundan, jiyana xwe domandine û bûne lehengên bênav. Cotkarî, sewalkarî û baxçevanî hêz û jêhatîbûneke mezin dixwaze. Her çend li gundan ji bo debarê jin an jî mêr girîng nebe jî di biryargirtinê de girîng e. Her çiqas jin gelek berpirsyariyan digrin jî, di warê aborî de mafên ku bidest dixin gelek kêm in. Ger li gundek jin tunebe, ev gund wek baxçeyek bê ruh û jiyana kêm e. Di gelek malbatan de jin zêdetir serwer in, lê bi piranî jinên gund tên îhmalkirin û ji perwerdeyê bêpar tên hiştin. Heqdestên ku ji sewalkarî û çandiniyê tê bidestxistin, wek aydê mêr be tê dîtin û biryara rêjeya ku ji bo pêwîstiyên jinan were xeckirin, ji aliyê mêr ve tê dayîn. Lê ev newekhevî nikare jinan pasîf bike; ji bo ku gund birêve bibe berhemên mezin derdixe holê.
Tu dem jin vala namînin
Jin di ducaniyê de jî karê xwe nîvco nahêlin û hinek jin êşên xwe yên fizîkî ji nedîtîve tên. Tengasiyên di zarokanînê de dijwar in û di şert û mercên ku derfetên têr peyda nabin de çêdibin, carna jî dibin sedema mirinê. Di civaka gund de, berhemên nan û şîr ji aliyê jinan ve tên amadekirin, berhemên herî bingehîn bi destên jinan tên amadekirin û ev jî di nava rojê de bi saetan berdewam dike. Xwedîkirina lawir û mirovan piranî di bin berpirsiyariya jinan de ye.
Hêza ku ji kombûnê çêdibe, digihîje her kesî
Tevî hemû van tiştan, hatina jinan a gel hev, xebata bi hev re, kevneşopiyek ku ji pîrikên wan heya îro hatî ye. Xebata jinan a bi hev re, birînên wan baş dike û dibe alîkar ku li dijî zextan têbikoşin. Hêza ku ji kombûnê çêdibe, digihîje her kesî. Ji ber vê yekê, dema em li jinên gund dinhêrin, tevî hemû sînordarkirinan em dîbinin ku enerjî û coşa jiyanê bi wan re heye. Jin bi hêzê pêşde diçin û li djî newekheviyê û cudakariya zayendî têdikoşin.
Emîne: Jiyana gund nadim bi jiyana bajêr
Li navçeya Javerud a Hewremanê jî jin mîna çiyayên li gund saxlem û serbilind in, jêhatî ne û jiyanê berdewam dikin. Di hinek demsalan de dema mêr ne li gund bin, gund bêyî ku pirsgirêkan bijî, bi destên jinan tê birêvebirin. Em dikarin gunden bê jin xeyal bikin? Emîne Karîmî ya ku yek ji şêniyên gundê Bîsarê ye, wiha got: “Ez bi qasî 3 mêran kar dikim û hûn kîjan karî bêjin dikarim bikim. Ji çandiniyê heya komkirina giya, ji komkirina tûyan heya gelek karan ez dikarim bikim. Di heman wextê de ez ji 20 kesan re xwarinê amade dikim.” Emîne diyar kir ku hevjînê wê beramberî keda wê pere dide û tu carî bê eleqe namîne. Emîne wiha got: “Ez nikarim li ser navê jinên din biaxivim, lê ji bo min divê heqê keda min hebe. Dema berhem tê firotin, divê em heqê xwe bigirin; ev ne bexşek e, heqê me ye. Ez hez nakim vala bimînim û tenê rûnêm. Ez ji xebatê hez dikim û tu car jiyana gund nadim bi jiyana bajêr.”
Jin sedema hebûna gund in
Emîne der barê tengasiyên ku jin dikşînin û keda jinan de jî wiha got: “Em jinên Bîsarî her dem kar dikin. Çêkirina xaliyan, xwarin, xwedîkirina sewalan, baxçe û gelek karên din, em dikin. Deqeyek min vala namîne ku ez rûnêm û li vir gelek kes mîna min in.”
Keda xwezayî
Emîne derbarê karên li gund berdewamî ne de jî axivî û got ku: “Di biharê de komkirina gîha dest pê dike û heya dema gilyaz û tûyan tê û em kom dikin, ev kar berdewam dike. Di payîzê de jî guz, sêv tên komkirin. Her wiha pêvajoya firotina lawiran dest pê dike û niha 15 bizinên min ji bo firotinê amade ne.” Emîne wek mînaka jinên gund anî ziman ku giraniya kar ji kapasîteya mêrên gund zêdetir e û wiha pê de çû: “Lê belê, ev rastî ji hêla mêran ve bi tevahî nayê fêmkirin û pejirandina wê dijwar e. Erkên mêran jî nîvê jinan nînin. Jinên gund bingeh û sedema hebûna gund in, ew bi reng û keda xwe ya xwezayî tên dîtin û zanîn.”